Hawara Hunerê

14/06/2024

Tabloya Guernicayê, genosîda Cihûyan û gelek qetlîamên din bi rêya hunerê hewar û qêrîna xwe bilind kirin û gihandin dinyayê. Gelo em ê karibin hunerekê ava bikin ku pê hewar û qêrîna xwe bilind bikin? Gelo em ê karibin wek Guernicayê, xerabkirina gund û bajarên xwe nedin jibîrkirin? Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Licê wê di kîjan tabloyê de cih bigrin? Ji bo zilm û zora li gund û bajarên me hatine kirin, divê em çend rengan li nav hev bixin?

***

26ê Nîsana 1937an, li Îspanyayê, bajarokekî bi navê Guernicayê hat bombekirin. Li Guernicayê bi hezaran insan hatin kuştin, bajarok ji binî ve xerab bû, kevir li ser kevir nema. Em navê Guernicayê ji ku dizanin? Guernica li ku ye? Gelo em dikarin li ser nexşeya cîhanê, cihê wî nîşan bidin? Ji me çiqas dûr be jî em navê Guernicayê dizanin, haya me ji bombebarana bajarokî heye û haya me ji qetlîama li wir pêk hatiye jî heye. Li dinyayê belkî bi hezaran bûyerên bi vî şiklî qewimîne. Gelek gund û bajar û bajarok bi bombebaranan hatine xerabkirin. Lê navê Guernicayê, tim wek sembolekê, di hişê insanên cihanê de cih girtiye. Çima? Ev sedema ku navê Guernicayê nade jibîrkirin çi ye? Çawa dibe, ku piştî 87 salan, hîn jî gava navê Guernicayê em dibînin an dibihisin, êş û qêrîn û hewara insanên bin bombebaranê tên guhên me? 

Wênesaz Pablo Picasso, gava Qetlîama Guernicayê dibihîse, ji bo zilma li hemwelatiyên wî hatiye kirin, neyê jibîrkirin, tabloyekê xêz dike. Tabloyeke reş û spî û têra xwe bi êş. Insanên bêçare, perçeyên laşê insanan, ajalên hatine kuştin… Gava meriv li tabloyê dinêre, hewar û qêrîna insanan tê guhê me. Weke ku balafirên şer hîn jî bombeyan bi ser wan de berdidin û insan dixwazin ji nav şer, ji nav tabloyê xelas bibin. Em çavê insanan dibînin. Li me dinêrin, destê xwe dirêj kirine û dibêjin werin hewara me. Tabloya Guernicayê, ewqas bi hêz bû ku nehîşt ew qetlîama mezin bê jibîrkirin. Em tabloyê nebînin jî, gava navê Guernicayê derbas dibe, ew zilm û zora li wir hatiye kirin tê hişê me û em li ber hewar û qêrîna insanên Guernicayê dikevin. Em, êş û jana wan parve dikin. Tabloyeke çawa dikare bandoreke ewqas mezin çêbike? Çawa dikare, êşa  bajarokekî biçûk li cîhanê belav bike? Kîjan firçe û boyax dikare qetlîama Guernicayê di hişê bi milyonan insanan de xêz bike? Bi rastî jî huner ewqas bi hêz e? Huner dikare ji bo êş û azara me bibe dengek û li cîhanê olan bide?

Huner, wek îfadekirina hestên mirovan, bi hezaran salan e di jiyana me de cih digire. Kêf û şahî, xemgînî, mirin, evîn, tirs, xerîbî… Gelek hestên mirovan, bi berhemên hunerî hatine îfadekirin. Berhemên hunerî, her çiqas wek objeyên estetîk bên dîtin jî, huner, hêzeke xurt di nav xwe de dihewîne. Em çîrokên hezar sal berê, keseyatiyên dîrokî, evînên mezin û tiştên din, gelek caran bi rêya hunerê dibînin û dibîhîzin. Û qetlîaman jî! Kuştin û mirin û neheqiyên hatine kirin jî di hunerê de cih digrin. Ew êş û xemgîniyên di berhemên hunerî de tên îfade kirin, bi peyvên nav pirtûkan, rengên nav tabloyan, kevirên peykeran û bi notayên muzîkê tên, wek tîreke tûj li dilê me dikevin û di mejiyê me de olan didin. Gelo sedema nejibîrkirina Qetlîama Guernicayê jî ev e? Gelo ji ber ku li ser hestên me bandoreke ewqas mezin çêdike, ji ber wê êşa Guernicayê hîn jî zindî ye? Gelo, loma bi milyonan insan, dizanin ka Guernica çawa hatiye xerabkirin û zilmeke çiqas mezin li wir pêk hatiye? 

