Ji bo zimanek nemire şertê sereke ev e ku divê îradeyên siyasî çerxa xwe bi wî zimanî bigerînin. Û kesên ku li ser dişixulin jî divê qeydeyên wî zimanî zelal bikin.
Bi sernavê “Ben, Kürtçe Düşünürüm, Türkçe ve Arapça Yazıyorum” rîsaleyeka Bedîuzzeman Seîdê Kurdî heye. Ji nivîsên wî yên dewra pêşîn e, bi navê “Ebû Lâşey Said” ji bo hinek pirsan, wek bersiv nivîsîye û mazereta xwe di heft paragrafan de îfade kiriye. Di paragrafekê de dibêje “Van du inqilaban ez mecbûrî du nivîsînên tevlihev kirim; du koçberîyan jî îlhama du kitêban da min. Her yekê van berheman bi qasî ku kurd e, di eynî halî de tirk e, di eynî demê de ereb e. Her berhemek mînanî yekî kurd ku kum li serî, ebaya ereban li xwe kiriye û pantolên tirkan kirine pîyên xwe. Nivîsîneka wisa şeklê wê ecêb, divê bi mixalefeta qanûna nivîsînê neyê şermezarkirin. (…) Ez bi Kurdî difikirim, bi Tirkî û Erebî dinivîsim. Mitercimê di metbeaya xeyal de ecemî ye; yan gotina qelbî baş tênagihê yan jî aşnayê zimanê lîsan nîne. Îcar, ji ber ku ez gramera Tirkî nizanim pişkocên uslûba ku ez li manayê dikim zêde tevlihev dibin…”
Seîdê Kurdî li hemberî zimanê Tirkî hesasîyeteka narîn nîşan daye. Ehwalê xwe û nivîsîna xwe îzeh kiriye da ku bi mixalefeta qanûna nivîsînê neyê şermezarkirin. Bi Tirkî dibêje ez bi Kurdî difikirim, bi Tirkî û Erebî dinivîsim û ji bo ku mazereta xwe nîşan bide qilixekî şeklê wê ecêb teswîr kiriye ku li serî kumê kurdî, li piştê ebaya erebî û li pîyan pantolên tirkî hene. Meriv dikare wisa fêm bike, ji bo ku Tirkî rast binivîse xîret kiriye. Lewre ji derveyî cîhana fikrî, feydeya Seîdê Kurdî gelek gihaye zimanê Tirkî jî.
Mûsa Anter di bîranînên xwe de dibêje “Li mehkemeyan tim gilîyên vî zatî dihat kirin. Di sala 1945an de li Îstanbulê jî mehkemeyeka wî hebû. (…) Min ew [yanî Seîdê Kurdî û Abdurehîm Zapsu] ji bo şîvê vexwendin mala xwe. Hemî dîndarên bijare yên kurd ku li Îstanbulê bûn jî hatibûn. Mesela, kesên mîna Şêx Şefîq Arwasî, Şêx Emînzade, Şêx Mistefayê Bidlîsî, kurê Ebdulkerîm Arwasîyî Mekî Arwasî ku qadîyê Kadıköyê bû, Cemaledîn Arwasî… Piştî şîvê fesla çaya semawerê ku mexsûsê welatê me ye dest pê kir. Wan gelek xweş dest bi suhbetên dînî û îlmî kiribû. (…) Seîdê Nursî wê demê li rojava[yê Tirkîyê] dima û piranîya mirîdên wî tirk bûn. Bi qasî ku min ji suhbeta wî fêm kir, lebata wî ew bû ku van însanan [yanî tirkan] sewqê rêya rast bike û wan bike cenetî. (…) Min ji Beduzemanî re wisa got: ‘Seydayê min ê muhterem, navê te yê ku min di zaroktîya xwe de bihîstiye û ji hemî kurdan re sempatîk tê, Mela Seîdê Kurdî bû. Niha jî, her roj tirk te ji derekê surgunî dereka din dikin, te hepis dikin, di mehkemeyan de te digevizînin, lê hê jî cehda te ew e ku tu tirkan bibî cinetê. Ev çi îş e?’ (…) [Hingê] destê xwe avêt ser sitûyê min, ez ramûsam û ev tiştê hanê gotin: ‘Kurê min, tu hîn zaro yî, tu nizanî ez çi dikim. Bixwîne, îlim hîn bibe” [1]
Şîreta ku Seîdê Kurdî li Mûsa Anterî dike, dibêje bixwîne, îlim hîn bibe, xwendina bi zimanê tirkan e. Cewaba ku dibêje tu hîn zaro yî, tu nizanî ez çi dikim jî muhtemelen xwestiye bibêje ez dixwazim tirkan bînim ser rêya rast da ku werin rehmê û tehdayê li kurdan nekin. Dibe ku yek ji sebebên nivîsîna bi Tirkî ya Bedîuzemanî ev be. Lê qenaeta min ev e, eger Kurdîya me jî wê demê mîna Tirkî zimanê nivîsînê bûya Seîdê Kurdî dê fikrên xwe bi Kurdî binivîsanda. Ji bo kurdan ji alîyê tirkan ve qedexekirina Kurdî mazeret nîne.
