Kamuran Çakır: Min dixwest bibim nivîskarekî emerîkî lê kurdî wekî lêhîyekê bi ser mirovî da tê û nahêle

Romana ewil a Kamuran Çakır, Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin, di demekî nêzîk de ji aliyê weşanxaneya Pall Weşanê ve hat çapkirin. Roman bi çîrok û şêwaza xwe ya keyfbexş di nav xeteke xumam a rastî û xeyalê de şopa kuştinekê digerîne. Kamuran Çakir bi eslê xwe ji navçeya Milazgirê ya Mûşê ye. Di sala 1982yan de li Aydina Tirkiyeyê hatiye dinê. Zanîngeha Pamukkaleyê beşa aboriyê qedandiye. Niha li New Yorkê dijî. Di vê hevpeyvîna kurt de me hewl da ku em li ser roman û jiyana wî hin tiştan biaxivin..

Ramazan Kaya: Birêz Çakır, berî her tiştî em dixwazin guhdariya serpêhatiya te bikin. Tu dikarî ji me re hinekî behsa dîroka xwe ya şexsî bikî? Zarokatiya te çawa derbas bû, di malbata we û derdora ku hûn lê mezin bûn kurdî çiqas serdest bû?

Kamuran Çakır

Kamuran Çakır: Di destpêkê de gotin tunebû. Kuştin hebû. Dema apê min gulleyan bi ser gundiyan direşîne, çîroka malbata min jî dest pê dike. 

Navê bavê min jî Ramazan e. Navê kalkê min Şemseddîn e. Jê re digotin Şeşo. Ji bavê min re jî digotin Remoyê Şeşo. Bavê min ji gundê Baxçeyê ye. Diya min jî Çuxurî ye, lê ew ji Meterê, gundekî Dutaxê ye. Bi rastî dema apekî min çend kesan dikuje kalkê min neçar dimîne, û mal û milkên xwe difiroşe, berê malbatê dide Aydinê. Ez li Aydinê hatime dinyayê. Kurdî jî wek frensî û çend zimanên din bi alîkariya pirtûkan fêr bûm. Helbet gerdûna mirovekî ji çîrokên dê û bavên wî pêk tê. Çîrokên malbata min jî gerdûna min ava kirin. Dibe ku min jî ew çîrok di nav gêjgerînkekê de ji bo parastina tehma wêjeyê winda kirin û dîsa bi cureyekî nû ava kirin. 

Ez li New Yorkê dijîm. Di serî de mebesta min ew bû ku ez bibime nivîskarekî emerîkî, lê kurdî wek lehiyekê li pey te tê û nahêle tu bi zimanekî din binivîsî. Niha edîta romaneke kurdî dikim û romaneke îngilîzî jî dinivîsim. 

Gava bavê min hespê xwe li deşta Mûşê hişt, nizanibû ku di rondikên wî de peyvên nivîskarekî çola xwe diafirîne. 

Ev çol, rawestgeha derwêşan, navbera du deştên qedîm bû. 

Deşta Mûşê û Deşta Menderesê. A yekemîn, di bin berfê de termên şervanan vedişartin û di rûbarên wê de xwîn bênavber diherikî. A duyemîn, axa wan kesan bû ku cara yekem pirsên li ser destpêka tiştan pirsîbûn.

Thales digot, Av. Herakleitos digot, Agir. 

Belê, zarokatiya min cînarê agir û avê bû. Di xewnên min de jî zarokatiya bavê min li Çemê Muradê di nav xwîn û rondikên hezar salî de avjenî dikir.   

Agir, av, xwîn û rondik çar aliyên zarokatiya min in. Çar serpêhatî, çar bûyer, çar hebûn, çar gêjgerînk

Di zarokatiya min de kurdî zimanê civata me bû. Rastiyeke qels, fîksiyoneke xurt bû.

Di nav çil salî de çi qewimî nizanim, lê kurdî mîna cemedê di bin rojê de heliya. 

Dema zarok bûm xwezayê her tim bala min dikişand. Her der zevî, dar, daristan, deşt, baxçe, bostan, çol, ajal, giya û kêzik bû. Dikarim bibêjim ku ez di nav zeviya pembûyê de hatime dinyayê. Tilîyên min bo karê pembûyê gelek jêhatî bûn. 

Wext, mîna erebeya hespan hêdî hêdî diliviya. 

Diçû. Disekinî. Silav dida rêwiyên xwe. 

