Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Ji
26/06/2024

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê de xwepêşandanên dijî DAEŞê yên 6-8ê Çiriya Pêşiya 2014an weke hêcet hatibû nîşandan û doz li wan hatibû vekirin. Di dozê de yekane parlamenterê girtî Huda Kaya bû. Kaya bi biryara navberê ya 22emîn Dadgeha Cezayê Giran serbest bû. Dozger xwestibû ku Kaya girtî bimîne.

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê de xwepêşandanên dijî DAEŞê yên 6-8ê Çiriya Pêşiya 2014an weke hêcet hatibû nîşandan û doz li wan hatibû vekirin. Di dozê de yekane parlamenterê girtî Huda Kaya bû. 

Kaya li pêş girtîgehê ji aliyê hevalên xwe yên HDP/DEM Partiyê ve ku di nav wan de Hevseroka berê ya HDPê Pervîn Buldan û Berdevkê HDKê Cengîz Çîçek jî hebûn, bi kulîlkên hat pêşwazîkirin. 

Yekemîn danişîna doza ku li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li dijî parlamenterên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hûda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Pero Dundar û Garo Paylan hatibû vekirin, bi parastina Huda Kayayê û parêzeran dest pê kir.

Dozger xwest ku Kaya girtî bimîne

Piştî parastinan dozger nêrîna xwe pêşkeş kir û xwest girtîbûna Huda Kayayê bidome. Dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir û çûna Kayayê ya derveyî welat qedexe kir û bi şertê ku Kaya mehê carekê îmzeyê bide, serbest berda.

Piştî biryara tehliyeyê DEM Partiyê li ser Xê serbest bûna Kayayê pîroz kir.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan