Kasım Taşdoğan: Ez hewl didim ji tiştên utopîk, şiyanên xeyalî û romantîk xwe dûr bihêlim

Xeyala te ji bo Kurdan çi ye?

Ne tenê xeyal, bi hêvî û bi bawer im, di vê serdemê de gengaz û mimkun e ku Kurd, bi ruyê xwe yê hemdem û pêşverû, dê li Rojhilata Navîn bibin mînak û dê finda ronahiya neteweyên li vê erdnigariyê bi serbilindî rakin û bi ser kevin. Him di warê netewbûn, him bi bizavek pêşverû û him jî di warê polî û zayendî de.

Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgîniyek te heye?

Ji mêj ve ye armanca min ew e ku ez bi temamî berhemên xwe çêbikim û xwe nespêrim berhemên kevn û klasîk. Li dû vî esasî jî hewl didim zêdetir biafirînim. Niha jî li ber destên me du helbestên nivîskarekî Kurd ê girtî hene ku em ê hewl bidin wan beste bikin. Hêvî dikim di demekî kin de biqedin û em wan bighînin guhdarvanên muzîka Kurdî.

Heyraniya te ji bo kîjan şexsiyet/an heye, çima?

Ez ne xwediyê çanda heyranîyê me. Lê belê gelek kar, berhem û şexsiyet hene ku ez  ji wan gelek hez dikim û mînak digrim ji xwe re. Di nav mûzîkjenên Kurd de ez dikarim bêjim Rotînda yê sereke ye. Ji ber ku fikir, derûnî, bîrdozî û hemî armanc û hewldanên xwe yên takekesî dispêre yên civatî û neteweyî, û di nav berhemên xwe de wan bi tevahî dihûne. Dîsa bi heman nêrînê ji mûzîkjena Emerîkî ya navdar Nîna Sîmonê jî gelek hez dikim. Gelek kesên din jî hene.

Heke mumkun bûya te dixwest çi şiyanên te hebin û ji bo çi bikar bînî?

Ez hewl didim ji tiştên utopîk û şiyanên xeyalî û romantîk xwe dûr bihêlim. Ji ber ku em mirovên xwedî şiyanên gelek bi qudret in û em wan bi temamî bi kar nayînin. Dikarim bêjim ku; hêvî dikim şiyaniyên xwe yên heyî ji bo berjewendî û xweşiya xwe û civaka xwe bi temamî bikar bînim.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir