Du kavil
Johann Alexander Brassicanus gava di 1525an de tê serdana kitêbxaneya Corvinayê ya li Macaristanê, ku di dema xwe ya geş de mezintirîn kitêbxaneya alema xirîstiyanan e, tevî rewşa wê ya kêmketî jî heyran û hişmiraz dimîne li hember van “xezîneyan”. “Min hingê xwe ne li kitêbxaneyekê lê –her wekî tê gotin- di nav hembêza Jupîterê de his kir,” dibêje Brassicanus piştî vê serdanê. Ev kitêbxaneya ku digel arşîva qiraliyetê ya macaran sala 1526an di nav du hefteyan de ji ber êrîşên tirkan ji nav diçe, çîrokeke mişt ji bêxemî û dilsoziyê di nav xwe de dihewîne. Çîrokeke ku ji bo Brassicanus di nav hembêzeke xwedayî de ye, ku bihuşt jê kêm e.
Louisê Duyem ê qiralê Macaristanê gava di şerê tirkan de li meydana Mohaçê dimire, xanima wî ya li Budayê ferman dide ku arşîva qiraliyetê bo mavnayê bê veguhastin û li ser çemê Tunayê bo Bratislavaya bajarê ewletir bê birin. Lê çi bigire mavna di çemê Tunayê de binav dibe û arşîva qiraliyetê tune dibe. Ev arşîva ku piranî ji qeydên xezîneyê pêk tê û tê zanîn ku di salên 1458-1500î de herî kêm 450 karmend tê de xebitîne, bi siûdeke xerab a dîrokê û derbeke nedîtî ya tirkan av û av diçe. Herçî kitêbxaneya qiraliyetê ye ku Matthias Cornivusê (1458-1490) qiral daye hev, rastî bêxemiyekê tê û bi temamî tê jibîrkirin heta ku tirk wê talan dikin. Artêşa tirk xeml û xêzên li ser kitêban bi temamî radike, lê gelekên wan jî ji Siltan Silêman re hiltîne û bi trêna wî dişîne Stenbolê û dide serayê. Ev kitêb bi xwe an bo qasidan dibin diyarî, an li bazaran tên firotin an jî tên dizîn. Kitêbxaneya ku hema hema bi temamî ji destxetan pêk tê, di dema xwe de teqrîben 2500 berheman di nav xwe de dihewîne. Ev kitêbên dîrok, felsefe, astrolojî û hiqûqê, tevî berhemên Xenophon, Plutarkos û Homer, ferhenga yewnanî-latînî ya Pannonius li devereke din û bi serencameke din xatirê xwe heta bi hetayeke din ji me dixwazin.
“Hespê me ji Wanê avê venaxwe.” Ev gotina Evdal xan (1618-1664) e ku red dike biçe alîkariya osmaniyan li Wanê. Di tîrmeha 1655an de tirk di bin fermanderiya Melek Ahmet Paşa de êrîşê dibin ser mîrektiya Xan Evdal a Bedlîsê û piştî şerekî dijwar Evdal xan vedikişe çiyan. Keleha wî tê desteserkirin û mal û milkê wî tê talankirin. Melek Ahmed Paşa dest bi firotana malên xezîneya Evdal Xan dike û wan derdixe mezadê, bi qasî çar rojan. Beşek ji vê xezîneya dewlemend jî kitêbxaneya Xan Evdal e. Yek ji şahidê vê kitêbxaneyê û talanê jî Ewliya Çelebi ye ku di Seyahatnameya xwe de behsa wê dike: 17 cild Quran, 1330 tefsîr, 700 cild dîrok, 1300 cild hedîs, luxet û tecwîd, 20 cild Şehnameya Nizamî, 1000 cild edebiyat, 260 cild mecmûa. Herweha Çelebî behs dike ku 76 kitêb jî Xan bi xwe nivîsîne û 105 kitêb jî wî wergerandine. Û çavkaniyên ewropî jî dijimêre: 200 cildên Kitab-i Atlas, Mînor, Coxrafya û Papa Munta. Wekî din kitêbên anatomiya mirovan, xerîteyên cîhanê, 200 cild mecmûayên biwêne, “di wêneyekî de di nav pêlên deryayê de du keştî li hemberî hev şer dikin.” Ji van kitêban tenê çend sindoqên Ziyadîn xanê kurê Evdalxan xilas dibin, û bi hezaran ên mayîn ji Bedlîsê têne derxistin. A ku ji me re dimîne lîsteyeke dewlemend e. Û lîsteyeke dewlemend, carina ji kitêbxaneyeke dewlemend dewlemendtir e.
Du çîrok
Jorge Luis Borgesê ku sî salên dawî yên jiyana xwe bînahiya xwe ji dest dabû û bi rexma vê yekê jî girrê xwe ji kitêban nebirîbû, di demeke nabîna de xwe li nav dalanên kitêbxaneyan stirandibû û bûbû rêveberê Kitêbxaneya Neteweyî ya Arjantînê. Çîroka wî ya “Kitêbxaneya Babîlê” ku sêwra wê ya nayab û bilîmet a ebedî me li nav dalanên wê yên bêdawî digerîne, cîhaneke (ku hin kes jê re dibêjin gerdûn) bêhesab mezin û lihevhatî li ber me radixe. “Gerdûn,” dibêje Borges di hevoka ewil a vê çîrokê de, “(ku ên dî jê re dibêjin kitêbxane) ji hejmareke nenaskirî, û heye ku bêdawî, a dalanên şeşgoşe pêk tê.” Ev kitêbxaneya ku ji roja roj de li ser pêyan e, xwendevanekî wî yê sadiq (welatî) ji dalanên wê yên bêdawî derbasî dalanên din dibe, di derencokên spîral re hilkêş û dakêş dibe û mîna hemû mirovên kitêbxaneyê di xortaniya xwe de dikeve ser rêyan û bi dû şopa kitêb û katalogan dikeve. Ev goşeyên ku bi refan dagirtî û di her refê de manendî hev kitêb tê de hene, ji berêv de hesta bênayiyê bi Borges re çêdike. Ew jî wekî Brassicanus evê yekê dispêre xwediyekî û xwedayekî mezin: “Gerdûn, bi nametên xwe yên refan, cildên seyr, pêpelûkên naqedin ji bo gerokan û serşokên wê ên ji bo kitêbxanevanê rûniştî, ancaq berhema xwedayekî be.” Û di vê gerdûnê de zimanekî din li dar e, zimanekî ku ne bi ti zimanî ye. Lê mirovan bawer kiriye ku ev kitêbên ku mirov nikarin têkevin hundirê wan bi zimanê berê an zimanekî din in. Lîste dûdirêj dibin di vê kitêbxaneyê de: dîroka hûr û dûr a ayindeyê, otobiyografiyên ferişteyan, Incîla gnostîk a Basilides, çîroka rast a mirina te, wergera her kitêbê di her zimanî de, kitêbên winda ên Tacitus. Wekî her kitêbxaneyê, ev kitêbxane jî li benda hilweşandina xwe ye. Gava mirov hîn dibin ku her kitêb di vê kitêbxaneyê de hene, bi dû kitêba xwe dikevin ku tê de dahatiya xwe zevt bikin. Şeşgoşeya xwe diterikînin, pê li hev dikin, kitêban divirvirînin û hev dikujin. Di van kitêban de li şifreyan digerin. Lê ew dê biqelihin û kitêbxane dê bi îhtişama xwe bimîne. Ji ber ku “kitêbxane bêsînor û demkî ye.” Sînorê me li kû dest pê dike nexwe û dema me li kû diqede?
Çîroka “Çiçino” ya Mihemed Şarman berê me dide alegoriyekê. Mişkê bi navê Çiçino piştî ku rojekê ji mecbûrî dikeve kitêbxaneyeke mezin û belawela û dest bi xwarina kitêban dike, fikrên wî diguherin û diyar dike ku karê ku ew dikin dizî û heram e (Quran?). Kitêbên ku ew wan dixwe, wî “zana û xwende” dike, bi pîroziya wan dihise. Êdî mişkên dora xwe biçûk dibîne, heqaretê li wan dike. “Ka heya niha te çend pirtûk xwendine,” dibêje ji mişkê mixalifê wî Tiral re, “min weke pirça te pirtûk xwendine, tu zanî?” Li gor wî mişkên din di xew û nezaniyeke kûr de ne, cahil in, dixwaze rêberiya wan bike. Gefan li wan dixwe, dibêje nedizin. Hin mişkên bi ya wî dikin ji birçîna dimirin, lê Çiçino xwe bi kitêban têr dike. Piştî demekê dev ji gotinên dizî û heramiyê berdide û behsa biratiya gelan, Marks, Engels, proleteryayê dike. Li gor wî pisîk ne dijminê wan, kûçik ne dijminê pisîkan e. Dijminê wan hemû mirov in (emperyalîzm?). Tiralê ku li dijî wî dertê bi burjûvayê biçûk tawanbar dike û êrîşî wî dike. Piştî demeke dirêj gava tê kitêbxaneyê, kitêbên berê nabîne, li hemû refên kitêbxaneyê tenê kitêbeke ducildî heye di nav naylonê de. Dike nake nikare naylonê biqetîne, kitêb bi ser wî de dikevin û di bin vê kitêba ewçend mezin, nagihên û pîroz de dipelçiqe feqîro (Sümer Rahip Devletinden Halk Cumhuriyetine Doğru?). Kitêb her tim mirovî serav nakin, lê binav jî dikin. Ma ne wisa ye?
