Ev bo min bûbû kula li ser kulan, barana li benda kulîlkan. Caran min dîsa dipirsî, digeriya bi mebesta ku wê bibînim. Xweşbextane meh û nîvek berê bi şiklekî min pêde kir. Hez dikim bidim pey hin pirtûkan ku pirê caran ev bipêyketin e zewqa ku ji dîtin û nedîtina wê dimîne. Û ev bo şairekî, qenebe ji bo min, teqabulî tevgereka poetîk jî dike.
***
Çar an jî pênc sal berê, Mistefa Doğan, edîtorê kovara Popkurdê, şevekê li min geriya, Yehya go, ez bi Mem Ronga re axivîme, qebûl kiriye ku em hevpeyvînekê li gel bikin, loma divê tu bo wî pirsan amade bikî. Kêm zêde wiha gotibû Mistefê û ez di eynî kêliyê de zêde zêde kêfxweş bibûm ku şairekî me yê ku serê çend salan e me çu xeber jê nîne û bi tenê dîwaneka ku li çu cihî pêde nabe weşandiye, dê bi hevpeyvînekê re mija li dor xwe û helbesta xwe hinekî teniktir bike. Sedema din ya kêfxweşiya min ew bû ku Mistefa qedrê min girtibû û gotibû ku Yehya divê tu vê hevpeyvînê bikî. Ez vê fikr û hewla hevpeyvînê bo xwe yek ji bûyerên ku herî zêde ez şakirime dihesibînim.
Çi serê we biêşînim, piştî ku min telefon girt, yekser ez ketim lêgerîna helbestên Mehmet Tanrıkuluyê ku berê ewil Mem Ronga bû û paşê dev jê qeriya belê di hişê me de her wekî Mem Ronga ma. Berê pêşî min li hemû hejmarên kovara Tîrêjê nihêrî ku Mehmet Tanrıkuluyê îro, bi navê Mem Ronga yek ji şairên wê bû. Di wir de çend helbestên wî derketin. Min ew qenc xitimcar kir, belê têrê nedikir.
Pişt re hat bîra min ku Arjen Arî antolojiyeka xwe bi navê Bakurê Helbestê hebû. Di wir de hindek helbestên din derketin miqabilê min ku bo pirsên min ên li ser jiyana wî û poetîkaya wî dê gelek alîkar bûna. Her wiha di antolojiyê de dîsa ket ber çavê min ku pirtûkeka wî ya helbestan heye di sala 1995an de li Ewrupayê, li Elmanyayê çap bûye û li wir û hem li Swêdê belav bûye bes ji bilî nûçeya wê çu tişt jê negihane me. Helbet nusxeyek li ba Arjen Arî hebû ku wî karî bo xebata xwe çend helbestên wî bineqîne yên ku li cihek din nayên dîtin.
Pirtûka berbehs bi navê xwe yê hêj bi bihîstina pêşî re dilê mirov germ dike û hêviya helbestên şox î evînî jê dike, Destê Min Li Destê Te Digere bû ku bi navê Mehmet Tanrıkulu ji weşanên Mezopotamyayê derketibû. Baş e, Yehya tu dê çawa xwe bigihînê? Her wekî texmîna we piştî çend lêgerîn û lêpirsînan, qanih bûm ku ez dê di vê maweya kurt ya bo amadekirina pirsên hevpeyvînê de wê bi dest nexim û bi destxistina wê nepesinim, kêfxweş nebim.
Min ew wisa hişt û dest pê kir deh pirs amadekirin ku yek jê aîdê Ferec Koyistaniyê hevalê min bû. Niha dûrî arşîva xwe me loma nikarim xwe bigihînim wan pirsan, belê qenc tê bîra min ku pirsên ku min amade kiribûn pirsên hinekî zehmet bûn û bersivên dirêj û organîze dixwastin. Min pirsên xwe şandin, Mistefê jî ji şair re şand belê me çu bersiv wernegirtin. Ez dipêm, payîn min aciz dike, pirsa bersivan ji Mistefê dikim, nîne hêj dibêje. Ne şaş bim wan deman nexweşiyek bibû hinceta şair. Wê gavê jî û niha jî em saxî û selametiya wî dixwazin. 5 sal derbas bûn di ser re lê deng û his ji hevpeyvînê nehat. Min û Mistefa jî, bêyî ku em ji hev re bibêjin, me dev ji hevpeyvînê berda.
