Tahir Elçi di 8emîn salvegera qetilkirina xwe da hat yadkirin

Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçi ku li ber Mînareya Çarling a Sûrê hatibû qetilkirin, di 8emîn salvegera qetilkirina xwe de bi bernameyeka taybet hat yadkirin.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi, 28ê mijdara sala 2015yan li ber Mînareya Çarling a li Sûra Amedê hatîye qetilkirin. Elçi, di 8emîn salvegera qetilkirina xwe de bi bernameyeka taybet ji alîyê hevkar, hezkirî û dostên xwe ve hat yadkirin.

Bernameyê bi meşê dest pê kir. Malbata Tahir Elçi, Serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB) Erinç Sağkan, Serokê Baroya Amedê Nahit Eren û çendîn parlementer bi girseyekê li pêşiya Edliyeya Amedê kom bûn û bi pankarta Em te ji bîr nakin ber bi Mînareya Çarling ve meşîyan.

Li ber Mînareya Çarling, Türkan Elçi, Nahît Eren û Erinç Sağkan daxuyanî da çapemenîyê û Tahîr Elçi hat yadkirin. Piştra beşdaran gul danîne ber lingên Mînareya Çarling.

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren dîyar kir ku piştî qetilkirina Tahir Elçi ew her sal, li ber Mînareya Çarling kom dibin û wî yad dikin. Eren vê kombûnê wekî nîşaneya qedrê mîrateya Tahir Elçi dibîne.

Eren bal kêşa ser wê çendê ku dema her kesek bêdeng dibû li hemberî şer û pevçûnên li vî cihê dîrokî, Elçi hişyarî dida xelkê ku şer û nexweşî li ber derî ne. Serokê baroyê destnîşan kir ku ev 8 sal in hêj faîl nehatine cezakirin û edalet bêdeng maye. Eren destnîşan dike ku bi roleka aktîf ya civakî û îradeya sîyasetê mimkun e rastîya suîkasta Tahir Elçi derkeve meydanê. Nahit dibêje cînayetek nîne ku dewlet nekaribe aşkere bike, cînayeta ku dewletê aşkera nekirî heye.

Eren beyan dike ku heyat û kuştina Elçi bi qedera ax û civaka me ve girêdayî ye. Nahitî bal kêşa ser wê yekê ku îradeya sîyasî û mehkemeyan sekneka çawa hebe jî ew dê dev ji doza xwe ya ronîkirina kuştina Elçi bernedin û ew dê li ber xwe bidin.

Türkan Elçiyê destnîşan kir ku ew carek din li ber mînareya çarling kom bûne ji bo ku ew li ser wê derewa bi lingên minareya çarling ve zeliqîye bisekinin. Türkanê beyan kir ku ew ji bo edaletê kom bûne.

Wê destnîşan kir ku Tahir Elçi li vê kolanê, ji bo ew kesên zilm dîtine û yên di xewa xefletê da ne nîşan da ku li vî welatê tarî li ronahîyê bigerin.

Türkanê dîyar kir ku ew sîstema zilmê bi wan dide jibîrkirin divê bizane ku êşa wan wekî duh li bîra wan e û hevdîtinên wan yên li ber mînareyê dê roj bi roj wan zêdetir bike.

Erinç Sağkan xemgînîya xwe wiha destnîşan kir ku ew, dema gava xwe diavêje vê kolanê ew ji xwe şerim dike. Lêbelê Sağkan dîyar kir ku ev şerim divê ne şerma wî be, divê şerma wan kesan be yên ku ji vê kuştinê ra bêdeng mane û nexwestine bibînin.

Herweha wî dîyar kir ku ew ezabê dikêşe. Lêbelê ew beyan dike ku ev ezab jî divê ne ezaba wî, ezaba wan be yên ku ev 5 sal in darizandin nekirine. Ew hatina xwe ya wê kolanê wisa dibîne ji bo ku sîstem bizane, ew ne 8 salan lê 80 salan jî dev ji doza xwe bernadin heta berpirsên kuştina Tahir Elçi aşkera dibin.

Di çarçoveya bernameyê da Tahir Elçi saet 13:45an li ser gora xwe hat yadkirin. Saet 15:00yan jî bi beşdarîya Erinç Sağkan, Nahit eren, Prof. Philip Leach û Irma Van Der Berg li ser mijara Bêcezatî û Mafê Mirovan panelek hat dayîn.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir