Miriyên Bêmezel

Veşartina miriyan, wek qîmetdayîn û qedrgirtina mirovan, tim girîngiya xwe parastiye. Carna ji bo cezakirinê laşên mirovan bê mezel hatine hîştin, carna jî ji bo hurmetdayînê mezel û qubeyên bêhempa hatine lêkirin. Şikefta Şanederê nîşanî me dide ku, rîtuelên veşartinê yên herî kevn, li welatê me dest pê kirine. Gelo tesaduf e, li welatê ku veşartin dest pê kiriye, ewqas miriyên me yên bêmezel hebin? Gelo mumkin e, rojekê ji bo ku em mafê miriyên xwe biparêzin, li ber siya darekê ji wan re mezelekê bikolin û li ber serê wan rûnîn? Em ê karibin viya bikin an ew ê wek “tirsekê” tim di dilê me de bimîne.

***

Mirovan, di nav dîrokê de, bi hezaran salan, gelek berhem li dû xwe hiştine. Ji nav van berheman, belkî yên herî zêde bala me dikşînin, mekanên dîrokî ne. Qesr û qonaxên mezin, perestgehên pîroz, kelehên bilind, tiyatroyên biheybet… Ev mekan, li gor pêdiviyên mirovan hatine ava kirin û bikaranîn. Li gor pêdiviyên jiyana ku em di nav de dijîn! Baş e, lê piştî jiyanê? Gelo ji bo piştî jiyanê, yanî bo mirinê jî mekan lazim in? Eger lazim be, divê taybetmendiyên wan mekanan çawa bin? Mekanên nav jiyanê, li gor pêdiviyên jiyanê, li gor şert û mercên jiyanê hatine plankirin. Lê piştî mirinê? Gelo em dizanin piştî mirinê çi heye? Eger em bixwazin ji bo piştî mirinê jî mekanan ava bikin, em ê li gor çi planan bikin? Li gor kîjan şertan ava bikin? Û pirseke dawî, gelo zindî dikarin bo miriyan mekanan ava bikin?

Piştî van pirsan, bo bersivan an jî bo pirsên nû, em derkevin rêwitiyekê. Em berê xwe bidin bajarê Hewlêrê, hilkişin Çiyayê Bradostê û em bikevin Şikefta Şanederê. Şikefta Şanederê, bi lêkolînên demên dawî, giringiya xwe ya dîrokî  zêdetir dike . Belkî di siberojê de,  wek Girê Miraza, wê zanînên me yên li ser dîroka mirovahiyê biguherîne û deriyên nû li ber me veke. Hestiyên neandertalên ku di Şikefta Şanederê de hatine dîtin, nêzîkî 35.000-65.000 salî ne. Lê di nav van neandertalan de, tiştekî balkêş em dibînin. Hestiyên wan, bi pergaleke, bi kulîlkan û bi merasîmê (li gor lêkolînan) hatine veşartin. Xuya ye ku, 65.000 sal berê, xwestine bo miriyên xwe cihekî ava bikin. Û li gor lêkolînan, xuya ye ku, bi gul û kulîk û merasîman, taybetmendiyeke girîng li van cihan bar kirine. Şikefta Şanederê, nîşanî me dide ku, veşartina mirovan, ji dîrokên pirr berê, girîngiyekê di nav xwe de dihewîne. Gelo ev girîngî ji ku tê? Veşartina mirovan çima ewqas girîng e? An jî eger miriyek neyê veşartin çi dibe? Gelo meriv dikare ceza bide miriyan?

Tabloya li jor, di sala 1825an de ji aliyê Sebastien Norblin hatiye xêzkirin. Di tabloyê de, em jineke xemgîn û bitirs dibînin. Li ser miriyekî sekiniye, dixwaze tiştekî bike lê ji aliyê leşkeran ve bi zorê ve tê kişandin. Ev jin Antîgone ye. Her du birayên Antîgone, Eteokles û Polyneîkes di şer de tên kuştin. Eteokles, ji ber ku ji bo dewleta xwe şer kiriye, ji aliyê Qral Kreon ve bi merasîmeke mezin tê veşartin. Lê Polyneîkes, ji ber ku li hemberî dewleta xwe şer kiriye, ji aliyê qral ve tê cezakirin û qral nahêle meytê Polyneîkes bê veşartin. Antîgone viya qebûl nake û ji bo birayê xwe veşêre li hemberî qral serî hildide. Serhildana Antîgone, ne ji bo jiyanê ye, ne ji bo mafê jiyanê ye. Ji bo mafê miriyekî ye! Û em dibînin ku mafê miriyan jî wek mafê zindiyan dikare bibe sedema serhihildanekê. Ne tenê serîhildanek! Ji bo veşartina miriyekî, qralekî mezin dikare here li ber dijminê xwe serê xwe xwar bike. Di destana Ilyadayê de, lawê Qralê Troyayê Hektor, ji aliyê Akhileus ve tê kuştin. Lê piştî mirina Hektor jî hêrsa Akhîleûs kêm nabe û bo meytê Hektor neyê veşartin, Hektor li paş hespê xwe girê dide û bi xwe re dibe. Qralê Troyayê Prîamos, şevekê ,bi dizî ve, diçe cem Akhîleus, ji bo meytê lawê xwe bibe bajarê xwe û veşêre, li ber Akhîleûs çok dişkîne û dest û lingên wî maç dike. 

Di van çîrokan de em dibînin ku, veşartina miriyan wek mafekî girîng hatiye dîtin. Loma gelek caran bo cezakirina miriyan, veşartina wan hatiye qedexekirin.

Veşartina miriyan cara ewilî çima û bi kîjan armancê hatiye destpêkirin em nizanin. Helbet li ser viya gelek teoriyên dîrokî û antropolojîk hene. Baweriya bo jiyana piştî mirinê, ji van sedeman belkî a herî tê zanîn e. Di gelek çand û baweriyan de, ji bo jiyana piştî mirinê, bedenê mirovan di mekanekî (mezel) de hatiye veşartin û parastin. Ev daxwaza veşartina bedenên mirovan, qîmetdayîna mirovan jî nîşanî me dide. Yanî piştî mirinê, mirov naxwazin wek candarên din, miriyên xwe li derve bihêlin. Loma veşartina miriyan, tim wek wezîfeyeke girîng hatiye dîtin. Ji ber vê girîngiyê jî, gelek caran, ji bo biçûkxistina rûmeta mirovan, bi armanca cezakirinê, nehîştine mirî bên veşartin. 

Di fîlma “T’am-e Gîlas” (Tehma Gilyazê) de, ev girîngiya veşartinê em bi awayekî balkêş dibînin. Serlehengê fîlmê Bedîî, dixwaze xwe bikuje. Lê pirsgirêkeke mezin heye: Piştî întîharê, wê çawa bê veşartin? Loma di fîlmê de dixwaze yekî bibîne ku piştî întîharê wî veşêre. Li vir, ji xwekuştina karakterê bêtir, girîngiya daxwaza veşartinê derdikeve pêş. Yanî Bedîî dixwaze xwe bikuje lê piştî mirinê, naxwaze li derve û bêxwedî bimîne. Dixwaze mezeleke wî hebe û tê de bê parastin. Dîsa di fîlma “Saul Fia” (Lawê Saul) de, em giringiya veşartina miriyan dibînin. Saul, yekî Cihû ye û di qampeke Naziyan de girtiye. Ji aliyê Naziyan ve, di şewitandina laşê Cihuyên hatine kuştin de, cih digre. Rojekê di nav miriyan de, miriyekî dibîne û wî dişibîne lawê xwe. Di nav şertên giran ên qampa mirinê de, dixwaze lawê xwe yê mirî veşêre û lawê xwe yê mirî ji şewitandinê biparêze. 

Daxwaza veşartina miriyan, mijareke girîng derdixe pêşberî me: Mafê Miriyan. Di sîstema hiqûqê de, maf, di jiyanê de, bo parastina jiyan û hebûna mirovan girîng in. Lê em dibînin ku, piştî mirinê jî, ev maf hebûna xwe didomînin. Mafê veşartinê ji van yek e. Hebûna mafê miriyan nîşanî me dide ku, mirov ne tenê wek zindiyekî, wek miriyekî jî hebûneke biqîmet e. Loma piştî mirinê jî divê mirov, wek candareke xwedî rûmet, li gor mafê xwe bê veşartin. Ev nêrîna mafê piştî mirinê, di felsefeyê de jî cih girtiye û bûye mijara nîqaşan. Li gor Imannuel Kant, rih, piştî mirinê jî hebûna xwe didomîne. Loma, mafên bo mirovan hatine dayîn, piştî mirinê, bo miriyan jî derbasdar in. 

Veşartina miriyan, wek qîmetdayîn û qedrgirtina mirovan, tim girîngiya xwe parastiye. Carna ji bo cezakirinê laşên mirovan bê mezel hatine hîştin, carna jî ji bo hurmetdayînê mezel û qubeyên bêhempa hatine lêkirin. Şikefta Şanederê nîşanî me dide ku, rîtuelên veşartinê yên herî kevn, li welatê me dest pê kirine. Gelo tesaduf e, li welatê ku veşartin dest pê kiriye, ewqas miriyên me yên bêmezel hebin? Gelo mumkin e, rojekê ji bo ku em mafê miriyên xwe biparêzin, li ber siya darekê ji wan re mezelekê bikolin û li ber serê wan rûnîn? Em ê karibin viya bikin an ew ê wek “tirsekê” tim di dilê me de bimîne:

“…Lê tirsa min e:

Nebînim eba min dest mi da digerim li şikefta, berqefta,

Dicîvinim nav de hestîyê bav û kalê xwe,

Wada bixime mezelê şehîdbûnê”

Nûrî Dêrsimî

Şîrove bike