Demsalek li Sakaryayê

25/07/2024

Yekî wek Nazim Hîkmet Ran ku li ser êş û janên welatên dûr helbest nivisîne û neheqiyên li ser wan anîne ziman, çawa dibe ku zilm û zora li ser kurdan nebihistiye? Komkujî û qetlîamên di salên 1930-1940î de li ser kurdan hatine kirin, çawa qet di helbestên Nazim Hîkmet de cih negirtine? Nazim Hîkmetê ku ji Hîroşîmayê hewar û qêrîna zarokan dibihîse, çawa zarokên kurd yên li Dersimê, li Agiriyê û li Geliyê Zîlanê hatine kuştin, nedîtine?  An jî wek Edgu, wek Avar û wekî gelekan nexwestiye bibîne. Çimkî li gor wan hewar û qêrîna ji bajarên kurdan dihat, ne bi zimanê şaristaniyê bû, loma ne hewce bû serê xwe bi “wan” biêşînin.

***

Navê bajarê Sakaryayê*, min cara ewilî di zarokatiya xwe de bihîstibû. Wek gelek bajarên me, ji Diyarbekirê, ji taxa me jî, gelek malbat, havînê li trênê siwar dibûn û ji bo ku di bexçeyê findiqan de bixebitin, berê xwe didan Sakaryayê. Min nizanibû Sakarya li ku ye, li kîjan alî ye. Lê ewqas bi trênê diçûn û dihatin, min zanibû ku bajarekî dûr e. Malbatên bo xebatê diçûn, bi temamî li wir nediman. Wek karkerên demsalî, ji bo demeke bisînor diçûn û piştî karê wan xelas dibe vedigeriyan. Lê mixabin ji Sakaryayê, bi bîranînên xweş venedigeriyan Diyarbekirê. Malbatên bi mehan dixebitîn, gelek caran nikaribûn heqê xwe ji xwediyê kar bigirtana. Pîştî kar û xebata demsalekê, destvala vedigeriyan malê û berî ku zivistan dest pê bike, li karên nû digeriyan. Li Sakaryayê, di demsala xebatê de, rastî şer û pevçûn û lêdan û tacîz û heqaretan dihatin. Û carna jî dihatin kuştin! 

Ev demsala ku bi hezaran kurd, bi salan e ji bor kar diçin Sakaryayê an bajarên din yên tirkan, nebû mijara romaneke navdar. Nebû fîlmek û di festîwalên biyanî de xelatên zîv û zêrîn wernegirt. Karkerên demsalî, her demsal çîrok û bîranînên xwe yên li wan bajaran ji bîr dikirin. Da ku demsaleke din, dîsa bikaribin herin û bixebitin û dû re dîsa bên jibîrkirin. Gelo em êş û çîrokên çend karkerên kurd dizanin? Em çend demsalan li ber wan dikevin? Di her demsalekê de, çend kurd li wan bajaran tên kuştin? Em dizanin gelo? 

