Serdozgerîya Komarî ya Mêrdînê li dijî nûçegihana JINNEWSê Oznur Degerê lêpirsîn dest pê kiriye. Lêpirsîn piştî berteka wê ya li hemberî gotinên zayendperest ên polîsekî hatiye destpêkirin.
Serdozgerîya Komarî ya Mêrdînê li ser nûçegihana JINNEWSê Oznur Degerê bi îdîaya ku “heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye” lêpirsîn vedikir. Lêpirsîn rojekê piştî bûyerê dest pê kiriye.
Bûyer çawa qewimî
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê nûçe dişopandin, di encama êrîşa balafireka bêmirov a biçek de hatibûn kuştin. Di dema serdana şîna Bîlgîn a li Midyada Mêrdînê de, polîsekî gotinên zayendperest li Degerê kirine. Li ser vê yekê, rojnameger Degerê jî bertek nîşanî polîs daye.
Piştgirîya MKGê
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li ser mijarê daxuyaniyek daye û wiha gotiye: “Em pergala ku gotinên zayendperest ceza nake û rojnamegeran ceza dike qebûl nakin. Em li gel hevala xwe ne.”
Çavkanî:
- BIA
- Botan Times
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.