Li Zaningeha Artukluyê ya Mêrdînê ji bo beşa Ziman û Çanda Kurdî bernameya Doktorayê vebûye

Li Zaningeha Artukluyê ya Mêrdînê ji bo beşa Ziman û Çanda Kurdî bernameya Doktorayê vebûye
Li Zaningeha Artukluyê ya Mêrdînê ji bo beşa Ziman û Çanda Kurdî bernameya Doktorayê vebûye
Vahdet Uçar
  • 16 Nisan 2022 12:30

Li gor agahîyên me ji akademîsyenên beşa Ziman û Edebîyat Kurdî – Ziman û Çanda Kurdî yên Zaningeha Artukluyê standî bi biryara ku îro ji YOKê bo enstîtuyê re hatî dê Beşa Doktorayê ya Ziman û Çanda Kurdî vebe.

Hate zanîn ku berî demekê zaningehê bi biryara Enstîtuyê serî li YOKê daye ku beşa doktorayê ya beşa Ziman û Çanda kurdî vebe. Îro (16.04.2022) jî ji teref YOKê bersiveka erênî ji bo vekirina bernameya asta doktorayê hatiye. Ku YÖK “Lijneya Bilind a Perwerdeyê” ya Tirkîyeyê ye û di derbarê perwerdeya bilin de her raye di destê vê lijneyê de ye.

Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî yekem car di sala 2010an de li Zaningeha Artukluyê ya Mêrdînê vebûbû. Heta niha di bin banê Fakulteya Edebîyatê de bernameya lîsansê ya Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî hebû û di bin banê Enstîtûya Zimanên zindî de jî bernameya lîsansa bilind ya Ziman û Çanda Kurdî hebû. Bi vê biryara îro êdî dê bernameya Doktorayê jî ji bo heman beşê hebe.