Gramer û Agir: Du Amûrên Emperyalîzma Lînguîstîk

Gramer û Agir: Du Amûrên Emperyalîzma Lînguîstîk
Gramer û Agir: Du Amûrên Emperyalîzma Lînguîstîk
Serdar Şengül

Wêne: Rupelek ji Pirtukên Pîktoral a Aztec, arşîv

Di sala 1492ê de, Antonio de Nebrija, humanîst û zimanzanekî îspanyolî, pirtûka xwe ya li ser gramera zimanê Kastilyayê qedand û îthafî Keybanuya Îspanyayê Isabella kir. Pirtûk di nav zimanên Ewropî de yekemîn pirtûka gramerê bû. Nebrija, di pêşgotinê de hêvîya xwe jî eşkere kir: “Zimanê Kastilyayê dê bibe nîşana împeratoriya cîhanê ku hêvîdar e ku Îspanyayê ava bike. Û piştre dustûra humanîstê îtalî Lorenzo Valla ya “ziman her tim hevrêyê împeratoriyê bû” daxîlî ithafa xwe ya bo Keybanû Isabella kir.

Antonio de Nebrija, Deriyê Pirtûkxaneya Neteweyî ya Spanyayê, Madrid

Ew ne tenê hewldanek û arezûya Nebrija û Îspanyayê bû. Peter Burke, li ser têkiliya ziman û împeratoriyê bal dikşîne û vê hewldanekê wekî “emperyalîzma lînguîstîk” pênase dike û nîşan dide çawa îspanyolî, portekîzî, flemenkî, fransî û îngîlîzî ji sed salên 15an û 16an pê de li “dinyayên nû” belav bûne. Burke dîyar kir ku hikimdarên ewropî di hin rewşan de, hewl dan ku zimanên împeratoriyê li ser hemwelatiyên împeratoriyê yên xwecih, qet nebe li ser elîtên wan ferz bikin. Bi heman awayî, Şîrketa Holendî ya Rojhilatê zimanê flemenkî li ser Giravên Hîndê yên li Rojhilat ferz kiribûn. 

Gramer bi tena serê xwe nikaribû arezuyê Nebrija pêk bîne û wê hewldanekê bibe serî. Gava Columbus û peyrevîn wî li Parzemîna Latîn Emerîkayê daket ne tenê bi zêr û zîvan, bi xan û eywanan lê bi pirtûkxaneyên gewre û bi hezaran pirtûkên ku bi alfebeya piktografîk (wêneyî)· hatine nivîsandin re rû bi rû mane. Metnên wan ji mijarên dînî bigre heta perwerdehî, felsefe û kozmolojiyê; ji hêla şêwazî ji helbestê bigre heta destan, mîtolojî, şano; nîşaneyên rewşenbîriyeke astbilind bûn. 

Di vê gavê de agir bi hawara gramerê ve hat. Pîskoposê ewil ê Meksîkayê Juan de Zumerraga di sala 1530ê de li Tetzocoyê agirekî mezin da vêxistin ku tê de hemû îdol û pirtûk hatin şewitandin. Hemû şahid vedibêjin ku nîyeta wî jêbirîna dîrokê û rêvekirine li ber serdemeke nû bû. Zumerraga şewitandina hemû pirtûkxaneyên aztekan li ser xwe û mîsyonerên xwe wekî fermana olî ferz kiribû. Tetzoco ku wekî Atînaya Aztekan bû, gava bi fermana şewitandinê li ser hevdu hatine kom kirin, wekî çiyayeki ji pirtûkan xuya dikir.  

Piştî şewitandina pirtûkan û pirtûkxaneyan, hilweşandina perestgehan û kuştina zanayan rê li ber hînkirina zimanê îspanî vebû. Dibistanên Latîn di salên 1530î de li Meksîka, li Michoacan û ya herî navdar Koleja Santa Cruz li Tlatelolcoyê hat vekirin. “Di vê kolejê de zarokên xwecihan piçek latînî û piçek jî îspanî hîn dibûn. Di sala 1584ê de hinek ji wan bi qasî ku bi latînî û îspanî bipeyivin, bi ser ketîbûn. Misyonerek neqil dike, keşeyek ku teze ji Îspanyayê hatiye, gava zarokekî xwecih pê re bi latînî axiviye çawa şaş û mat maye.  

Romannûs Miguel Angel Asturias ku di sala 1967ê de Xelata Nobelê stendibû di pirtûka xwe ya Fesaneyên Guatemalayê de medeniyeta Maya ji xwe re kir bingeh. Asturias dibêje ku wî ew çîrok û efesane ji devê diya xwe ku eslê wê mayayî bû, berhev kirine û pirtûk jî îthafî diya xwe kiriye. Bi hevkariya gramerê û êgir, bi hevalbendiya humanîst û pispokopsan re zimanê ku rih û can didin wan efesaneyan nikaribû xwe li ser rûpelan bineqşîne. 

Rûpelek ji dîwana Melayê Cizîrî, çavkanî

Li wan salan li gundekê Amedê feqiyekê bi navê Seyfedîn li hicreya medreseyê bi dizî ji nusxeyekê perîtî ya Dîwana Melayê Cizîrî ku kaçaxçiyan ji binxetê anîbûn ji bo xwe nusxeyek kopye dikir. Gelo gramer û agir hukmê xwe li ser me çawa îcra kiriye?