Foto-nûçe: Kes nayê hawara me!

15/03/2023

Riha piştî erdhejên 6ê Sibatê bi berbanga 15ê Adarê re bi lehîyê hisîya. Di serî de Tiktok, vîdyoyên milet ji platformên sosyal medyayê belavkirin di saetên pêşî de mezinîya trajedîyê dan dinya alemê. Jêderên resmî li Riha hejmara mirîyên lehîyê yek li yek zêde kirin û ber bi êvarê re deh teqle kirin.

Foto: Omer Faruk Baran – BotanTimes / Ruha

Lehîyê li merkeza Riha dar û ber, însan û erebe dabû ber xwe, ji lêmiştekê fereke şimikekê.

Foto: Omer Faruk Baran – BotanTimes / Ruha

Avê qeydên nexweşên nexweşxaneyekê, ku îzin nedan ku em fotograf û vîdyo bikişînin, avêtibû derve.

Foto: Omer Faruk Baran – BotanTimes / Ruha

Zarok geh bi lîsk geh bi girî bi tirs û xof li dora malên xwe bûn.

Foto: Omer Faruk Baran – BotanTimes / Ruha

Ji wan zarokan yek ji hindur malê avê derdixe û li ziqaqê ro dike.

Foto: Omer Faruk Baran – BotanTimes / Ruha

Mexdûrên lehîyê bi piranî li Eyubîye û Halîlîye ne ku her du jî li merkeza Riha ne.

Foto: Omer Faruk Baran – BotanTimes / Ruha

Ereb, Kurd û Tirk in mexdûrên lehîyê. Hinek mexdûr bi sekneke sîyasî dibêjin em ji hikûmet û dewletê razî ne, afat mezin e û ev rewş jî normal e.

Foto: Omer Faruk Baran – BotanTimes / Ruha

Hinek jî dibêjin êvar e, ne ceyran e ne çira ye, ji sibe ve em çiqas telefon dikin kes nayê hawarê, em tenê man, di tarîyê de man.

Foto: Omer Faruk Baran – BotanTimes / Ruha

Fotograf û nivîs Omer Faruk Baran, Ruha

Edîtor: Murat Bayram, Diyarbekir

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

NOTÊN HEFTEYÊ: Xwedî dernekevin!

I. Jibîrkirin Jibîrkirin nîmeteke mezin e. Bînin bîra xwe, her tiştê ku

DESTHILATDARIYA TEQWÎMÊ- II

*Ev nivîs, dewama nivîsa “Desthilatdariya Teqwîmê” ye Dîrok, her çiqas sal û