Eger em Kurdîya me û Tirkî bidin ber hev, di zemanê Seîdê Kurdî de jî, niha jî, Kurdîya me mîna rêyeka xam û xewle, Tirkî mîna otobanê ye. Rêveçûna li otobanê hêsantir e ji rêya çal û kort. Û ji bo kesên ku hînî otobanê bibin rêya xewle zehmet tê. Li otobanê çûnûhatin sixlet e, derûdor bi çarşî û dikan, bazar qelebalix e. Tiştekî din ku ji wê demê heta niha di me de neguherîye jî ev e, li Bakur berê siyaset û siyasîyên me li tirkan e. Mesela niha, siyasîyên me dixwazin tirkan bikin demokrat da ku li kurdan tehdayê nekin. Lê dema ku dibînin tiştek bi ser bêjingê nakeve, ew bi xwe dibin “demokratên tirk”. Çimkî hingê bi Tirkî dijîn, dema ku behsa kurdan dikin, mîna ku behsa miletekî din bikin, ne ku behsa xwe.
Ji bo me kurdên Bakur, mazeret yan jî sebebên qisekirin yan jî nivîsîna bi Tirkî gelek in. Yan jî, mazeret û sebebên bikarneanîna Kurdî gelek in. Lê tiştê ku ji bo me kurdan şermezarkirinê heq dike ev e, em li şûna ku rêya xwe ya xam xweş bikin em gelek xîret dikin ku bikarin li otobana xelkê bimeşin. Eynî mîna zarokên tembel, em diçin ser rêya hêsan ku xelkê ji xwe re edilandiye. Çima? Ji ber ku em bala xwe nadin ser xwe û li xwe nanihêrin. Em di xwe re nabînin bibin sazkarê xwe, em xwe nadin ber avakarina xwe. Ev, ji bo mîr û mîrgehên me jî wisa bû, ji bo Bedîuzeman jî wisa bû, niha ji bo rêxistin û partî û siyasîyên me jî wisa ye. Ji ber ku Kurdî ji bo siyasîyên me îhtîyac nîne, derheqê Kurdî de tu programa wan jî nîne. Mesela, eger îro dewleta tirkan Kurdî wek zimanekî resmî qebûl bike, dibe ku ev resmîbûn pratîze nebe.
* * *
Tarîxa nivîsîna zimanê Tirkî vedigere hezar û sê sed sal berê. Ev Tirkîya Anadolê jî, heft sed sal in ku bê navber tê nivîsîn û heta niha ji sê qonaxan derbas bûye. Berê, ji ber ku Tirkî zimanekî tevlihev û wek rêyeka xam bû, lewre zimanê resmî yê Selçûkîyan Farisî bû, çimkî Farisî nîsbet bi Tirkî wek cadeyeka çêkirî bû. Lêbelê gelek sal paşê, mîrê Karamanoğluyan Mehmed (1240-1277) ji ber ku baş Farisî nizane, lewre di roja 13 gulan 1277 de li Qonyayê fermaneka tund belav dike ku divê li her derê Tirkî were xeberdan û nivîsandin. A bi vî sebebî, ji wir pê ve êdî Tirkî rêya xwe xweş dike û bi demê re dibe wek otobanê. Niha şerît û lewheyên wê zelal in, eger yekê xerîb ji nezanîna xwe li wê otobanê gaveka xelet biavêje, yan jî, ji qewlê Seîdê Kurdî ve eger yek pişkocên gramera Tirkî tevlihev bike, tavilî dikeve ber çavan û tê şermezarkirin.
Li Kurdistana Başûr zimanê resmî niha Kurdî ye. Ev jî wisa bû. Piştî ku di sala 2003yan de rejîma Baasê hate rûxandin, di sala 2005an de qanûnê esasî yê Îraqê bi referandumê hat qebûlkirin û navê Kurdî di qanûnê de cih girt. Lê ji ber ku Kurdî di nivîsînên resmî de nehatibû bikaranîn û kadroyên siyasî ku bikarin Kurdî baş binivîsin tune bûn, lewre di fiîlîyatê de zimanê nivîsînên resmî yê îdareya kurdan Erebî bû. Wek mîsala rêya xam û otobanê, ji bo kadroyên kurd nivîsîna bi Erebî hêsantir bû ji Kurdî. Lê piştî ku Nêçîrvan Barzanî bû serwezîrê Herêma Kurdistanê (gelo wî jî mîna Karamanoğlu Mehmedî Erebî baş nizanîbû?) çi nivîsên resmî ku bi Erebî tên ber destê wî, bo Kurdî dide wergerandin. Kadroyên burokrasîya kurdan dinihêrin heta nivîsînên resmî ji bo serwezîrî wergerînin, eger bi Kurdî binivîsin baştir e. A bi vî awayî, heft sed û sî sal piştî Tirkî, Kurdîya me di pratîkê de jî bû zimanê resmî. Lê çi heyf, ji ber ku alfabeyên me cihê ne, lewre tesîreka musbet ya vê resmîbûnê li ser me zêde çênabe.
Hasilî kelam, ji bo zimanek nemire şertê sereke ev e ku divê îradeyên siyasî wî zimanî bîzzat ji bo xwe bixwazin û çerxa îdareya xwe bi wî zimanî bigerînin. Yê diduyan, kesên ku li ser ziman dişixulin divê qeydeyên zimên tim zelal bikin. Û ewên ku pê emel dikin jî; yanî ewên ku dinivîsin, ewên ku qise dikin, divê wî zimanî fesîh bi kar bînin ku fêmkirina ji wî zimanî hêsan be.
Çavkanî
[1] Musa Anter, Hatıralarım (1-2), Çapa yekem, Avesta, İstanbul, 2000, r. 79-80