Wekî tê zanîn, di Şerê Cihana Duyemîn de, ji aliyê Naziyan ve bi milyonan Cihû hatin kuştin û şewitandin. Hemû dinya niha ji Genosîda Cihûyan ya ji aliyên Naziyan ve hatiye kirin, xeberdar e. Haya dinyayê ji vê qetlîamê çawa çêbû? Zilm û zora li Cihûyan hatiye kirin, çawa di nav pelên dîrokê de wenda nebû û tim geş ma? Bi siyasetê? Bi qanûnan? Bi belgeyên dîrokî? An jî bi hunerê? Li vir bandora sînemayê derdikeve pêşberî me. Sînema wek beşeke hunera modern, dikare xwe bigihîne bi milyonan insanan. Ji bo wahşeta li qampên Naziyan, li Cihûyan hatiye kirin bê bihîstin jî, sînema wek hêzeke mezin hat bikaranîn. Gelek fîlm li ser Genosîda Cihûyan hatin kişandin û li dinyayê belav bûn. Bi van fîlman em dizanin ku di dema Naziyan de wahşeteke çawa mezin li Cihûyan hatiye kirin û bi milyonan Cihû çawa hatine kuştin. Ji van fîlman yek jî fîlma “Inglorıous Basterds” e.  Fîlm ji aliyê derhêner Quenatin Tarantino ve hat kişandin. Her çiqas mijara fîlmê genosida Cihûyan be jî,” Inglorıous Basterds” bi tarz û naveroka xwe ji fîlmên din hinek cuda ye. Malbata serlehengê fîlmê Shosanna Dreyfus, ji aliyê Naziyan ve tê kuştin. Shosanna Dreyfus bi awayekî ji destê Naziyan xelas dibe, direve û bi nasnameyeke nû, sînemayekê vedike. Rojek ji bo temaşikirina fîlmekê, ji Naziyan gelek leşker û general tên Sînemayê. Shosanna ji bo hilanîna heyfa malbata xwe, sînemayê dişewitîne. Li vir dîmena herî balkêş ev e ku agir ji perdeya sînemayê dest pê dike. Belkî bi vî awayî derhêner dixwaze bêje ku me bi rêya sînemayê heyfa xwe ji Naziyan hilat! Belkî dixwaze bêje wahşeta li Cihûyan hatiye kirin, bi agirê sînemayê, li dinyayê belav bû! 

Guernicayê, genosîda Cihûyan û gelek qetlîamên din bi rêya hunerê hewar û qêrîna xwe bilind kirin û gihandin dinyayê. Gelo em ê karibin hunerekê ava bikin ku pê hewar û qêrîna xwe bilind bikin? Gelo em ê karibin wek Guernicayê, xerabkirina gund û bajarên xwe nedin jibîrkirin? Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Licê wê di kîjan tabloyê de cih bigrin? Ji bo zilm û zora li gund û bajarên me hatine kirin, divê em çend rengan li nav hev bixin? Gelo em ê karibin navê gund û bajarên me yên hatine xerabkirin û şewitandin wek Guernicayê li dinyayê belav bikin û zindî bigrin? Em ê karibin di fîlmekê de hewar û qêrîna zarokên di nav şewata Sînemaya Amûdê de bigihînin dinyayê? Kîjan huner dikare bêhna sêvê ya li Helebçê belav bike? An sêdareyên li Mehabadê û li Ûrmiyeyê hatine vegirtin, dikarin bi firçeyekî stûxwar bên xêzkirin? Gelo deng û rengê me wê ji bo vana têr bikin? Berî ku hewar û qêrînên me, di nav tarîtîya dîrokê de wenda bibin! 


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Murad Dildar

Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.

Te ev dîtıne?

Tirs

‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna

Notên Hefteyê: Here here hindî tu çûyî!

I. Befr/Berf Vê hefteya borî befir/berfa ewil ya demsalê barî şikir. Dibejin

Romana Kurdî û Rexne-2- : Bextîyar Elî, Cemşîd Xan û Supermenê Kurdan

“Miheqeq yekî/ê îftîra avetibû stûyê Josef K. herçiqas tiştekî xirab nekiribe jî,