Rojnameger Kadrî Esen hatiye berdan

16/04/2022

Xwediyê îmtiyaza rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen bi doh serê sibehê (15.04.2022) hatibû bi gelek kesan re hemdem hatibû desteserkirin, piştî ku îfadeyê wî hate girtin, îro hate berdan. Rojnameger Kadrî Esen di çarçoveya lêpirsîneka ji alîyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin, di serdegirtina malê de hatibû desteserkirin.

Tevî ku di daxuyaniya dozgeriyê hatibû gotin lêpirsîn di çarçoveya “Newrozê” de hatiye birêvebirin jî lê polîsan “tawanbarî-sûcdariya” parvekirina nûçeyên Esen ên di Facebookê de araste kirine.  Di îfade girtinê de ji Esen parvekirinên wî yên Facebookê yên di sala 2016an de ku derbarê qedexeyên derketina derve ya li navçeya Dêrika Mêrdînê û navçeya Hezexa Şirnexê jê hatine pirsîn. Her wiha parvekirinên wî yên li ser medya dîjîtal ên derbarê Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de jî hatine pirsîn. Esen di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku parvekirinên wî yên li ser medya dijital di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de kiriye.

Tê zanîn ku Kadrî Esen îsal tevlî pîrozbahiya Newrozê nebûbû û roja newrozê li cihê xwe yê kar nûçe şopandine û parve kirine.

 Esenî piştî îfade da û kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê hatiye berdan. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Li Edlîyeya Batmanê Tundîya Polîsan

Weşana paşê

Li Zaningeha Artukluyê ya Mêrdînê ji bo beşa Ziman û Çanda Kurdî bernameya Doktorayê vebûye

Te hay ji vê heye?

Lêpirsîn li dijî rojnameger Oznur Degerê dest pê kiriye – bianet

Serdozgerîya Komarî ya Mêrdînê li dijî

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di

DFGyê rapora meha hezîranê ya binpêkirina mafên rojnamegeran belav kir

Botan Times temamîya rapora DFGyê diweşîne.