Lîstika zarokan a navdar Roblox li Tirkîyeyê bi sebebê îstîsmara zarokan hate qedexekirin.
Li gorî daxuyanîya Saziya Teknolojiyên Zanînê (BTK) Roblox hatîye qedexekirin li Tirkîyeyê.
Li gorî nûçeya BBC Türkçeyê Wezîrê edaletê Yılmaz Tunç li ser hesaba xwe ya Xê daye zanîn ku Roblox ji ber van sedaman hatîye astengkirin: ” ji ber ku naverokên wan rê li ber îstîsmara zarokan vedikin”
Berîya niha instagram jî ji alîyê BTKyê ve, ji ber sebebên cuda yên sîyasî û civakî hatibû astengkirin û hêj jî li Tirkîyeyê venebûye.
Çend agahî derbarê Robloxê da?
Roblox yek ji lîstikên herî popûler e.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Naveroka lîstikê ji alîyê bikarhênerên wê ve tê duristkirin.
Bikarhêner di cîhaneka xeyalî dê dicivin û hev dibînin.
Lîstik ji bo zarokên 4 salî mezintir e.
Di vê platformê da, bikarhêner li derveyî rêbazên lîstikê tiştên cinsî dikin û avatarên wan di têkilîyeka cinsî ya xeyalî da têne ba hev.