Ayetek ji Kitêba Hêviyên Şikestî: ‘Ji Feqîran Hez Nakin’

Ayetek ji Kitêba Hêviyên Şikestî: ‘Ji Feqîran Hez Nakin’
Ayetek ji Kitêba Hêviyên Şikestî: ‘Ji Feqîran Hez Nakin’
Serdar Şengül

Gelo me di kîjan merhaleya şerên xwe de xaniyên bi dîwarên bilind ava kirin û feqîr ji nav xwe derxistin? Û helbet îqtidara ku me bi dest xistî kîjan perçeyên neteweyî anîn ba hev û kîjan ji hev dûr xistin?

***

Zivistana 2006an bû. Berf li kolanan hukumferma bû û wekî lihêfeke spî bajêr pêçabû. Di bin hukmê berfê de herkesî serê xwe xistibû di bin çengên xwe de û lez dabûn pêngavên xwe û bê çav û bê serî diçûn malên xwe da ku xwe ji berf û berfistanê bisitirînin.

Li asîmanan govenda berf û bayî her dewam bû. Ez ji kar derketibûm û hêdî hêdî ber bi malê ve dimeşiyam. Gava gihiştim kolana Ekincilerê ba ewqas bi lez û bez dihat ku qey dixwest hemû erdî, tevî însanan ber bi esmanan ve bikêşe û belav bike. Min piyên xwe qewî li erdê xistin, serê xwe ji binê çengê xwe derxist û li derûdorê nihêrt da ku rêyekê bibînim. Wê kêliyê, çavên min bi pîrejinekê ket ku li ser peyarê çok vedabû. Herkes di ber wê re derbas dibû, lê weka ku wan ew nedidîtin, bala xwe nedidanê.

Min hêz da çokên xwe û ber bi wê ve meşiyam. Pîrê sergiyek raxistibû li ber xwe û benîşt difirotin. Fîstanê ji çîçekên zer, êlekeke gewrik li xwe kiribû û kitanê spî berdabû ser. Kartoneke tenik xistibû binê xwe. Wisa matmayî li pêşiya xwe dinihêrt. Heke car caran bi destên xwe benîştên di sergiya xwe da tevlihev nekirina, meriv digot qey ew heykeleke ji qeşayê ye. Li ber wê sekinîm. Weka ku ji xewnekê hişyar bûbe, serê xwe hêdî hêdî rakir û li min nihêrt. Min çok da ber wê û got:

– “Pîrê, benîştên te bi çi ne?”

Qey zimanê wê ji ber seqemê di devê wê de qeşa girtibû û nikaribû bilîvine, bi zorê û bi dengekî ketî got:

– “Layê min, teneya wê pênc lîra ye.”

– “Di qutiyê de çend heb hene?”

– “Tam nizanim lê herhal nêzî sedan e.”

– “Ez wan gişa bistînim û hezar lîra bidim te, dibe?”

Çavên xwe beloq kirin û li min nihêrî, lêvên xwe gez kirin û got:

– “Ma qet dibe kurê min! Heqê wan çi ne? Ma ne pênc sed lîra ye, çima tu hezar didî min?”

– “Qurbana te! Ez jî layê te me, destûr bide min ez pereyê zêde bidim te.”

Bi destên xwe yên ku ji ber seqemê reş û şîn bûbûn, pêlava min girt û got: “Qet dibe!? Ez qerwaşê diya te me, wer meke! Heqê min bidî, besî min e.”

Hêsîrên min zor didane qirika min, heke min hêsîrên xwe berdabûna, tevî min bajêr hemî didan ber xwe û dê em bi xwe re biribûna. Min got: “Baş e, bila wekî gotina te be yadê. Ez li şaredariyê dixebitim, çawa dikarim alîkariya te bikim viya bêje min.”

Sekinî û got:

– “Zabita destûrê nadin ku ez li ser koşeya bankayê bisekinim. Eger ji te tê ji wan re bibêje bila tev li min nebin, ez ji xwe re li ser vê koşeyê bisekinim.”

– “Ser çavê min. Ez ê bejim.”

Min benişt kirîn. Pîrê pereyê xwe wergirt, kartona xwe kir du qat, xist bin çengên xwe û di bin berf û bahozê de hêdî hêdî meşiya û ji çavan dûr ket. Xweda li herî jor bû qaşo ku zû de ye terka me kiribû; însan li erdê mîna berfên li ber bayê belavela bûn. Ez li pey pîrê mat mam. Piştre min hemû neçarî û şerm û fediyên xwe danîn ser milê xwe û wisa stûxwar ez ber bi malê ve meşiyam.          

Roja din ez çûm cem zabiteyan û min behsa pîrê ji wan re kir. Wan got: “Em wê nas dikin û jixwe em tev li wê nabin. Lê ew dîn e. Li cihekî nasekine. Dîsa jî em wê koşeya bankayê bidin wê.”

Gotin çi hêsan e. Xuya ye, ew zabita ji dûrahiya di navbera aqil û dînbûnê de bê xeber in ku ew dûrahî rûpela pêşgotina dîroka me ye.

Êvara heman rojê min solên xwe kirin keştiyê û di nav deryaya berfê re derbas bûm da ku xwe bigihînim heman cihê ku min pîrê lê dîtî. Lê pîrê ne li wê derê bû. Çend roj ser hev ez çûm heman cihî, bi hêviyê ku wê bibînim lê pîrê nehat. Min ji zabiteyan pirsî lê wan jî mala pîrê nedizanîn.   

Çend meh şûnde, min pîrê li koşeya stadyûma kevn dît. Ser piya bû û pişta xwe dabû dîwarên lojmanê, berê rûyê wê li kolanê bû. Kela dilê min rabû. Çûm bal pîrê. Min silav dayê û qey mizgîniyeke mezin didim (!) min got: “Pîrê ma tu li ku yî? Te ez nas kirim, min ji te benîşt kiribûn?” Min ji zabitayan re got. Tu çima neçûyî koşeya bankayê?”

Bêdeng bû. Gava min li çavên wê mêze kir min dît ku ne li çavên wê ne jî guhên wê li ser min bûn. Bi tirseki mezin li min nihêrt û bi dengekê nizm weki sirrekê nepenî bibêje min, got: “Ez ê tiştek ji te re bêjim lê ji kesî re nebêje.”

Ez şaş mam. Min got:

– “Bêje yadê, çi ye?”

– “Sond bixwe! Ser navê Xwedê û Mihemmed Mistefa sond bixwe! Tu ji kesê re nebêjî.”

 Min bi tirs got:

– “Temam e yadê! Sond û peymana Xwedê, ka de bêje çi ye.”

– “Min bi çavên xwe dîtin. Qefle bi qefle însanan top dikin, têxin otobusan, jin û mêr destên wan diqufilinîn û ji bajêr derdixin.”

– “Kî wisa dike Yadê?”

– “Nizanim, Belediye ye yan Vilayet e yan…”

– “Baş e, çima ji bajêr derdixin?”

Sekinî û got: “Ji feqîran hez nakin layê min, jin û mêrên feqîr digirin, destên wan diqufilînin û ji bajêr derdixin û dikujin.”

Wekî ku tîrek li sînga min bikeve ez ji dest û piyan ketim. Min çavên xwe xistin li nav çavên wê da ku ayetên şikestin û tirsê ji nêz ve bixwînim. Bi destê min girt û got: “Te sond xwariye! Qerwaşê diya te me, ji kesî re nebêje, min jî nekujin!”

Ji wê rojê pê ve çendîn pirs xwe li çeperên serê min dixin heta ku min gêj dikin:

Gelo me di kîjan merhaleya şerên xwe de xaniyên bi dîwarên bilind ava kirin û feqîr ji nav xwe derxistin? Û helbet îqtidara ku me bi dest xistî kîjan perçeyên neteweyî anîn ba hev û kîjan ji hev dûr xistin?