Aram Tîgran û Çîroka Strana Tûzik Li Ser Ava ye

 

 

 


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Aram Tîgran, ne piştî ji nav me bar kir çû zêrîn bû, hîn gava li jiyanê bû jî di dilê gelê kurd de textê xwe danî, di dîroka muzîka kurdî de cihek ji cihên herî xweş ji xwe re çêkir, nav û dengê xwe jî li vê dinyaya gewrik bi serbilindî hişt.

***

Hin dengbêj û stranbêj hene hem bi dengê xwe hem jî bi stran û kilamên xwe nemir dibin. Tenê ne ev jî, her wiha hîkariyeke mezin jî li guhdar û hezkiriyên xwe dikin û şopeke mayînde li pey xwe dihêlin. Aram Tîgran jî yek ji wan hunermendên navdar e ku bi rastî di muzîka kurdî de xwedî cihekî mistesna ye.

 Wek dengbêj kesê ji dema zarokatiyê ve tesîr li min kiriye û ez bûme aşiqê deng û kilamên wî, Mihemed Salihê Beynatî ye. Aram jî di warê muzîka kurdî de bi terzê xwe yê muzîkê û bi stranên xwe li ber dilê min pir şîrîn e. Lê nayê bîra min bê kengê min dest bi guhdarîkirina wî kiriye. Ev hezkirina min ne tenê ji ber dengê wî yê nermik û xweş û taybetmendiya muzîka wî ye. Elbet ji bo her kesî dibe cihê her yek ji stranên wî ji hev cuda bin û yek di ser yekê re be. Herçî ez bi xwe qîmeteke cuda didim stranên wî yên mîna Bilbilo, Lê lê rihê, Tuzîk û Dîlberê. Îcar strana Bilbilo, qet û qet ji bîra min naçe. Ji ber ku serpêhatiya min û vê kilamê heye ku destpêka wê jî wiha ye: Hey lê, lê wayê gidî bilbilo/Wê bayê lê xist hêlîn tev xera kiro/Perîşano, de sêwîyo, mihaciro/Tu bi hesrera hêlîna keviro. Ez bûm şahid bê çawan hin kesên navsere gava wan li vê kilamê guhdarî dikir, digot: “Ew li ser xwe dibêjin ha, tu lê hê jî bi hesreta vir dijî.

Di Hezîrana sala 2008’an de Aram Tîgran dê beşdarî Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê bibûya. Ez jî wek axêver vexwendiyê vê mîhrîcanê bûm. Hevalên ji kovara W’yê daxwaz ji min kir da ez ji bo kovarê bi hunermendê hêja Aram re hevpeyvînekê bikim. Bêyî dudilî min ev teklîfa wan pejirand, ma jixwe ez li çi digeriyam! 

Piştre min xwe ji bo hevpeyvînê amade kir û di serê xwe de jî hin tişt sêwirandin bê ka ez ê çi ji vî hostayê mezin ê efsanewî û kedkarekî muzîka kurdî ya nûjen bipirsim. Der bareyê wî û hunera wî de min bi xwe gelek hevpeyvîn û nivîsar xwendibûn. Erê ew ermenî bû, lê belê li ser esilê wî ka ew ji ku derê ye, di nav xelkê de gelek gotinên hev nedigirtin hebûn. Di nav pirsên min de ev û çîroka hin stranên wî jî hebûn. Mixabin ji bo hevpeyvînê wext li me pir teng bû, ji ber êvarê konsera wî hebû û hewce bû berî konserê rahênên xwe bikira, loma hevpeyvîna me dirêj neajot. Bi kurtasî, qet nebe der heqê koka malbata wî de ez gihîştim miradê xwe û ji çîroka hin stranan jî ez agahdar bûm bê ew çawan hatine bestekirin û xwediyê gotinên wan kî ye. 

Piştî hevpeyvînê, ji ber ez ji Farqînê bûm, wî bi xwe hin pirs ji min kirin. Farqînî Aşê Nebo pir baş dizanin, wî bi taybetî ev aş ji min pirsî. Min jî xwe ranegirt û jê pirsî ka çima nemaze behsa vî aşî dike. Çîroka aşî jî ev bû: Dê û bavê Aram li Farqînê, li Aşê Nebo hev dîtibûn û paşê bi hev re zewicîbûn. Bavê wî ji gundê Bemidêya Sasonê û dêya wî jî ji Pasûra Amedê ye. Piştre dê û bavê wî, tevî zarokeke xwe, derbasî Qamişloyê bûne. Bingeha malbata wî li Farqînê hatibû danîn. Jixwe paşê ew çûbû Farqînê û dilê xwe rehet kiribû. 

Ev hevpeyvîna kurt a min pê re kiribû, cara pêşî di hejmara 21 (Tîrmeh-Gelawêj) a kovara W’yê ya sala 208’an de hat weşandin, lê di pey re îcar di hejmara wê ya 44’an (Rezber-Kewçêr) a 2012’an de, bi pêşgotina min a li ser çîroka hevpeyvînê, careke din hat weşandin.

