Li Dêrezorê, grupên çekdar yên bi ser Hikûmeta Sûrîyeyê ve, 6ê Tebaxê êrişî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kiribû.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) dîyar kiribû ku êrişên bejahî 5ê Tebaxê dest pê kirine.
Li gorî daxuyanîyê, çekdarên bi ser Hikûmeta Sûrîyeyê ve bi top û hewanan êrişî hêzên wan dikin.
Di encama wan êrişan da 11 sivîl hatine kuştin, yek ji wan yek salî ye.
Li gorî nûçeya Rûdawê HSDyê ragihandîye ku di topbaranên komên çekdar ên Hikûmeta Sûrîyeyê da heta niha 11 sivîl şehîd ketine 5 sivîl jî birîndar bûne.
Şervanên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) bersiv da êrişan û çekdar neçar man vekişin.
Çekdaran şeva borî careka din bi topan êrişî rojhilatê Dêrezorê kir.
HSDyê têkildarî êrişên çekdarên Hikumeta Sûrîyeyê yên li rojhilatê Dêrezorê daxuyanîyek weşand.
“11 sivîl şehîd ketine”
HSDyê êrişên çekdaran wekî komkujîyê pênase kirin û got:
“Hêzên rejîmê li gundên Cidêde Bagara û Dehleyê komkujîyeka din pêk anî.
Di encama topbaranê da heta niha 11 sivîl şehîd ketin.”
Li gorî daxuyanîyê navên şehîd û birîndaran wiha ne:
Şehîd
– Rehef Îsmaîl El Ebûd (12)
– Nadîye Xidir El Mihemed (18)
– Hind Ferhan El Ebûd (30)
– Aya Îsmaîl El Ebûd (8)
– Nadîn Silîc El Ibêd (22)
– Yas Yasîn El Zeer (37)
– Mariya Yasîn El Zeer (12)
– Selwa Yasir El Zeer (5)
– Rexed Mihemed El Zixîr (22)
– Şam Beşar El Zixîr (8 mehî)
– Îlaf Beşar El Zixîr (Salek û nîvî ye)
Birîndar
– Elî Hesen El Damin (12)
– Melek Ebûd El Hisên (25)
– Sûrîye El Ebûd (50)
– Fehid Îsmaîl El Ebûd (15)
– Melek Îsmaîl El Ebûd (6)
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.