Xala herî giring a ku nisbeten Cegerxwînî ji şairên din ên kurd cudatir dike, di berhemên wî da hebûna nîqaşa li ser Newrozê, nêzîkbûna wî ya zimanê kurdî û farisî, kurdbûna Loran, pêwendîya xurt a kurdan li gel dîroka antîk e.
***
Strana Kî ne em? ku gotinên wê Cegerxwîn nivîsîne û Şivan Perwer kiriye wekî stran gotî, gelo gulleyeke soreşgerî ye yan helbesteke ku bi hers û kelecanî li hemberî muxatabê xwe yê ku wî tune dihesibîne hatîye nivîsîn. Di vê nivîsarê de em ê bi hevr a li vê yekê binihêrin. Weka ku tê zanîn, di analîza metnan da ji gotina nivîskarî/şairî zêdetir tiştên ku şair negotine an jî analîza bûyerê li gorî kontekstê pêwîst e.
Heta ku gelek caran li ser nivîsîna berhemekê ra zeman derbas bibe jî -heke ku tişta ku di metnê da veşartî qewî be- ev stran rastîya xwe ji dest nade. Rastiya herî berbiçav ya ku em derbarê Cegerxwînî (1991) da dizanin, wî di dema xwe da şahidîya gelek komkujîyên kurdan kirîye û li Tirkîyeya nû jîyaye ya ku piçûkxistin û tunehesibîna kurdan xistîye navenda dewletbûna xwe. Li gel van xalan, Cegerxwîn şahidîya dagirkirina axa kurdan ya ji alîyê dewletên din va jî kirîye. Yanê her bendeke helbesta Kî ne em ya Cegerxwînî, him bersiva bûyerên dîrokî û him jî yên aktûel in. Lê mixabin ji wexta Cegerxwînî ev helbest nivîsîye heya roja îro tu tişt neguherîye.
Di helbasta xwe ya ku sala 1973yan nivîsîye, tişta herî balkêş hayjêbûna wî ya li ser kurdbûna Loran e, Lorên ku li Rojhilatê Kurdistanê dijîn. Em di rapora hilbijartinên 2009an ên serokkomarîya Îranê da dibînin ku kurd û Lor weka du etnîyên cuda hatine pêşkêşkirin. Cegerxwîn jî vê babeta minaqeşeyî wiha refere dike: Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor / Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor / Çend hezar sal in / Kurdistana min / Perçe perçe ma / Bindestê dijmin / Kî me ez?
Metin Yüksel (2013) diyar dike ku di piranî wêjeya kurdî da kitabe hene ku nîşana hebûna berxwedanê ne, ew nîşan didin ku di wêjeya kurdî da berxwedan heye. Li gorî gelek çavkanîyan armanca esas a Cegerxwînî ya nivîsîna vê helbestê nîşandana xizaniyê ye û tunekirin/tunebûn e. Her çiqas gava ku mirov helbestê dixwîne ev derbikeve pêş jî -jixwe gotin, biwêj hwd. ên ku bi kar tîne hebûna vê hêrsê pir eşkere ye- ew muxatabê wî yê ku ewî înkar dike û nirxên wî jê didize xwe wekî xwedîyê gelek hêmanan jî dîyar dike, lê ew jî balê dikêşe ser wê rastîyê ku ev hemû hêman ne aîdê wan in.
Rojhilatê nêzîk / Rojhilatê navî / Ev bajar û gund / Ev bej û avî / Ket bin destê min, Pî da ser dijmin / Min bi ceng û şer/ Zanîn û huner / Pişta wî şikand / Serî lê gerand! / Ez bûm padîşah / Xurt û serbilind / Ketin destê min ta sînorê Hind. / Kî me ez?
Sala 1936an di serrûpela rojnameya Kurunê da “kurdbûn tune ye, tirkbûn heye” dinivîse. Ev sernivîs herçiqas înkarkirineke kurdbûnê ya jirêzê be jî ji alîyê konteksteka xwe va em bi rêya van bendên Cegerxwînî fêm dikin ku çiqas giring e: Xwe dan siya min Turk û Ecem. / Li ser serê min / Sinbil û kulah / Serê hespê min / Digirt padîşah! /Ez im ew gernas / Ew Selahidîn / Bi pirs ji dimyat / Bi pirs ji Hetîn / Kîme ez?
Di nûçeya rojnameyê da tişta ku tê înkarkirin ne tenê hebûna kurdan an jî kurdbûna bajarê Dêrsimê ye, di heman demê da dîroka kurdan e jî. Di nûçeya amajepêkirî da du hêman giring in: Ya yekem nîşandana zimanê kurdî wekî şaxeke zimanê Farsî, ya din jî tirkbûna Xoresanê ye.
