Hunermend Nîzamettîn Arîç ji hesaba xwe ya Twitterê bang li Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan kir.

Arîç ji Babacan xwest ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de hinekî din wêrektir be.

Wî got, “Madem zimanê dayîkê ji bo we pir girîng e, wê demê rûnin û projeyeke çareseriyê amade bikin û bidin ber me.”

Babacan ser perwerdehiya bi zimanê dayikê dîyar kiribû ku ewê di warê qanûnî de astengîya li pêş wê rakin.

Axaftinên Babacan deng vedabû û karvedanan bi xwe re anîbûn.

Foto: Twitter,@aricnizamettin, SS

Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!