Belgefîlma ‘Wergerandina Ulyssesê’ dê li çend bajaran bê nimayişkirin

08/07/2023

Belgefîlma ‘Wergerendina Ulyssesê’ dê li çend bajaran bê nîşandan.

Belgefîlma ku behsa şair û wergêr Kawa Nemir û serhatîya wî ya deh salan ya wergêrana berhema Ulyssesê dike, dê li çend bajar û festîvalan bê nîşandan û pêşbaziyê bike.

Belgefîlma ‘Wergerandina Ulyssesê’ ji aliyê Aylin Kuryel û Fırat Yücel ve hatiye derhênan. Berhemhênerên belgefîlmê jî Özgür Doğan, Aylin Kuryel û Fırat Yücel in.

Şair û wergêr Kawa Nemir li ser hesaba xwe Twitterê da zanîn û got:

“Bo yên lê temaşe nekirî! Vê havînê ‘Wergerandina Ulyssesê’ dê li çendîn bajaran were ser perdeyê!”

Berhema Ulyssesê ya James Joyceî, piştî xebeteka dûr û dirêj ya deh salan ji aliyê şair û wergêr Kawa Nemir ve bo kurdî hate wergêran û berhem îsal ji nav weşanên Avestayê derket.

Weşana berê

Civîna ‘Divê Kurd çi Bikin’ li Amedê tê lidarxistin

Weşana paşê

Keştiya Ferit Edgü, Girava Hekarîyê û Edebiyata li ser Sînorên Dinyayê