Li Herêma Omsk a Rûsyayê dê Festîvala Çanda Kurdî bê lidarxistin

Wezareta Çandî ya herêma Omskê di navbera 2 û 16ê Tebaxê da yekemîn festîvala rojên çanda kurdî li dar dixe.

Li gorî nûçeya Kurdistan Chronocilê, festîval ji aliyê rêveberiya bajarê Omskê ve tê fînansekirin û ji aliyê Otonomiya Çandî û Netewî ya Kurdî li Omskê (Kurdish National Cultural Autonomy in Omsk) ve tê lidarxistin.

Herwiha dê danasîna dawetên kurdî, cil û bergên kevneşopî, amûrên mûzîkê û pêjgeha kurdî bê kirin.

Li gorî agahiyan zêdetirî 50 hezar kurd li Rûsyayê dijîn.

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times