Pirr paşê, yanî gava min xwest vê serpêhatiyê binivîsim, min pirsên xwe bi bîr anîn, li wan fikirîm, lê qayil bûm ku pirs qet ne li gor konsept û naveroka kovareka populer bûn. Qey ji ber kelecaniya hevpeyvînê û nasîna Mehmet Tanrıkulu bû ku ne min ne jî Mistefa li ser çawaniya pirsan çu tişt ji hev re negotibû. Lê belê niha difikirim ku nebûye. Baş e me dikarî çi bipirsiya ji şairekî ku hema bêje piştî çil salî deng û hisa wî ji mesafeyên dûr û derez dê bigihîşta me? Pirsên ku di hevdîtina ewil ya şairekî de divê werin pirsîn çi ne, bêtir li dor kîjan hêlan diçin û tên nizanim ya rast. Ez dê li jêr hewl bidim wekî cerebeyekê çend pirsên muhtemel bipirsim.
Popkurd kovareka populer e ku hewl dide li ser meseleyên aktuel yên çand û hunera kurdî nivîs û hevpeyvînên soft û kêfxweş biweşîne, û bi çend hejmaran ew bi cih jî aniye. Heger me pirsên wisa siviktir bipirsiya dê baştir li naveroka Popkurdê bihata û bo şopînerên wê jî bikêftir bûya. Wekî wiha:
Çima helbest? Ev pirseka super e bi rastî di menuya her hevpeyvînê de varyasyonên cuda tê hawara kesê ku hevpeyvînê çêdike.
Mem Ronga herî zêde ji kîjan stranbêjê kurd hez nake?
Xweştirîn xwarina ku Mehmet Tanrıkulu nikare çê bike û li ber vê dikeve, çi ye?
Ger Mem Ronga bi tena serê xwe li gravekê bima dê helbestên Mehmet Tanrıkulu bikira hevrêyê xwe?
An jî klîşeyeka wiha kitch: Heger Mem Ronga nebûya şair, Mehmet Tanrıkulu dixwast bibûya lîstikvanê sînemayê an jî şofêrê qemyoneka wê dewrê?
Ez dikarim dîsa bi alîkariya Mistefa û Ferec çend pirsên ku vê carê dê maqultir bin bo Popkurdê an jî dîsa heman pirsan lê vê carê bo kovara Bar Helbestê, amade bikim bes ji ber ku bi îhtimaleka mezin dê dîsa bêbersiv bimînin, tiştekî wisa nakim û berdewam dibim li ser meseleya xwe. Çi mesele ye piştî hevpeyvînê?
Mesele ew bû ku tevî ku 2020an de kitêba şair, piştî 25 sal şûn de bi çapeka xweşik û bi pêşgotina Berken Bereh hat çapkirin jî, dilê min hêj li pey wê çapa ewil bû. Ev bo min bûbû kula li ser kulan, barana li benda kulîlkan. Caran min dîsa dipirsî, digeriya bi mebesta ku wê bibînim. Xweşbextane meh û nîvek berê bi şiklekî min pêde kir. Hez dikim bidim pey hin pirtûkan ku pirê caran ev bipêyketin e zewqa ku ji dîtin û nedîtina wê dimîne. Û ev bo şairekî, qenebe ji bo min, teqabulî tevgereka poetîk jî dike.
Bi kêfxweşiya ku wê daye min û bi niyeta ku careka din doza hevpeyvînê li Mehmet Tanrıkulu bikim jî ev nivîsar hate nivîsîn. Axaftina li ser helbestên şairê me jî bila bimîne bo nivîseka din.
(Nivîsarên nivîskaran dikarin ne li gor pîvanên edîtoryaya Botan Timesê bin. Hemî nivîskar ji nivîsarên xwe berpirsyar in. Bêyî destûra malpera Botan Timesê weşandina nûçe û nivîsarên wê qedexe ye, weşandina beşekê wekî jêder serbest e.)
******