Kenan Subaşı: Xeyal bi dewletbûnê ve eleqedar in

29/12/2023

Xeyala te ji bo kurdan çi ye?

Xeyalên min ên ji bo kurdan gişt bi dewletbûnê ve peywendîdar in. Heya dewleteke kurdan an jî herêmên otonom ên xweîdarekirinê ji bo wan pêk neyên her xeyaleke min dê li dîwarê bêdewletbûnê biqelibe û careke din li min vegere.

Helbet xwe li benda wê yekê jî nagirim. Hêvî dikim rojekê sazîyeke zimanî ava bikim ku polîtîkayên zimanî yên neteweya me tê da destnîşan bikim û bi kadroyeke zîrek bixim pratîkê. Ji bo vê şefafîyet, kadroyeke têgihiştî û pareyekî cidî lazim e. Ev gişt li cem Kurdan kêm zêde hene. Tenê ya ku dê vê xeyala min têk bibe, qanûnên dewletên desthilatdar in. Çimkî dizanim dê pêşîyê lê bibirin. Aha tu dibînî hîn min dest bi vê xeyala xwe nekirî, li dîwarekî asê bû jî. Axxx! Bêdewletî.

Xeyaleke min a din jî, dixwazim kurdên her pênc parçeyên cîhanê bi hev bidim nasîn. Ji hev gelek dûr in. Hevdu hîç nanasin.

Xeyalên min pir in, dev jê berde!

Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?

Weku xeyalên min karên li ber destê min jî pir in. Qey hevdu xwedî dikin. Plana min a heya 2026an amadekirin û çapkirina “Kilamên Kiçan: Stranên Xelîl Beg û Gewrê” û amadekirina nameya xwe ya doktorayê weku kitêb, amadekirin û çapkirina berhevkarîyeke min a 15 saetî ya tenê ji çîrokbêjekî hatiye wergirtin, amadekirina antolojîya helbestvanên zarokan. Helbet eleqedarbûna bi ders û xebatên xwendekarên kurdî yên master, doktora û lîsansê.

Piştî 2026an jî gelek xebat hene lê nebêjim. Tenê vê bibêjim karekî arşîvê heye di destê min da hîn tam zelal nebûye, ger bigihêje encamê dê di xebatên me yên Kurdî da gelek bikêrhatî be.

Heyranîya te ji bo kîjan şexsîyet/an heye, çima?

Ji hêla helwestê ve Seîdê Kurdî ji bo rûmeta heqîqetê tenezulê tiştên biçûk nekiriye.

Ji hêla xebat û îstiqrarê ve Rohat Alakom. Hem pir dixebite hem jî mutewazî ye.

Ji hêla zîrekî û baqilîyê ve zarokên Kurdan yên ku ji hezar bêîmkanîyan xwe digihînin asta zanîn û pêşketina cîhanê ya bala.

Heke mimkun bûya te dixwest çi şîyanên te hebin û ji bo çi bi kar bînî?

Ji bilî Xwedê kesê neşiyaba ez qefaltibam û dîtibam û zevt kiribam û soz min dê tenê di berjewendîya kurdan de û ne di eleyhê însanîyetê da bi kar anîba. Heke ez ji soza xwe derketibama bila ew şîyana min betal bûya.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Jidayikbûye sala 1995an. Sala 2021an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî derçûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Te ev dîtıne?

Alî Bagdû: Min xwest bi belgefîlmê dengê dengbêjan bigihînim siberojê

Teknolojiya dijîtal a roja me, bandoreke gelekî mezin li tevahiya jiyanê dike.

Enwer Karahan: Kesên ku fêrî xwendina kurdî dibin dest bi nivîskarîyê dikin

Metin Aydın Nivîskarê ”Siwarê Şînbozê: Êlas Efendî” Enwer Karahan nivîskarekê pirhêl e,

Mewlûd Oguz: Kurdî, zimanê min ê jiyanê, xebatê û hunerê ye

Hevpeyvîn: Rêzan Diljen Dîwana helbestkar û rojnameger Mewlûd Oguz a bi navê