Jinên Penaber ên Dilşikestî

Jinên Penaber ên Dilşikestî
Xecê Daşxin Fotoğrafı

Xecê Daşxin

Navenda Nûçeyan

Di sirgûnê da tişta herî muhim herhal şûn û ziman e. Karakter dema xweşiyên Ewropayê jî dijî tim mekanên welatê xwe bibîr tînin. Bi pê ra ev mekan, wan kesên li dû penaberan mane daxilî nav çîrokê dike. Em hişên penaberên jin yên perçebûyî dixwînin, hişê ku nîvê wê li gund û bajarên welêt maye nîvê wê jî dixwaze adapteyî jiyana nû bibe.

***

Weke gotineka polîtîk, edebî heta teolojîk sirgûniyê ji destpêka mirovahiyê heta îro xwe di nav jiyanê da girtîye. Sirgûn hemû literaturan da (polîtîk, edebî, teolojîk) eza û ceza ye, ji cihûwar dûrxistin e. Sirgûna ewil ya hemû mirovahî pê mezin bûye sirgûna Adem û Hewayê ye. Mijar epîstemeyeka teolojîk e lê mesele dîsa çîroka sirgûn û cezakirinê ye. Helbet cezayê ku Xwedê birîye ji xwe ra meşruiyetek peyda kiriye û hebûna xwe heta roja îro kudandiye. Ji bo literatura polîtîk jî ev mînak her tiştî dibêje; di dema împaratoriya Romayê da ji sûcdaran ra cezayê mirinê û sirgûnê weke du cezayên alternatîf pêşkêş dikirin. Wan jî dizanibû sirgûnbûn mirineka din e, mirineka dirêj û bêdeng e. Ji ber wê jî împaratoriyan, împaratoriya Osmaniyan jî di nav da gelek caran kesên mûhim/telûke û sûcên wan ên mezin bi sirgûnê ceza dikirin. Sirgûniya malbata Bedîrxaniyan jî dûrî vê cezakirinê nîne. Piştî împaratoriyan di dewra dewletên modern da mijara sirgûnê bala gelek feylosof û rewşenbîran kişand. Heidegger hebûna me ya li vê dinyayê û hatina me ya rûyê dinê weke sirgûn dibîne û dibêje em bi dilê xwe nehatine. Em dikarin vê rewşê weke sirgûniya ontolojîk/bêwarbûna ontolojîk bi nav bikin. Dinya îro ji ber sirgûnên curbicur û ecêb serûbinî bûye. Êdî kesek wan sirgûn neke jî gelek mirov mecbûrî sirgûnê mane. Ji ber şertên giran û neînsanî mirovên ku neçar mane terka welatê xwe bikin, ev jî di nav vê kategoriyê da ne. Helbet ji ber şertên giran demeka dirêj e sirgûn û penaberî perçeyeke jiyana me kurdan û perçeyeke edebiyata kurdî ye jî.

Heta wan salên dawî me çîroka sirgûna mêran weke temsîla sirgûna kurdan dixwend. Penaberên mêr temsîla penabertiya kurdan bû. Çend sal berê min di romana Fawaz Husên ya Barê Şevê da çîroka çar kurdên ku ji çar perçeyên Kurdistanê derketine çûne Ewropayê xwendibû. Min îro dîsa vekir çîroka penaberiyê xwend û pirsek hate hişê min, gelo jinên kurdan qet neçûne xerîbistanê û qet problemeka wan a ser sirgûnê çênebûye? Dibe ku piyê mêrên kurdan beriya piyê jinên kurdan li axa xerîban ketibe, dibe ku bêhna welatên xerîb ewil bêhna mêrên kurd çikandibe, lê belê ev rewş ji zûda ye guheriye. Bi hezaran çîrokên jinên li sirgûnê li hev zêde bûne. Ji Mehmet Uzun heta Hesenê Metê, Helîm Yûsiv, Fawaz Husên û gelek qelemên edebiyata kurdî di kitêbên xwe da penaberîya ku jiyane û penaberiya ku talî tengasiya wê dîtine di nefsa karakterên xwe yên edebî da (lê hema bêje temamê karakteran mêr in) bi me ra parve kirine. Piştî wan qeleman min agahiyên karekterên penaber yên jin ji Yildiz Çakar ji Jana Seyda û ji Suzan Samancı girt. Ez dixwazim taybet qala kitêba Suzan Samanci Çîrokên Jinên Dilşikestî bikim ku kitêb ser çîroka deh jinên penaber disekine. Piştî temsîlîyeta penaberên  mêr û penaberên kurd ev deh çîrok paceyeke din vedike ji me ra û fikrekê dide me: Jinên kurdan ên li Ewropayê çi hîs dikin, çawa dijîn, di jiyana wan da çi diguhere, têkiliyên wan û civaka Ewropî çawa ye, weke jin dîsa rastî çi zihmetiyan tên û gorî min pirsa herî muhîm ji bo jinan li Ewropayê welatekî ewle heye yan derew e?

