Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Jîn Artê bernameya xwe ya Tebaxê dîyar kir

25/07/2024

Sazîya çand û hunerî Jîn Artê bernameya xwe ya Tebaxê dîyar kir.

Navenda Jîn Artê li Îzmîrê ye.

Qeydîyên erbane, batarî, tembûr, keman, pîyano, kopûz, gîtar û qûrsên folklorîk li Jîn Artê dest pê kir. Kesên dixwazin qeyda xwe çêbikin, dikarin di navbera saet 09.00an û 21.00an ji bo qursan serî li Jîn Artê bidin

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Jîn Artê ji bilî qursan dest bi amadekariyên vekirina atolyeyan kir ji bo zarokên 4-15 salî.

Bernameya meha Tebaxê ya Jîn Artê wiha ye: 

* 4ê Tebaxê: Konsera Kasim Taşdogan

* 9ê Tebaxê: Konsera Agirê Zerdeşt

* 11ê Tebaxê: Nîşandana fîlmê li Kurdistanê Mij û Şev

* 17-18ê Tebaxê: Stend-up a yek kesî ya Salih Yildizoz

* 24ê Tebaxê: Konser

* 25ê Tebaxê: Konsera Hunermend Tûran Şengul 

* 31ê Tebaxê û 1ê îlonê: Lîstika şanoyê ya yek kesî ya Nazmî Karaman  

Yek ji xebatkarên Jîn Art Hunerê Ayhan Gurbuz, diyar kir ku ji eleqeya zêde keyfxweş in û wiha got: “Em ji bo ku çand û hunera xwe bidin nasîn digihin armancên xwe. Me armancên cudatir jî danîn pêşîya xwe, em di vê çarçoveyê de bernameyên xwe yên mehane derdixînin.”

Gurbuz, da zanîn ku qursên weke erbane, piyano, tembûr, kopûz, keman û folklorê vekirine û da zanîn ku dê qursan zêde bikin û ji bo enstrumanên cudatir jî qursan vekin. Di heman demê de xebatên atolyeyê yên ji bo zarokan jî di rojevê de ne û wiha berdewam kir: “Atolyeya çand û ziman a ji bo zarokan dê ji bo zarokên di navbera 4 û 15 salî de be. Armanc ne tenê hînkirina enstrumanê ye, armanc vegotina çanda me ye jî.”

Ji bo agahîyên berfirehtir bitikîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan