Li Edlîyeya Batmanê Tundîya Polîsan

Li Edlîyeya Batmanê Tundîya Polîsan
Li Edlîyeya Batmanê Tundîya Polîsan
Botan Times
  • 15 Nisan 2022 09:19

Parêzer Orhan Alphanê li Baroya Batmanê qeydkirî, gava li dijî îşkenceya li girtîyekî li Edlîyeya Batmanê derket rastî êrîş û tundîya polîsan hat.

Gava Parêzer Orhan Alphan xwest li dijî tundî û îşkenceya li girtîyekî tê kirin derkeve rastî tundîya polîsan hat. Li gor agahîyan, Alphanî xwestîye mudaxeleyî tundîya li qorîdorê edlîyeyê tê kirin bike lê ew bixwe rastî êrîşê hatiye. Polîsan li hemberî mudaxeleya wî heqaret lê kirine û êrîşî wî kirine. Piştî êrîşê Alphanî çûye nexweşxaneya lêkolîn û perwerdehîyê ya Batmanê û rapora derbê standiye. Hate dîtin ku rûyê Orhan Alphan di nava xwînê de maye. Alphanî piştî standina raporê di derbarê polîsan de serîlêdana sûcî kir.

Baroya Batmanê bertek nîşanî bûyerê da:

Li ser bûyera qewimî Baroya Batmanê û parêzerên wê li devê derîyê Edlîyeyê kom bûn û di derbarê bûyerê de daxuyanîyek dane çapemenîyê.

Dema parêzer bi kincên xwe beşdarî daxuyaniya li ber edliyeyê bûn, Serokê Baroyê Erkan Şenses axivî. Şenses gotiye; “Ji bo polîs bê cezakirin em ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Em daxwaz dikin ku wezîfedarê eleqedar bê binçavkirin û girtin. Em naxwazin bifikirin û texeyyûl bikin ku polîsên di nava gel de, li hemberî qerebalixê vê tînin serê parêzerekî çi tînin serê girtîyan.”

Em şermezar dikin’

Şenses di der barê bûyerê de agahî dan û wiha got: “Gumanbarekî ku anîn edliyeyê hewl dida bireve, lê polîsê ku gumanbar girt xwestiye ku li nava edlîyeyê lê bixe. Dema ku hevalên me li hemberî vê yekê îtîraz kirine, alozî derketiye û polîsekî bi serê xwe derb li hevkarê me xistiye.” Şensesî, anîye ziman ku dîmenên kamerayê yên bûyerê hene û îfadeyên şahidên wî zelal in û wiha got: “Parêzer Orhan Alphan ji aliyê polîsekî ve bi serê xwe birîndar bû û wiha got: “Em ji Serdozgeriya Komarê dixwazin ku midûrê têkildar bê binçavkirin û girtin. Em jî naxwazin bifikirin ku polîsekî li nava edlîyeyê ev anî parêzerekî orta çi anibe serê gumanbarên di bin çavan de.” Şenses, anî ziman ku Tirkiye dewleteke hiqûqê ye û got, “Pêdiviya dewleta hiqûqê ew e ku azadiya kesî tune ku sûcan bike. Me daxwaza berhevkirina delîlan ji Serdozgeriya Komarê ya Batmanê kir. Ez hêvî dikim ku tedbîrên pêwîst dê li hemberî polîs bên kirin. Êrîşa parêzeran êrîşa li dijî azadiya civakê ya lêgerîna edaletê ye. Êrîş êrîşa li hemberî azadiya civakê ya lêgerîna mafan e. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin.”

Piştî axaftinê parêzeran bi çepikan êrîş protesto kirin. Piştî daxuyaniyê parêzerên Lijneya Rêveberiya Baroya Êlihê çûn serdana Alphan a li nexweşxaneyê.