Bizmarek di zimanê te re jî çûye, zimanê te li derve aliqî ye, çawa ku li benda guliyeke berfê ye. Ew gulî nayê. Dixwazî wî bizmarî ji zimanê xwe derêxî, tu pê dihesî ku di nav her du zendên te re jî bizmar derbas bûne û nikarî wan ji cih tev bidî. Hemû bedena te diêşe, tu hîs dikî ku hêdî hêdî her derê te ditevize. Bi vê tevizînê rihetiyek tê canê te. Hem diêşe, hem tu hînî wê êşê dibî.
***
Wexta ku berf dibare, tu li nîvê rê disekinî û serê xwe radikî. Tu nikarî li esmên binêrî, ewqas zû û wek nuqteyên biçûk tên û tên bê navber. Tu carinan bê hemdî xwe çavên xwe digirî û dîsa vedikî. Hinek ji wan guliyan dikevin nav çavê te, ne xem e, piçekî şilû dike lê sermahiya wê çavê te yê sor hênik dike. Dixwazî wê hênikahiyê li ser zimanê xwe jî hîs bikî, ji ber vê heta ji te tê zimanê xwe derdixî û yek bi yek zeft dikî, wext namîne tu daqurtînî, lewre çawa ku digihîje ser germahiya zimanê te, di demê de dihele û wenda dibe. Çavê te hê jî li jor e, li esmanê biriqî û dibîne çawa diçûrise her yek, her guliyeke berfê ku tu nizanî ji ku tê û li ku wenda dibe.
Carinan şaş dimînî, tu jî dixwazî wek berfê bibarî lê ne yek parçe helbet. Tu dixwazî her têleke porê te li ser çiyayên cihê bibare da ku li ser her çiyayekî şîn bibe, porê te, careke din. Bila her du çavên te cuda cuda bibarin ser du golên biçûk. Bila her tiliyeke te ser çiqileke darekê bibare û careke din şax bide. Mijangên te bila bibin derzûkên gulên bêxwedî yên li derûdorê, da ku bikaribin wan gulan ji destên xirab biparêzin. Guhên te jî bila biçin li ser kaniyekê bibarin ji bo ku bibin sebra gazindên hinekan. Tu nikarî yek parçe bibarî, divê tu parçe parçe, hûr hûr bibarî da ku li her cihekî -biçûk jî be- ji canê te hebe.
Tu çima dixwazî li her cihekî şîn bibî? Gelo tu ditirsî? Ji wendabûnê, ji tenêtiyê! Tu difikirî heke parçeyek te wenda bibe, yeke din li derekî din dikare şîn bibe, dibe ku ev te ji hin fikran azad dike, ji fikrên xirab ên ku demdemkî tên û mejiyê te dipêçin. Ji vê fikre diparêze dibe ku; tu rojekê bi destê xwe li cihekî rast ji bizmaran şeklê bedena xwe çêdikî û berê bizmaran didî jor. Bi alîkariya werîsekî xwe dikişînî jor, dikişînî, dikişînî û digihîjî ser dîwarekî bilind. Tu dizanî tu dikarî bi pêpelûkan jî hilkişî lê tu naxwazî ewqas bi rihetî bigihîjî jor, divê tu hinekî ked bidî û xwe biêşînî. Wexta ku tu digihîjî jor, tu fam dikî ku te ked daye, ji ber ku nav kefa destê te ji ber zivirbûna werîsê belbûq daye, tu dixwazî biteqînî, ava wê birijînî û çermê wê rakî, ji bo ku êşa wê çêtir hîs bikî. Esas tu ji wê şewatê hez dikî, ji ber wê ye ku kengî destê te wisa dibe hema zû bi zû çermê wî radikî û xwe digihînî goştê di binî de. Axir tu digihîjî jor û li ser dîwêr û tu li xwarê temaşe dikî, li bizmarên ku te eynî wekî bedena xwe çêkiriye û berê wan li jor e.
Tu divê xwe biavêjî ser, lê divê tu hesabê xwe baş çêkî, divê tu bipîvî, lewre tu xwe çawa biavêjî ser tu yê deverû wan hemû bizmaran zeft bikî û divê tu derekî te li derve nemîne. Bizmar û tu, divê hûn hev bi awayekî baş, santîm bi santîm himbêz bikin. Bizmar li xwarê li benda te ne, tu xwe amade dikî û hema bi hatina stranê, xwe ji jor berdidî. Tu wekî çûkekê yî a niha, çûka ku dizane dê bi çi awayî xwe berde jêr.
Tu ewil dikî ku ser pişta xwe bikevî lê te dixwest bila deverû be, ji ber vê hema xwe dibî û tînî, diceribînî, xwe dizivirînî bi zora milên xwe, ha tu dibînî tu deverû yî. Milên xwe wek du baskan vedikî û xwe berdidî. Dikevî, belkî te ketineke sivik dixwest. Lê ketineke pir tund e, te jî evqas hêvî nedikir. Çawa ku dikevî bizmar bi bedena te re dibin yek, ji çavê xwe bigire heta pêsîr, zik, çok û tiliyên her du lingên te, bizmar di her derê te ve diçin û helbet ji nişka ve, çawa ku tu pivdanokeke tije av diteqînî, bedena te jî diteqe û her der dibe sor. Bizmarek di zimanê te re jî çûye, zimanê te li derve aliqî ye, çawa ku li benda guliyeke berfê ye. Ew gulî nayê. Dixwazî wî bizmarî ji zimanê xwe derêxî, tu pê dihesî ku di nav her du zendên te re jî bizmar derbas bûne û nikarî wan ji cih tev bidî. Hemû bedena te diêşe, tu hîs dikî ku hêdî hêdî her derê te ditevize. Bi vê tevizînê rihetiyek tê canê te. Hem diêşe, hem tu hînî wê êşê dibî.