Di sirgûnê da tişta herî muhim herhal şûn û ziman e. Karakter dema xweşiyên Ewropayê jî dijî tim mekanên welatê xwe bibîr tînin. Bi pê ra ev mekan, wan kesên li dû penaberan mane daxilî nav çîrokê dike. Em hişên penaberên jin yên perçebûyî dixwînin, hişê ku nîvê wê li gund û bajarên welêt maye nîvê wê jî dixwaze adapteyî jiyana nû bibe. Di hemû çîrokan da temaya xerîbiyê, berîkirinê, problema têkiliya jin û mêran, problema nêzîkatiya mêran, problema mirovên nîvxwende, nîvzana, nîvewropî û nîvnetewperwer hene. Heke em hinekî din xwe nêzî çîrokan bikin:

Di çîroka Xeribîyê da ser mesela jinbûna li welêt û li Ewropayê disekine. Nivîskar ferqa her du welatan û ferqa welatê me li ser mijara keçikên me yên nexwende ra digihîne me.

Di çîrokên Comedie Hotel û Eyşê Qirşê da nivîskar karekterên xwe yên kurd û jinên din ferqa sekna wan a beramberî jiyanê nîşanî me dide. Car caran bîraninên karekterên jin sebebê sekna wan a jiyanê dide der.

Di çîroka Marîsayê da em di nav çîroka penabera kurd da çîroka jineka din û pirsgirekên hevbeş ên jinan dixwînin. Helbet çîrok ji me ra dibêje tu welatek ji bo jinan temamî bihuşt nîne.

Nîla Dînikê da nivîskar jineka kurd, jineka tirk, jineka ewropî û mêrekî kurd li ser maseyekî dide runiştandinê û di nêzîkatiyên wan da problema serdestî û bindestiyê nîşanî me dide.

Samanci di çîroka Qulora Darê û Maria Luisayê da qala xirabîyên dewlet û kesên ewropî û qala qenciyên ewropiyan dike. Weke bêje jiyana li Ewropayê jî temamî reş û sipî nîne.

Di Gestapoyê Binevşê da qala xirabiya bavê zordar û birayên baş dike. Nivîskar heta dawiya çîrokê tesîra wan mirovan ya li ser jinan nîşanî me dide.

Nivîskar di çîroka Şeva Newrozê û Çîroka Jinên Dilşikestî da qala civaka li sirgûnê û qala nakokiyê wan dike. Û dibêje gund yan Ewropa gelek caran guhertina mekanan fikr û nêzîkatiyê naguherîne.

Gelek caran karakterên bênav li mekanên Ewropayê digerin û di hişê wan da tim bîranînên welatê wan hene. Her yek dibe tenêtiya Şahmeranekê û ev tenêtî jî dibe tenêtiyeka hîç û pûç!

Edward Said dibêje sirgûnê weke xilasiyekê û cihguhertinekê nebînin, kesên sirgûn weke paryayên Hindûyan in. Yanê ji derve-civakê dibin. Lê ziman û netewe ji penaberan ra aîdiyetekî ava dike û wan ji hêrandina sirgûnê hinekî diparêze. Gorî Said netewperweriya li sirgûnê me li ser piya digire. Me gotibû li sirgûnê guhertina herî muhim şûn û ziman e. Jinên penaber hemû çîrokan da tengasiya zimanê biyanî dikişînin, gelek caran weke yeka ne li vir, weke yeka ji derve bin mekanên Ewropayê dinêrin. Mekanên Ewropayê yên herî xweş jî dîmeneka welatê penaberan tîne bîra wan û xwe xwediyê van mekanên xweş bêtir xwediyê mekanên bîranînên xwe dibînin, lê pirsgirekên welatê xwe û xirabiyên mirovên xwe ji bîr nakin. Gelek penaberên jin pirsgirêka bêmalbûnê dijîn, xaniyên dibînin û dikevinê jî piştî wextekî ji destê wan diçe. Ewropa ji bo penaberên jin bihuştek nîne lê belê bihuştek axa Ewropayê wan karekterên jin pirsgirekên civaka wan dûr digire. Ji ber wê jî rêya penaberên jin yên xwende, xwedî statû, polîtîk yan jî yên apolîtîk, nexwende û gundî li hev diqelibin û dibînin ku pirsgirekên jinan hevbeş in.

Helbet   edebîyat carna li ser welat agahiyan dide me û carna jî agahiyên me digihine welatê me. Çîrokên karekterên jin ên li sirgûnê xebera penaberan, dengê penaberan digihîne me û dinyaya mayî.

Çavkanî

Feridun Andaç, Sürgün Edebiyatı: Edebiyat Sürgünleri, Bağlam Yayıncılık, İstanbul, 2006.

Edward Said, Entelektüel, (Wer. Tuncay Birkan), Ayrıntı Yayınları, İstanbul, 2015.

Fawaz Husên, Barê Şevê, Weşanxaneya Avesta, Stembol, 2012.

Suzan Samancı, Çîrokên Jinên Dilşikestî, Weşanên Avesta, Stembol, 2021.

Her meh 21 hezar kes Botan Timesê dixwînin. Tu jî yek ji wan î. Heger tu mehane bi 1 Dolarî piştgirîya Botan Timesê bikî, em ê bikarin bi hev re ji aliyê ekonomîk ve jî rojnamegerîya serbixwe bilind bikin. Botan Times her meh bi telîf herî kêm 60 nivîsan û 25 Podcastan diweşîne. 7 xebatkarên Botan Timesê hene, tekane dahata wê fonên navneteweyî ne. Bo piştgirîyê lînka li jêr bitikîne û bibe patron. Tu çi wext bixwazî dikarî piştgirîya xwe ya mehane bisekinînî.
Become a patron at Patreon!