Li Dêrsimê tirk bi şaşî wekî kurd hatine nîşandan, ew xelkê li wira dijîn di eslê xwe da ji Xoresanê hatine û di encama wê da jî ew zimanê ku diaxivin kurdî mîna tirkî ye. Lê belê Cegerxwîn, bi wan bendên jorê derbasîya kurdan derveyî sînoran pênase dike, di heman demê da kurdbûna Selaheddînê Eyyubî derdixe pêş ku wekî tirk an jî ereb tê manîpulekirin. Bi vî awayî Cegerxwîn li hemberî înkarkirin û talankirina dîrok û zimanê kurdan reddîyeyekê dinivîse.
Cegerxwîn bi van rêzan ku behsa serdemên kurdan ên antîk jî dike; behsa firehbûna sînoran heta Hind û împaratorîya Med dike ku wekî bavûkalên kurdan tên îdiakirin: Naxwazim bimirim / Dixwazim bigrim / Kurdistana xwe / Axa mîdîya / Kî me ez?
Di metnê da em dibînin ku Cegerxwînê ku sala 1903an hatîye dinyayê, helwesteke dijî kolonîzebûna dîrokî ya kurdan datîne: Serbest bijîm ez / Wek hevçaxê xwe /Dilxwe bîxum ez / Rez û baxê xwe
Em dizanin ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hema hema hemû etnî bûne xwedî dewlet. Cegerxwîn di benda jorê da dijî zanîna me ya berbelav, şûna ku azadîyê bi kûrahî teorîze bike, rewşê wekî “divê ku ez jî mîna herkesekî azad bijîm” şîrove dike. Di rojeveke ku prensîbên mîna otonomî û serxwebûnê nav platformên netewî û navnetewî da tên nîqaşkirinê, Cegerxwîn dildariya azadîyê hêjayî gotinê ye ku mirov dîyar bike wekî “divê ku ez jî mîna herkesekî azad bijîm” şîrove dike.
Ev metna aîdê Cegerxwînî wê derfetê dide xwendevanên xwe ku xwendevan bi perspektîfa xwe analîz bike. Bi saya vê rêbaza analîzê mirov dikare him bi awayekî kontekstuel him jî dîrokî van hêmanên ku têne îdiakirin piştrast bike. Ji bo vê, dema ku mirov van analîzan dike zanîneke gistî ya li ser eva û şahidîyên Cegerxwînî bo fêmkirina helbestê wê bibe alîkar.
Bi kurtayî mirov dikare bibêje helbesta Kî ne em, dîrokeke helbestî ya kurdan e ku li hemberî civaka ku ewî tune dihesibîne hatîye pêşxistin. Di her merheleya giring ya vê pêşkêşîya dîrokê da, ne tenê bûyerên dîrokî di heman demê da hêmanên mîna serhildanên kurdan ên li hemberî dujminên wan, şervanbûn, hewandin/hemêzkirin, fîgûrên kurdan, mezinên kurdan, dewletên wan jî têne nirxandin. Xala herî giring a ku nisbeten Cegerxwînî ji şairên din ên kurd cudatir dike, di berhemên wî da hebûna nîqaşa li ser Newrozê, nêzîkbûna wî ya zimanê kurdî û farisî, kurdbûna Loran, pêwendîya xurt a kurdan li gel dîroka antîk e.
Bo dawî, weke bersivekê bo dagirkirina kurdan, di demên ewil ên Serhildana Aşitîyê ya Jînayê da eva ji alîyê xelaskarên yegane yên Îranê û garantorên demokrasîyê Kurdên Rojhilatê va dihate lidarxistin, dema ku me strana Kurd im Kurdistan im guhdarî dikir, aktîvîsteke faris nasnameya kurdan di bin navê pirçandîbûnê da tune hesiband.
Bila bi van gotinên Cegerxwînî dawî li vê nivîsarê bê: şoreş û volqan / tev dînamêt in / agir û pêt in / sor in wek etûn / agir giha qepsûn / Tev dînamêt im / Agir û pet im / Dijmin dikujî / Kî me ez?
Çavkanî:
Metin Yüksel (2014), I Cry Out So That You Wake Up1: Cegerxwîn’s Poetics and Politics of Awakening, Middle Eastern Studies, 50:4, 536-553, DOI: 10.1080/00263206.2013.817992
Cigerxwîn (1991), Kîne Em? Pele Sor Yayınları.
Kurun (1936), “Kürtlük yok, yalnız türklük var”, binêrin: https://www.gastearsivi.com/gazete/kurun/1936-10-26/1