Em çîroka mamosteyekê dizanin. Di pirtûka nivîskarê tirk Ferit Edgu de ya bi navê Hakkari’de Bir Mevsim (Li Hekarî Demsalek), em çîroka mamosteyeke tirk dixwînin. Bi awayekî mecbûrî, ji bajarê xwe radibe û ji bo karê mamostetiyê tê Hekariyê, tê nav kurdan. Herçiqas, Ferit Edgu rasterast bi nav neke jî, em di pirtûkê de çîroka wî dixwînin. Edgu, di sala 1964an de, wek leşker-mamoste, tê Hekariyê û li gundê Pîrkanîsê dest bi mamostetiyê dike. Di pirtûkê de, em nêrînên wî yên li ser kurdan dixwînin. Lê bi xwendina pirtûkê em fehm dikin ku di ferhenga Edgu de, peyva kurd tuneye. Qet zimanê wî lê nagere û nabêje kurd. Di daktîloyê de tiliyên wî tu car bi rêzê, pê li tîpên “k-u-r-d” yê nakin. Ji bo wî, şêniyên gund “ew” in û bi zimanê “xwe” xeber didin ku Edgu wî zimanî nizane. Edgu di pirtûkê de tim mexdûriyeta xwe tîne ziman. Gundê Pîrkanîsê û mirovên li wir dijîn, bo Edgu ji şaristaniyê dûr in, nezan in, ji aliyê exlaqî ve kêm in… Û zarokên wan, yanî xwendekarên wî, zimanî nizanin, tiştekî fehm nakin, nav porê wan tije spî û nûtik in, “qirêj” in! Edgu gava qala zarokên gund dike tim “qirêjî” ya wan derdixe pêş. Lê mamosteyê pirtûkê qet qala qirêjiya fikir û xeyalên xwe nake. Wek tiştekî normal dikare bi niyeteke xerab li keçên zarok binêre, wan bifikire. Û hetta wek kesekî ji nav şaristaniyê hatî, dikare bo keçeke zarok bi rehetî bêje ku: “Pereyê wê çi be, ez ê bidim!” Mamosteyê tirk, ji ber ku mirovên gund ji şaristaniyê dûr dibîne, wek wezîfe dixwaze zimanê “xwe” fêrî wan bike, şaristaniyê rê wan bide û wan bike mirovên medenî(!). 

Ev nêrîna li ser me kurdan, ne nêrîneke nû ye. Çi nivîskar, çi mamoste, çi siyasetmedar, çi xwende û nexwendeyên tirk, gava qala me kurdan û bajarên me kurda dikin, tim qala “heremeke ji şaristaniyê dûr” dikin. Loma wek mamosteyê pirtûka Edgu, bi salan e, dixwazin zimanê xwe yê şaristaniyê fêrî me bikin û me biguherînin. Em pirtûka Edgu deynin aliyekî û li mamosteyeke din binêrin: Sidika Avar. 

Sidika Avar, di sala 1939an de, wek mamoste tê Elezîzê û li Enstituya Keçan, mamostetîyê dike. Lê ev ne mamostetîyeke normal e. Bi hespê xwe li gundê Elezîz, Dersim û Bingolê digere, keçikên biçûk, bi zorê ji malbatê wan digire û wan li dibistanên tirkan bi cih dike. Bi taybetî piştî Komkujiya Dersimê, zarokên sêwî mane an jî zarokên ji malbatên xwe bi zorê hatine veqetandin, dikevin bin perwerdehiya Avarê. Piştî perwerdehiyê jî gelek caran ew keçik an bi leşkerekî re tên zewicandin an jî wek xizmetkar wan dişînin ber destê malbatên tirkan. 

Sidika Avar, zarokên kurd ji malbatê wan digre û dibe dibistanên tirkan

Avar wek mamosteyeke tirk û ji nav şaristaniyê(!) hatiye, di bîranînên xwe de gava qala zarokên kurdan dike, dibêje nezan in, hov in, zimanî nizanin û qirêj in!  Ev teswîr bo me ne xerîb in, çimkî mamosteyê di pirtûka Edgu de jî zarokên kurdan wisa teswîr dike. Her du mamoste jî, wek wezîfe dixwazin zimanê xwe yê şaristaniyê fêrî zarokên kurdan bikin û bi vî awayî wan bikin mirovên medenî. Di nav her du mamosteyan de xalên hevpar yên din jî hene. Her du jî, gava qala kurda dikin, peyva “kurd” bikarnaynin. Li gor Avarê, kurdên Dersimê, bi eslê xwe tirk in, ji aliyê Xoresanê hatine û eslê xwe ji bîr kirine. Em ji devê her du mamosteyên ji nav şaristaniyê hatine, tu caran nabîhisin ku ew mirov çi kes in, çima bi zimanekî cuda xeber didin. Her du mamoste tim ji paşvemayîna mirovan gilî û gazinan dikin, wan kesên wek ji “şaristaniyê dûr” pênase dikin. Lê qet li ser jiyana van mirovan lêpirsînekê nakin û di bîranînên xwe de cih nadin wan. Ev gund û bajar çima xerab bûne? Zarok çima sêwî mane? Çima di bedenê wan keçikan de, ew keçikên tînin dibistanê, şopên lêdan û îşkenceyê hene? Çima li wir nexweşxane tuneye? Çima li gor bajarên tirkan feqîrtir mane? 

Serdar Şengul di nivîsa xwe ya bi navê Çiya, berf û pez: Di temsîlên kolonyal de kurd, xweza û dîrok” (16.07.2023-Botantîmes) de, li ser pirtûka Edgu, pirseke girîng dike: “ Çawa kesekî wekî Ferit Edgü kurdan bi tenê bi pez û miyan û berf û baranan bi bîr tîne? Ew Edgüyê ku beriya çûna Hekarîyê, li Parîsê xwendekar bûye, şahidiya Şerê Cezayirê kiriye, pesnê rewşenbîrên Fransî daye ku piştgirî dane gelê Cezayirê; di navbera salên 1968-1972an de di bin banê TÎPê de xebitiye, ku wan salan kurdan tevî TÎPê mîtîngên rojhilatê (Doğu Mitingleri) li dar dixistin, di bin banê komeleyan de ji bo mafên xwe yên çandî û siyasî têkoşiyaye? Çawa?”  Divê em vê pirsê, wek rexneyeke girîng li ser Edgu bibînin û bi vî awayî bingeha nêrînên wî baş fehm bikin. Û di vê meseleyê de, Edgu ne bi tenê ye. Di gelek qadan de çi sînema û çi edebiyat, tirkan nêrîna xwe ya li ser me kurdan tim wek xwe hiştin. Çiqas xwenede bin, çiqas dinyayê baş nas bikin û çiqas demokrat(!) bin jî, gelek caran di meseleya me kurdan de bêdeng mane, çav û guhên xwe li me girtine û bi vî awayî piştgiriya komkujî û asîmilasyonê kirin. 

Li vir dixwazim mînakeke din li pirsa Serdar Şengul zêde bikim. Şaîrê tirk yê bi navê Nazim Hîkmet Ran, di helbestên xwe de qala Îspanyayê dike. Qala şervanan dike û li ber wan dikeve, şervanên di şerê navxweyî yê Îspanyayê de li ber Madrîdê şer dikin. Li Çînê, li gundê Hûnanê, feqîrîya gundiyan ji xwe re dike derd û êşên wan tîne ziman. Li ber bindestiya Kubayê dikeve, li ser Kubayê helbestan rêz dike. Di helbestên xwe de ji bo zarokên li Hîroşîmayê, bi bombeya atomê mirine, hêsiran dibarîne.  Pirsa min ev e: Yekî wek Nazim Hîkmet Ran ku li ser êş û janên welatên dûr helbest nivisîne û neheqiyên li ser wan anîne ziman, çawa dibe ku zilm û zora li ser kurdan nebihistiye? Komkujî û qetlîamên di salên 1930-1940î de li ser kurdan hatine kirin, çawa qet di helbestên Nazim Hîkmet de cih negirtine? Nazim Hîkmetê ku ji Hîroşîmayê hewar û qêrîna zarokan dibihîse, çawa zarokên kurd yên li Dersimê, li Agiriyê û li Geliyê Zîlanê hatine kuştin, nedîtine?  An jî wek Edgu, wek Avar û wekî gelekan nexwestiye bibîne. Çimkî li gor wan hewar û qêrîna ji bajarên kurdan dihat, ne bi zimanê şaristaniyê bû, loma ne hewce bû serê xwe bi “wan” biêşînin. Ji ber vê yekê, divê em bi van pirsan, rewşa me kurdan û rewşa “wan” baş fehm bikin û guh nedin demsalên wan. Divê em baş fehm bikin ku demsala wan, ne demsala me ye. Demsala me, ne demsala mamosteyeke tirk a li Hekariyê ye. Demsala me, ew demsal e ya ku karkerên kurd ên li Sakaryayê tên kuştin!

*Sakarya: Bajarekî tirkan e ku li rojavaya Tirkiyê dimîne

Bi Ingilîzî bixwîne


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.

Te ev dîtıne?

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman