Ji teqlîdê berev aktorîyê

Hêvî û xeyala Hîvanî ew e ku ew, li her derê derê Kurdistanê derkevin ser dikê. Her wiha dixwaze ew derkevin turneyeka mezin a cîhanê ji bo nîşandana hêza şanoya kurdî û zimanê kurdî.

Hîvan Emîn lîstikvanekî şanoya kurdî ye. Ew li bajarê Duhokê dijî. Emîn bixwe tîne ziman, her di zaroktîya xwe da bi xwe dihese ku dê bi kêrî şanoyê bê. Hêvîya wî ji wî hebûye ku ew biçe akademîya şanoyê ew dê pêş bikeve. Hêj di biçûkatîya xwe da wî bi zahrî/teqlîda fîlm û mirovan kirîye ku ji derdora wî bertekên baş hatine û ew pê kenîyane. Li Peymangeha Hunerên Ciwan xwendina xwe bi dawî tîne ku ev 9 sal in karê şanoyê û sînemayê dike.

Koma Şoreşvan ekîbeka şanoya kurdî ye li başûrê Kurdistanê ku Hîvan yek ji endamên wê ye. Derhêner û mamosteyên vê komê bo wî dibin motîvasyon, pal û pişt ku ew di karê xwe da serkeftîtir be. Hîvan, wekî xemgînîyekê, li başûrê Kurdistanê nebûn û kêmbûna komên şanoyê dibîne. Ew di 10-11 lîstikên şanoyê da rola sereke ya şanoyê hildigire ser milê xwe ku ji bilî hindê jî gelek xebat di warê şanoyê da kirine. Her wiha wî di fîlm, rêzefîlm û kurtefîlman da cih girtîye ku di kurtefîlmên wekî Xwebûn Di Nebûnê da û Pêkenîyên Biêş da wekî aktorê sereke cih girtîye. Her du fîlman beşdarî di çendîn festîvalên fîlman da kirîye.

Sala 2022yan, 9. Festîvala Navneteweyî ya Duhokê

Divê, karakterê şanoyê û şexsîyeta mirovî li hev bigunce

Wî, çi caran bi taybetî rola lîstikvanîya sereke nexwastîye. Tekst, lîstikvanê sereke dîyar dike û li gorî şîyan û guncawbûna wan ya karakterîstîk rola sereke tê dayîn. Ew balê dikêşe ser tekstên şanoyê ku ji bo berhemanîneka serkeftî divê di tekstê da, karakterê şanoyê û şexîyeta mirovî li hev bê û mirov xwe di wî karakterî da bibîne.

Ez seh dikemê ka dê kîjan rol li ser min bigunce. Erê, ez ê bişêm heqê wî karakterî bidemê, ez ê bişêm karkaterekî bo wê rolê durist bikem.

Hîvan Emîn
Ji lîstika Kulav û Peykê

Heta niha zehmettirîn rola sereke ya ku wî di şanoyê da hilgirtîye, rola şanoya Kulav û Peykê bi nav dike. Heta ew şano bi encam hatîye wî her tim, hem ji alîyê mejî ve, hem jî ji alîyê fizîkî ve xwe westîyayî hîs kirîye. Ji bo encameka baş ya lîstina rola sereke pêdivîyê bi pratîkên bitena serê xwe dibîne.

Ez bi rastî gelek diwestim yanî. Ez xwe gelek zehmet didim. Divê tu wisa zehmetê li xwe bidî ku tu heqê ewî karakterî bideyê, yê rolê sereke. Ez wisa fahm dikem.

Hîvan Emîn

Şano berhema bîneran e

Li başûrê Kurdistanê, wekî keyfxweşî û başîyekê wî tiştî dibîne ku li wir bînerên wan hene û her tim salonên wan yên şanoyê tejî ne. Her ku diçe jî bîner û xelkê başûr li şanoyê vedigerin û zêdetir eleqeyekê nîşanî wan didin ku vê yekê wekî dilxweşîyekê dibîne.

Gava şanoyekê pêşkêş diken, du roj heta sê rojan bînerê şanoyê pir dibe yanî salonên me mezin in û bînerên me hene. Yanî em şanoyê diken ji bo bînerî, bi rastî. Bo guherîna hizran, bo her tiştî.

Hîvan Emîn

Li wê derê wekî kêmasî kêmbûna lîstikên şanoyê dibîne ku li wir gelek kêm têne nimayişkirin. Bi taybetî jî li duhokê şano gelek kêm in ku nerazîbûn û xemgînîya xwe bo wê yekê nîşan dide. Egera kêmbûna lîstikên şanoyê bi wê yekê ve girê dide ku pal û pişteka wan nîne. Ew xemgîn e ku festîvalên şanoyan li Duhokê nayêne lidarxistin.

Şano bi dawî nayê, emir bi dawî tê

Yek ji armancên wî yên lîstina şanoyan ew e ku xizmeta gelê xwe bike û navê xwe di huner û şanoya kurdî da bihêle. Ew dixwaze bibe nimûneyek ji bo ciwanên pêşerojê.

Lê ez dixwazim navê min hebe. Dema ez ji vê dinyaê koç dikim, xelk bibêje Hîvanek hebû, aktorekî baş yê şanoyê bû. Eger bes vê jî bibêjin ez spasdar im.

Hîvan Emîn

Koma Şoreşvan 5î Îlona 2023yan bo nimayîşkirina lîstika Kulav û Peykê li Amedê bû. Xwesteka Hîvanî ew e ku li her çar parçeyê Kurdistanê û li hemî cîhanê lîstikên xwe nimayîş bikin û hêza şanoya kurdî û kurdî bi hemî cîhanê bidin nasîn.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir