Eynî nola Bajarvana Parîsê Anne Hidalgo gotî, li sosyal medyayên Kurdên Tirkîyê jî êdî manîpulasyon û malumatên şaş çerx dibin wer, zimanê sîyasetê yê li platforman ro bi ro ji berê pespayetir dibe, bîna kanalîzyonê, bîna axura trolan ketiye her derê.
***
Bajarvana Parîsê Anne Hidalgo ji ”X”a bi navê Twitterê tê zanîn ragihand ku ew ji vê platformê vedikişe.
Hidalgoya ku gorey malumatên li profîla wê, bihara 2009an ketiye Twitterê payîza 2023yan bi 1,5M teqîbçî bû û wê jî 12,7K kes teqîb dikirin.
Di metna xatirxwestinê de, ku bi Fransî û Îngilîzî hatiye belavkirin, Hidalgo mealen dibêje Twitter bi hesabên anonîm bûye axurê trolan û ew ne mecbûr e li vê kanalîzasyonê li ber xwe bide.
Gorey gotina Hidalgo êdî li Twitterê tiştên rast ne, lê jiber algorîtmayan manîpulasyon û malumatên şaş çerx dibin û demokrasî pûç dibe, bêmehne dimîne li platformê.
Sosyal medyayê, xususî Facebook û Twitterê, di serî de jibo komên mîna Kurdên Tirkîyê kir ku ew xwe bigihînin hevdu, ji hevdu re binivîsin, hevdu gur û geş bikin.
Jiber ku wan çaxan hîn hêzên mezin tam neketibûn Facebook û Twitterê û kontrol bi destê xwe nexistibûn, Kurdên Tirkîyê li wan platforman nisbeten hin azadîyên ku li heyatê nedîbûn li sosyal medyayê dîtin, lê pir neajot.
Bi qasî hêzên mezin ketin Facebook û Twitterê û kontrol tam bi dest xwe xistin, bi hesabên anonîm Kurdên Tirkîyê jî bi hev ketin, geşkirin çû, reşkirinê destpê kir.
Eynî nola Bajarvana Parîsê Anne Hidalgo gotî, li sosyal medyayên Kurdên Tirkîyê jî êdî manîpulasyon û malumatên şaş çerx dibin wer, zimanê sîyasetê yê li platforman ro bi ro ji berê pespayetir dibe, bîna kanalîzyonê, bîna axura trolan ketiye her derê.
Êdî wext hatiye em his û pisên xwe rakin, bar kin ji xwe re herin cihne nû bibînin. Berî werin hêzên mezin, berî biherime li me kêf.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.