Li Şerîeya Rojava 9 hezar û 785 Filistînî hatin desteserkirin

Ji
25/07/2024

Di êrîşên ku Îsraîl 292 roj in li dijî Filistînê dimeşîne de li Xezeyê 39 hezar û 145 kes mirin û hejmara kesên ku li Şerîeya Rojava hatin desteserkirin jî bûye 9 hezar û 785.

Lijneye Kesên Azadkirî û Dîlgirtî ya serbi Rêxistina Rizgariya Filistînê û Cemiyeta Dîlgirtiyên Filistînê ragihand ku leşkerên Îsraîlê serdegirtinên xwe yên li Şerîeya Rojava û Qudisa dagirkirî didomînin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li hin bajarên Şerîeya Rojava operasyon li dar xist û leşkeran ji duh êvarê ve li Şerîaya Rojava zarok, birîndar, xwendekar, rojnameger û girtiyên berê jî di nav da herî kêm 25 Filistînî desteser kirin. 

Hat ragihandin ku di nav kesên hatin desteserkirin de kesên ku berê hatibûn berdan jî hene.

Hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên ku ji 7ê cotmehê vir ve li Şerîeya Rojavaya dagirkirî hatine desteserkirin derket 9 hezar û 785an.

Li Xezeyê hejmara miriyan bû 39 hezar û 145an

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li ser Xezeyê pêk anîne de, di 24 saetên dawîn de bi zêdebûna 55 miriyan û derket 39 hezar û 145an.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, hejmara birîndaran jî derketiye 90 hezar û 257an.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Te ev dîtıne?

Çekdarên Sûrîyeyê bajarê Hamayê vegirtiye – NY Times

Li Sûrîyeyê, çekdarên opozisyonê bajarê Hamayê vegirtiye û hêzên hikûmetê jî ji

Tirs

‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna

Pirtûka Herodotos cara yekem bi Kurmancî hatiye weşandin

Pirtûka dîrokî ya Herodotos, ku berî 2500 salan hatiye nivîsandin, cara yekem