Ez pir bûme guwah ango şahid ku ji ber fesîhî û fehmbariya kurmanciya Aram Tîgran gelek kesan gotiye ew bi binyada xwe ji devera wan e. Heta li Farqînê jî digotin ew ji Farqînê ye. Ji ber di stranên wî de (wekî Yar Yara Boşatî, Çil Çilkezî) navê gundên Farqînê yên wekî Boşat, Zinzin û Tewerzê û yên derdorê mîna Hundrofê derbas dibûn ku gotinên wan stranan jî yên bavê wî bûn. Loma min bi zanebûn xwast ji devê wî hîn bibim bê dê û bavê wî bi esilê xwe ji ku derê bûne.

Ez bi vê jî nemam, min jê pirsa strana Tûzik Li Ser Ava ye jî, kir. Gotinên wê yên bavê wî û beste jî ya wî ye. Di hevpeyvîna me de daxuyand gava li Rewanê (Erîwanê), di wexta navberdayîna dawetekê de bavê wî li ber avekê sekiniye û tûzik çiniye, bêhn kiriye û xwariye, paşê jî jê xwastiye ji gotinên wî ra besteyekê li ser tûzikê çêke. Çîroka wê jî ev e. 

Tûzik pincareke xweş e û bi xavî tê xwarin. Li ber çeman, li kenarê avan, di nav avê de hêşîn dibe. Tehma wê hinek tûj e. Li Farqînê jî, li Kaniya Navîn û Kaniya Qolekê pir hebû, me diçînî û dixwar. Bi taybetî bi nanê germ ê tenûrê û bi xwê re xwarina wê bi me gelek xweş dihat. Ev tûzik jî li her derê nîn e û pincareke din heye, navê wê bendik e ku ew bejî ye. Ew jî hinekî tûj e, lê hem bejna wê hem jî pelên wê hûrtir in.

Ziman û bikaranîna peyvên nas ên van stranan, zelaliya dengê wî yê fesîh kir ku ez der heqê wan stranan de jê pirsan bikim û esehiya wan hîn bibim. Bi rastî gotinên wan pir bala min dikişand, loma jî min xwe ranegirtibû û jê pirsîbû. Ev meraqa min bû, min nexwast ev meraq bi min re bimîne. Zimanê wî jî, zimanê dê û bavê wî bû. Ji ber wan, wî ew kurmanciya zelal hilanîbû û devok jî devoka silîvî bû.

Guhdar ne neheq bûn, ew mişextiyên wê deverê bûn. Loma ew axîn, ew deng, ew peyv, ew cih û war ji wan re ne xerîb bûn. Ê jixwe stran jî ne tenê muzîk e; ew navê êş, hesret, keser û bêrîkirinê ye. Eger mirov ji cihê xwe bibe, ji neçarî dev ji av û aqara xwe berde jî, wan bi xwe re dibe. Di dil û hişê xwe de digerîne û xwedî dike. Bêrîkirina welêt, wek siya mirov her bi mirov re ye û ji mirov naqete. Îcar mirov bi stranan a di dilê xwe de jî dide der û kesên din bi xwe, bi nava dilê xwe, dihisîne. Bi wan gotinan, bi wan stranan kewgirîna xwe û agirê hesretê hêdî dike, xwe bi wan disebirîne. Aram Tîgran jî bi bestekirina gotinên bavê xwe, bûbû berdevkê tiştên di dilê bavê xwe de.

Aram Tîgran, ne piştî ji nav me bar kir çû zêrîn bû, hîn gava li jiyanê bû jî di dilê gelê kurd de textê xwe danî, di dîroka muzîka kurdî de cihek ji cihên herî xweş ji xwe re çêkir, nav û dengê xwe jî li vê dinyaya gewrik bi serbilindî hişt.

https://www.youtube.com/watch?v=2cO-eoNiCHQ

Zana Farqînî

Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye.

Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê “Rozerîn” de wek stranbêj cih girtiye.

Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina Azadiya Welat cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê.

Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005’an de hatiye lidarxistin.

Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin.

Berhemên wî:

Ferhenga Tirkî-Kurdî
Ferhenga Kurdî-Tirkî
Ferhenga Kurdî Tirkî – Tirkî Kurdî
Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve)
Xebatên kolektîf

Em Zimanê Kurdî Binasin
Muzîka Sarayê ya Kurdî
Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Tirkî
Rêbera Rastnivîsînê
Wergerên wî yên ji zimanê tirkî:
Mamosteyê Sêyemîn Xanî
Rastiyên Destana Memê Alan
Xanî û Newroz
Xanî û Memzayên Wî

Te ev dîtıne?

Girîngiya Edebiyata Zarokan

Hişê zarokên ku bi zimanê “xwe” yê zikmakî berhemên edebiyata zarokan dixwînin,

Pozîsyona kultûrên etnîkî di sîstema perwerdeya Îranê da

Di perwerdeya çendkultûrî da cihêrengîya etnîkî baştir dihête nîşandan, herwisa ramanên li

Cegerxwîn – 100 saliya jiyana hunerî

Ez di sala 1983yî de, salekê berî koçkirina Cegerxwin ez hatim Swêdê.