Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 5: Bîjen û Menîje

Rustemê Zal bi heft lehengan derdikeve rê û ber bi welatê tirkan ve diçe û bi rêberiya Menîjeyê, çala Erjengê dibîne û Bîjenî jê derdixe. Piştre bi heft lehengan êrîşî qesra Efrasiyab dike, artêşa wî dişkîne û bi serfirazî vedigere Îranê. Key Xusrew pêşwaziya wan dike, fermanê dide ku bila şahiyekê amade bikin û Bîjen û Menîje digehijin hev.

***

Yek ji navdartirîn destanên evînî-lehengî yên çand û edebiyata Îranê, bêguman çîroka “Bîjen û Menîje”yê ye. Girîngiya vê çîrokê, ji bilî behsa naverok û mijara wê, ew e ku aîdê serdema Partî ye. Sedema ku em li vir têgeha “çand û edebiyata Îranê” bi kar tînin jî ew e ku ev çîrok di nav gelek etnîsîteyên îro li coxrafiyayê Îranê dijîn jî heye. Di lêkolînên edebiyata cîhanê de versiyona herî naskirî ya vê çîrokê riwayeta Firdewsî ye (ss. 10-11 z.) ku di berhema xwe ya navdar yanî Şahnameyê de pêşkêş kiriye.

Serlehengên vê çîrokê bi navên cuda, wekî “Bîjen û Gurazan (berazan)” jî tê nasîn. Bîjen li gor rîwayetên kurdî kurê Gîwê kurê Guderzê kurê Geşwad û ji nifşa Kaweyê Hesinkar e. Dêya wî Banû Goşesb jî, keça Rustemê Zal e. Menîje jî keça bedew a Efrasiyab, padişahê Tûranê ye.

Destan di serdema padişahiya Key Xusrew de diqewime. Mijara giştî ya destanê dikare wusa bê xulasekirin: 

“Cemaetek ji welatê Ermanê tê cem Key Xusrew ku welatê wan ji aliyê berazan ve hatiye tarûmarkirin. Ew alikariyê ji Xusrew dixwazin da ku wan ji belaya berazan xilas bike. Key Xusrew ji serdarên xwe dipirse: kî dikare vê tengasiyê çareser bike? Ji xeynî Bîjen, kesek bersiva padişahî nade. Bîjen bi Gurgîn re derdikeve rê ku ew rêveberiya wî dike. 

Dema digehijin wir, Bîjen dixwaze êrîşî berazan bike, lê Gurgîn alikarî ya wî nake. Bîjen bi tena serê xwe êrîşî berazan dike û piştî şerekî xwînîn, hemûyan dikuje.

Gurgîn ku ji serkeftina Bîjenî aciz bûye, fenekê lê dike û wî dişîne baxçeyê Menîjeya keça Efrasiyab. Bîjen û Menîje hevdu dibînin û evîndarê hev dibin. Menîje dermana bêhişîyê dixe şeraba Bîjen û bi awayekî veşartî, wî tîne qesra xwe ya li Tûranê. Dema ku Efrasiyab ji vê yekê hay dibe ewil fermanê dide ku Bîjen daliqînin, lê piştre biryarê dide ku wî di çala Erjengê de têxin hepsê. Demek dirêj derbas dibe bêyî ku kes bizane çi bi serê Bîjen hatiye. Dawîyê, di roja Newrozê de Key Xusrew li Camê Cemê dinêre û Bîjenî peyda dike. Xusrew, peyamekê ji Rustem re dişîne û alîkariya wî dixwaze.

Rustem bi heft lehengan derdikeve rê û ber bi welatê tirkan ve diçe û bi rêberiya Menîjeyê, çala Erjengê dibîne û Bîjen jê derdixe. Piştre bi heft lehengan êrîşî qesra Efrasiyab dike, artêşa wî dişkîne û bi serfirazî vedigere Îranê. Key Xusrew pêşwaziya wan dike, fermanê dide ku bila şahiyekê amade bikin û Bîjen û Menîje digehijin hev”.

Wekî tê dîtin “Bîjen û Menîje” destaneke têr û tîjî ye, tê de evîn, serpêhatiyên lehengî, heyamên mîtolojîk, şer û hestên însanî yên wekî îxanet, azwerî û hesûdîyê dihewîne ku bi awayekî muhteşem hatiye vegêran. Digel ku niqaş li ser tarîxîbûn an jî xeyalîbûna kesayatên sereke yên destanê hêj berdewam e, zîra li gorî hin nêrînan, Bîjen dikare wekî kesayetekî tarîxî û yek ji padişahên Partî bê hesibandin.

Têbînî:

Lêkolînên berfireh tesdîq dikin ku destana “Bîjen û Menîje“yê destaneke gelek kevin e û di sedema Partî/Eşkanî de berbelav bûye.

“Bîjen û Menîje“ yek ji wan destanan e ku hem di Şahnameyên Kurdî de, hem jî di berhemên destanî yên farisî da, wekî Şahnameya Firdewsî, tê dîtin.

Destana “Bîjen û Menîje“yê û rengvedanên wê di edebiyata kurdî ya gelêrî, klasîk û modern de tê dîtîn. Di heman demê de hebûna vegerana wê bi zaraveyên cudayên zimanê kurdî wekî soranî, kurmancî û goranî/hewramî jî xaleke girîng e (heta niha tenê versîyona zazakî ya çîrokê nehatiye dîtin).

Li gorî J. Mohl, çîroka “Bîjen û Menîje“ beşa herî kevn a Şahnameya Firdewsî ye. Digel ku diyarkirina tarîxa avabûna Şahnameyên Kurdî ne mimkin be jî, tê qebûlkirin ku Şahnameyên Kurdî berî berhema Firdewsî ava bûne. Yanî, bi îhtimaleke mezin “Bîjen û Menîje“ yek ji destanên herî kevn a kurdan e ku gehiştiye roja me.

Bi zanîna me, yekem car, yek ji versiyonên goranî yên destanê di sala 1966an de ji aliyê Mohammad Mokri ve li Fransayê hatiye çapkirin.

Di van salên dawî de varyantên cuda yên destanê, bi zaravên cuda hatine weşandin. Lê ev berhemên çapkirî tenê metna destanê pêşkêşî xwendevanan dikin. Yanî digel girîngiya destanê, heta niha xebateke akademîk û berawirdî li ser versiyonên cuda yên (varyant û zaraveyên cuda) “Bîjen û Menîje“ nehatiye kirin. 

Dîsa bi zanîna me tekane xebata ku li ser analîz û berawirdkirina versiyonên cuda, bi zaravên cuda yên kurdî ya “Bîjen û Menîje“yê tê kirin, xebata lêkolîner Engin Ölmez e ku hêvîdar in di demekê nêz de bigehije destê xwendevanan.

Çavkanî: 

Minorsky, V., “Vîs û Ramîn, a Parthian Romance”, Bulletin of the School of Oriental and African Studies, University of London, Vol 11, No. 4, 1946, rr. 741-763.

Mokri, Mohammad, La Légende de Bîzan-U Manîja, Paris: Librairie Klincksieck, Paris, 1966.

Xaleqî Mutleq, C., “Bîjen û Menîje ve Wîs û Ramîn, Muqeddemeî ber Edebiyatê Partî”, Îranşinasî, şomarê 6, Tabistan 1369, rr. 273-298. 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir