Ruhê Welatê Suomî

Refah û bextewarîya welatekî, rûmet û şerefa civatekê, bi îrade û xwestina xelkê wî welatî ve girêdayî ye. Miletekî reben eger xwe di destê ruhê xwe yê pîs de berdabe, temamê lîderên dinyayê ji wî miletî re pêşengîyê bikin jî, xelasîya wî miletî tune ye. Lê eger di ruhê miletekî de xwesteka serfirazîyê hebe, ew milet dê ji nav xwe hetmen qehremanên xwe derxîne û dê bigihê xweserîya xwe ya rûmetdar.

***

Min hê di heştsalîya xwe de kitêba Grigory Petrov (1866-1925) Zidari Života ku bi navê Beyaz Zambaklar Ülkesinde ji bo Tirkî hatiye wergerandin di destê malima xwe de dîtibû lê xwendina wê ji vir deh sal berê bû qismet. Wê demê, min di nivîsa edîtor ya rojnameya Newepelê de behsa wê kiribû (Newepel, Hj. 66, Tebax 2014, Diyarbekir)

Nivîskarê kitêbê Grigory Petrov rûs e, di sala 1866an de li Petersburgê hatiye dinyayê. Li Rûsyayê piştî ku ji Akademîya Îlahîyatê mezûn dibe li kilîseyê dest bi keşetîyê dike û di hinek mekteban de jî ders dide. Ji ber ku ji beyankirina fikrê xwe hez dike, li gelek kovar û rojnameyan jî dinivîse, konferansan dide. Lê muhafezekarên kilîseyê ji ber fikrên wî keşetîyê ji dest digirin û wî dişînin surgunê. Dû re, bolşevîk jî tehdayê lê dikin, lewre di dema îhtîlala bolşevîkan de bi tena derpêyan û bi lingên xwas di deqîqeya dawîn de xwe digihîne dawîtirîn keştîya ku ji Rûsyayê derdikeve. Demekê li Gelîboluya qezaya Çenaqelayê dimîne, ji wir xwe digihîne Yugoslavyayê. Qralîyeta Yugoslavyayê cewhera di wî de ferq dike û bi payeya profesorîyê wî ji bo Unîversîteya Belgradê tayin dike.

Grigory Petrov di dawîya salên 1800an de gelek car çûye Fînlandîyayê. Di van seyahetan de ji nêzik ve bala xwe daye ser rewşa Fînlandîyayê, tiştên ku dîtine not kirine. Dû re, kitêba xwe ya muhteşem Zidari Života bi zimanê Sirbî nivîsandiye û di sala 1923yan de li Saraybosnayê weşandiye.

Zidari Života tê manaya “Avakarên Jîyanê”. Kitêb cara pêşî li zimanê Bulgarî hatiye wergerandin û di sala 1925an de bi navê “V Stranata Na Belite Lilii” (Li Welatê Sosinên Sipî) hatiye weşandin. Piştî ku li Bulgarîstanê eleqeyeka gelek mezin dibîne, hingê Ali Haydar Taner (1883-1956) ku bi eslê xwe tirkê Bulgarîstanê ye, di sala 1928an de ji zimanê Bulgarî werdigerîne ser Tirkî û bi navê “Beyaz Zambaklar Memleketinde” bi alfabeya Erebî diweşîne. Paşê, di sala 1930î de transkrîbeyî alfabeya Latînî ya Tirkî dikin. Kitêb gelek bala roşinbîr û îdarekarên Tirkîyê dikişîne. Mesela, ji ber ku di kitêbê de behsa xelkê Fînladîyayê dibe, roşinbîr û nivîskara tirk Şükûfe Nihal (1896-1973) piştî xwendina vê kitêbê diçê Fînlandîyayê û di vegerê de kitêba xwe ya bi navê “Finlandiya” di sala 1935an de diweşîne.

Di sala 1936an de Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyê çapkirina kitêba Beyaz Zambaklar Ülkesinde digire ser xwe û ji bo maliman bêheq belav dike. Mistefa Kemal bi xwe emir dide ku ev kitêb di mufredata mektebên leşkerî de cih bigire. Dibêjin slogana “Sağlam kafa sağlam vucutta bulunur” ji vê kitêbê, ji ber gotina Grigory Petrovê ku dibêje “Ruhê tendurist di wicûda tendurist de dibe” hatiye çêkirin. Rojnameya Cumhuriyetê di sala 1960î de di nav efserên tirk de anketek çêdike, hema bibêjin bersiva hemîyan a pirsa “Ji kitêbên ku te xwendine kîjan li ser te zêdetir tesîr kir?” yek e: Beyaz Zambaklar Ülkesinde.

Îdarekarên Tirkîyê, ruh û fikrên ku di kitêbê de tên behskirin, ji bo ku li Tirkîyê jî tetbîq bibin, di Programa Pêşveçûnê (Kalkınma Programı) de cih didin vê kitêbê. Ji sala 1928 û vir de, kitêba wergerandî ku li Tirkîyê zêdetirîn hatiye çapkirin û xwendin ev kitêb e.

Kitêb behsa çi dike?

Miletê Fînlandî ku hem ji bo xwe hem ji bo welatê xwe dibêje “Suomi” (peyva “suomi” tê manaya “welatê avzêm”; bi Tirkî “bataklık ülke”) mîna me kurdan, tu car serbixwe nebûye. Çawa ku Kurdistana me di navbera Usmanîyan û Safewîyan de wek sînorekî tebiî bû, erdê Fînlandîyayê ku dikeve jorê bakurê Ewropayê jî di navbera Rûsyayê û Swêdê de keleh yan jî sînorekî tebîî bû; di tarîxê de geh li jêr desthilatîya swêdîyan, geh di bin hukmê rûsan de maye. Dawîtirîn, Rûsyayê di sala 1808 de Fînlandîya wek eyaleteka xwe îlan kiriye û ji bo ku suomî bikarin xwe îdare bikin qeyserê Rûsyayê Aleksandrî (1777-1825) hinek îmtîyaz bo wan nas kirine. A ji wê demê ve, qet nebe di nav xwe de, wan bi xwe xwe îdare kirine. Li Fînlandîyayê li ser navê medenîyetê tu tiştek tune bûye, çandinî jî bi hezar zor û zehmetîyê bûye. Zimanê wan jî, eynî mîna Kurdîya me, zimanekî pirrlehçeyî, hetta ji yê me jî wêdetir, di bin tesîra zimanê Swêdî û Rûsî de zimanekî prîmîtîv bûye.

Grigory Petrovê ku dibêje her kesek divê bibe avakarê jîyana xwe; zora ruhê xwe yê xirab û nexweş bibe û ruhê xwe yê xweşik derxe meydanê, di kitêba xwe de nîşan dide ku miletekî bindest û perîşan çawa dikare rabe ser piyan, çawa dikare kultureka bilind biafirîne, nasnameyeka neteweyî çêbike û welatê xwe bike yek ji mirefehtirîn welatên dinyayê.

Grigory Petrov dibêje eger di miletekî de qehremantî û xasîyetên mezinahîyê hebin, ew milet dê teqez mîna birûskê bişirqe û ji nav xwe qehremanan derxîne. Lê eger miletek tenê ji telpeyek ewrê kêmav çêbûbe, wê demê, tu hêzek nikare ji wî ewrî birûskê bibirisîne. Refah û bextewarîya welatekî, rûmet û şerefa civatekê, bi îrade û xwestina xelkê wî welatî ve girêdayî ye. Miletekî reben eger xwe di destê ruhê xwe yê pîs de berdabe, temamê lîderên dinyayê ji wî miletî re pêşengîyê bikin jî, xelasîya wî miletî tune ye. Lê eger di ruhê miletekî de xwesteka serfirazîyê hebe, ew milet dê ji nav xwe hetmen qehremanên xwe derxîne û dê bigihê xweserîya xwe ya rûmetdar. Nivîskar, wek delîl têkoşîna welatekî piçûk, feqîr, natiwana û bêîmkan Fînlandîyaya ku wê demê du milyon nifûs bûye nîşan dide ku çawa ji nav xwe qehreman, yanî avakarên jîyanê derxistine.

Gregory Petrov, di kitêba xwe de, lîdertîya pêşveçûna miletê Suomî di navbera karakterên ji hev cihê de parve dike; yanî, mîna me kurdan, roleka îlahî nade kesekî û pêşveçûnê tenê nake para yekî. Ew, bala me dibe ser ewrên xurt yên di ruhê miletê suomî de ku ev ewr çawa gihane hev û ji wan çawa birûskên xurt birisîne: Snelman, bi zimanê Suomî rojname derdixe, nivîsan dinivîse, li her derê konferansan dide. Doktor, diçe li gundan digere, kultura tenduristîyê ava dike. Makdonaldê keşîş, di warê xwe de waezan dide. Dikandar, dibe bazirganekî mezin. Diz û mêrkujekî adî, li ser exlaqekî paqij dibin karmendên navdewletî. Dêûbav û zarok, efser û leşker, malim û xwendekar, dewlemend û feqîr, bajarî û gundî; her kes, hemî suomî, hemî xelkê welatê Suomî ruhê xwe yê xweşik şiyar dikin. Ne ku dewlemendîya bi mal û pere, mezinkirina ûrê zik, dizî û tolazî, kuştin û quretî; na, eksê vana, xwendin û zanîn, pêşveçûn û mitewazîtî dibin moda; bilindkirina kultur û nasnameya netewe û welatê Suomî dibe armanca sereke ya her suomiyekî…

Fikrên ku Grigory Petrov di kitêbê de derdixe pêş, ji wan fikrên îdeolojîk ku însanan ji rê dibin û ji însanîyetê derdixin nînin; di felsefeya Grigory Petrovî de şîdet tune ye, tehekumkarî tune ye; nîjadperestî û faşîzm jî tune ne. Grigory Petrov dibêje “Dewlet, malbata mezin ya miletekî ye.” Fikrê Grigory Petrovî li ser hezkirina ji welêt, li ser hezkirina xweşikîyê, li ser heyranîya rindîyê hatiye danîn. Li gorî Grigory Petrovî, her kes dikare di hindava xwe de bibe mîsyonerekî kultura xwe; her kesek di hindava xwe de dikare bibe mîmarê xweşikî û bedewîya xwe û miletê xwe û welatê xwe…

* * *

Min tim meraq kiriye ku ev tirk di xizmeta milet û welatê xwe de çawa motîve dibin, tiştê ku di wezîfeya ji bo dewletê de wan ewçend konsantre dike çi ye; di paşxaneya wî ruhê wan ê zindî û ew eşqa wan a wezîfeyê de çi heye. Bêguman gelek faktor hene, lê yeqîn bin, para vê kitêbê hindik nîne.

Tirkan li gorî îhtîyacê xwe ji vê kitêbê îstîfade kiriye, yanî wan fikir û ruhê ku kitêb dide adapteyî stratejiya jîyana xwe ya komelayetî kirine. Çimkî pêşengên wan ji wan re stratejî danîne, yanî ew, bi rastî jî xwedîyê stratejîyekê ne, lewre ji her kitêbekê, ji her îdeolojîyek yan jî çi tiştekî din be, ew dikarin li gorî îhtîyac û armanca xwe îstîfade bikin.

Herçî em in, em dev ji stratejîyê berdin, de wisa hesab bikin, em sed sal piştî wan bi kitêbeka wisa dihesin!