Du koleksiyoner
Umberto Eco ne tenê nivîskarekî mezin e, xwediyê koleksiyoneke mezin a kitêban e jî. Wî kitêbeke kevn a Paracelsus, rêbernameyek bo egnizisyonkar û nêçîrvanên cazûyan, kitêbên Athanasius Kircher, Robert Fludd û 30 incunabula hene. Li gor Eco koleksiyoneriya kitêban dibe ku ji ber wê heza xwerû ya bo objeya kitêban be. Her koleksiyonerek li gor tiştekî berhev dike, ê wî jî hin mijar bala wî dikişînin, li ser tiştên sexte, fantastîk, xeyalî û zanista veşartî çi hebe berhev dike. “Kitêba herî xweşik a dinyayê” Hymnerotomachia Poliphili di dest wî de heye. “Koleksiyonerê rasteqîn ew kes e ku ji xwedîtiyê zêdetir li pey wê digere.” Û ew kes ji bo kitêbeke bi dilê xwe bi deh salan jî li benda wê disekine. Kesên ku kitêbxaneya wî dibînin gava jê re dibêjin, te ev hemû xwendine, du bersivên wî naguherin: “Nexêr, ez ê van hefteya bê bixwînim. Yên min xwendine li zanîngehê ne.” An jî “Min ti yek jî nexwendiye, an na çima wan li vê derê bihêlim?” Bi giştî 50 hezar kitêbên wî hene. Kitêbên wî yên nadir jî 1200 in. Ecêb e, mêrik piştî pêncî saliya xwe dibe bibliyofilekî heqîqî.
Rifat Sefali ku arşîvkarekî naskirî (an jî nenaskirî) yê kurd e û di hevdehsaliya xwe de dest bi karê medyayê, rojnamegeriyê kiriye û bi salan weşangerî kiriye, di 2018an de diyar dike ku 20 hezar kovar berhev kirine. Gazina wî ji wê ye ku xwediyên kovaran arşîva wan li cem wan nîne. Hema hema belavokên hemû partiyan, civîn, kongre û konferansên wan civandine û dîjital kirine. Herçend pêştir dest bi berhevkirinê dike jî, bi micidî di sala 1994an de, gava ku tê Swisreyê dest bi civandina wan dike. Gazinê dike hin kes kovaran ji kitêbxaneyan birine/dizîne û nikare wan dijîtalîze bike. “Ne ji dewletan, tenê ji kurdan tiştekî dixwazim; Kesên di destên wan de berhemên kurdan û ser kurdan hene, bikarin bigihîjînin me, em ê dîjîtal bikin û biweşînin.” Eger bala we li ser metnên kurdan be, mihtemelen carekê çavê we bi berhemeke koleksiyona wî ketiye ku li ser wê hatiye nivîsîn: arsivakurdi.org.
Wêneyek
Hesabekî Twitterê dipirse: “Gelo kitêbxaneya kesî li cem malbata wî heye?” Wêneyek ji Antaqyayê: “Hebû lê êdî nîne. Mal jî nîne, malbat jî nîne.” Kitêbên di nav kavilên malê de, qirêdera ku enqazan hildide, avahiyên ku hilweşiyane, mirovên bi telaşekê. Erdheja 6ê Sibatê.
Dawî
11ê Tebaxê. Kitêbxaneya Fuat Sezgin, Diyarbekir. Mala Xwedê ava, lîseyî kêm bûne. Lê hê jî, di vê keleqiçêna havînê de çend hebek hatine, kitêbên dersê dane ber xwe, di tabletan de li videoyên dersê dinêrin. Berî îmtihanan bûya dê qefle qefle bihatina xwe colî ser kursî û maseyan bikirina (hin ji wan bîst û çar saet çenteyek li serê ye lê xwediyê wê ne li wir e, tê bêjî qey li ser navê xwe tapo kirine), ji sibê heta êvarê bidana dû pirs û dersan, ti qorziyek nehiştina ku meriv xwe lê bigire, lê eger bi tesadifî cihek vala bibûya û mirov lê rûnişta, yek dê bihata û bigota “ezbenî tu li cihê min rûniştiyî”, eger valahiyeke biçûk biqewimiya li ser qenepeya ku kes pênc qurişê xwe tê nade, du sê hebek dê bihatina bi pistepist şildim bildim bikirina û xwe bidana ber selfieyan, û heta deqeya dawî ji cihê xwe neleqiyana. Kitêbxane xweş in, lê havînî xweştir in. Xwezî ji xêra Xwedê re, havîn qet neqede.
Jêder:
Fexriya Adsay, “Fetisîna di nav Pirtûkan de”, Zarema, j. 1, 2014
James Raven (ed.), Kayıp Kütüphaneler, Wer. Dilek Berilgen Cenkçiler, Ketebe, 2023.
Jorge Luis Borges, Xewn û Xeyal, Wer. Ciwanmerd Kulek, Avesta, 2017.
Mehmet Şarman, Pirça Wenda, Avesta, 2010.
Sedat Ulugana, Mîrektiya Bitlîsê di Êwra Evdal Xan de (1618-1664), Nûbihar, 2018.
Umberto Eco – J.C. Carriere, Kitaplardan Kurtulabileceğinizi Sanmayın, Wer. Sosi Dolanoğlu, Can, 2016.
Zekî Ozmen, “Bîst hezar kovarên kurdan li cem xwe arşîv kirine”, https://diyarname.com/news.php?Idx=33296.