Mesele ne zanîn e, mesele afirandina zanînê ye. Mesele hikumkirina li ser zanînê ye. Rast e Girê Mirazan jî ya me ye Şikefta Şaneder jî. Lê hukmê me li ser Şanederê heye
Veşartina miriyan, wek qîmetdayîn û qedrgirtina mirovan, tim girîngiya xwe parastiye. Carna ji bo cezakirinê laşên mirovan bê mezel hatine hîştin, carna jî ji bo hurmetdayînê mezel û qubeyên bêhempa hatine lêkirin.