Dersa zimanê kurdî li Tirkîyeyê wekî dersa bijarte li mekteban tê dayîn.
Heta sala 2022yan jî ji alîyê dewletê ve du heb mamoste dihatin tayînkirin ku yek ji wan kurmancî û yek jî zazakî bûye.
Sala 2022yan, 50 kontenjan ji alîyê wezareta perwerdeyê ya Tirkîyeyê ve ji bo kurdî hatine terxankirin. 35 kontenjan ji bo kurmancî 15 heb jî ji bo zazakî.
Serdema perwerdeyê ya payîzê li Tirkîyeyê dest pê kir. Mamosteyên ku hatine tayînkirin dest bi karê xwe yê nû kirin.
“Rêvebirên mektebê pê keyfxweş in ku dersa kurdî li mekteba wan tê dayîn“
Yek ji dersdarên* zimanê kurdî ragihand ku ew gelek keyfxweş in û hîsseka gelek xweş e ku ew hatine erkdarkirin li mektebên ku dersên kurdî lê hene.
Herwiha ew dersdar dîyar dikin ku ew ji cihê xwe gelek memnûn in û rêvebirên mektebê jî ji hatina wan gelek razî ne. Rêvebirên mektebê pê keyfxweş in ku dersa kurdî li mekteba wan heye.
“Daxwaza me li hemî malbatên me ew e ku li ser vê meseleya dersa kurdî rawestin û vê dersê bi zarokên xwe bidin hilbijartin“
Dersdarî/ê bal kêşa ser wê yekê ku ew çendîn sal bû zimanê me wek zimanekî qedexe dihat dîtin û di rewşeka xirab da bû. Ew pêdivîyê bi wê yekê dibîne ku her çiqas îro dewletê wekî dersek bijarte ev maf dabe jî, divê li ser xebat bê kirin da ku zimanê kurdî di hemî dibistanan da wekî derseka resmî bê dayîn.
Ew bang li hemî malbatan dike ku li ser vê meseleya dersa kurdî hûr rawestin û vê dersê bi zarokên xwe bidin hilbijartin.
Dersdareka/î din* jî radigihîne ku hesteka gelek xweş e ku ew bo cara ewil li gel xwendekaran bi zimanê xwe diaxive. Ji ber ku ew her tim di dersan da marûzî zimanê tirkî bûye, wekî tiştekî gelek ecêb dibîne ku ew bi zimanê xwe dersê dide.
“Dersdana bi kurdî mafekî rewa yê gelê kurd e“
Herweha balê dikêşe ser wê çendê ku ew êdî ferq dikin zimanê kurdî ne zimanekî qedexe ye û dersdana bi zimanê kurdî wekî mafekî rewa dibîne.
“Mirov dikare zimanê kurdî li ber dilê xwendekaran şêrîn bike ji bo ku zêdetir were hilbijartin”
Dersdar û mamosta wekî kêmasîyekê dixwaze bîne ziman ku xwendekarên kurd dibêjin em kurdî dizanin û pêdivîyê bi xwendina dersa kurdî nabînin. Lê wekî çareserîya vê yekê jî ew dîyar dike ku mirov dikare bi xêra lîstik, çîrok û çanda kurdî dersa kurdî li ber dilê zarokan şêrîn bike. Ew bixwe jî bi vê rêbazê dersa kurdî li ber dilê xwendekarên xwe şêrîn dike ku di encamê da dibîne hejmara xwendekarên wê/î zêdetir bûne.
* Dersdarê/î nexwest navê wê/î bê aşkerakirin.