Polîsan namzeta parlamenteriyê ya Partîya Çepên Kesk a Kocaeliyê desteser kiriye


Navenda Nûçeyan
Polîsan girtine li ser mala Ayten Donmezê ya li Uskudara Stenbolê girtiye û ew desteser kiriye.
Namzeta parlamenteriyê ya Partîya Çepên Kesk (YSP) Ayten Donmez hatiye desteserkirin. Donmez li Kocaeliyê namzeta rêza 13an e.
Polîsan dest daniye li ser telefona Donmezê û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
Duh jî polîsan li 21 bajaran bi ser malên rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermendan de girtibûn û bi sedan kes desteser kiribûn.