Her îstgehek, bûyerek ji gerdûna efsûnî bû. Di gêjgerînka min de dev, lêv, tilî, poz, ling û porên dê û bavên min, bi her cure giya, ajal, kêzik û afirandiyên xwezayê re di govendê de bûn. 

Dema zarok bûm, perperokên mirî bala min dikişand. Li daristanê, beriya ku cendekên wan bibine toz, min ew hildidan nav qewanozên camî, şev û roj, ez li ser xetên perên wan, li razên efsûna jiyanê difikirîm. 

Efsûna zimanekî winda. Efsûna govenda çar aliyên zarokatiya min.    

Ax, kurdî! Zimanê gerdûna zarokatiya min. 

Ramazan Kaya: Eleqeya te bi edebiyata kurdî re kengî dest pê kir? Te bi kîjan berheman dest bi xwendina edebiyata kurdî kir?

Kamuran Çakır: Di şevên zarokatiya min de, min dêya xwe ji xewa kûr radikir û ji wê dixwast bila çîroka Mîrza Mihemed û yên din bibêje. Ji zaroktiya min heta niha bîra min bi çîrokên dêya min tije ye. Min zû dest bi xwendinê kir. Di 13 saliya xwe de min hemû pirtûkên li kitêbxaneya navçeyê xwendibûn. Jiyana matematîkzan, bestekarên muzîkê, fîlozof, nivîskar û gerokan bala min dikişand; Archimedes, Euclid, J. S. Bach, Beethoven, Lucretius, Nietzsche, Spinoza û yên din. 

Cara yekem, sala 2000an ez çûm Medya Kitabevîyê. Min berhemên Hesenê Metê, Selahattin Bulut, Helîm Yûsiv û Firat Cewerî kirîn. Beriya sala 2010an min du romanên kurdî nivîsîn. Dema romanên min nehatine weşandin, ji sala 2010an heta 2022yan min bi kurdî nexwend û nenivîsî. 

Wê demê min tenê bala xwe da ser wêjeya emerîkî û frensî. 

Ramazan Kaya: Tu li New Yorkê dijî û bi qasî ku ez dizanim tu bi zimanê îngilîzî û fransî jî baş dizanî. Pêdiviya nivîsîna bi kurdî ji bo te tê çi wateyê?

Kamuran Çakır: Ez polyglot im. Dikarim zimanekî biyanî bi hêsanî fêr bibim. Li ser çend zimanên biyanî xebitîm. Dema dinivîsim, qelema min diqulibe ser zimanê dêya min. Bandora zimanê zarokatiyê li gor zimanên din li ser qelema nivîskar zêde ye. Herçiqas ez zimanên din baş bizanibim jî, hest û derûniya gerdûna min kurdî ye. Ji ber vê sedemê jî kurdî wek giyayê çolê li ser giyayên din her dem serdestiya xwe ava dike.    

Ramazan Kaya: Romana te ya bi navê “Gava Pezkoviyek Li New Yorkê Bê Kuştin”, berhemeke wisa ye ku bi şêwaza polîsiyeyê hatiye nivîsî. Her wiha ev tekstek e ku hemû xwendinên te yên edebî jî dihewîne. Geh guhê xwe dide Evdalê Zeynikê, geh ceribandinên nivîskarên wek Charles Olson, John O’Hara, Norman Mailer, Allen Ginsberg, Jack Kerouac, William S. Burroughs û Henry Miller pêşkêşî me dike. Hem di her rûpelê de hemû cureyên melodiyên muzîka rojavayî deng vedide hem jî ristên helbestvanên mezin Arjen Arî derdixe pêşberî me. Roman hema bêje wek lêkolîneke wêjeya berawirdî ye. Fikr û serpêhatiyên te yên li diyasporayê şewqa xwe daye romanê. Bi dîtina te reseniya vê romanê çi ye û bi kîjan taybetiyen xwe ji romanên polîtîk yên kurdî vediqete? 

Kamuran Çakır: Godard di fîlmeke xwe de behsa qada şer dikir. Roman jixwe bi katmanên curbicur yên rastî û fîksiyonê dişibe qada şer. Em êdî nikarin wek zanistekê taksomiyê bi kar bînin. Karakter di gêjgerînka kozmîk de geh dibe molekulên muzîkal û ji me re deryayeke ji pêjnan ava dike, geh dibe ajalekî kovî ku ji me re deriyên beriya ramanê vedike. Sînorên navbera xwendevan û karakter jî dihelin. Romana min ji ber van sedeman romaneke resen e, lê dîsa jî eger xwendevan bersiva vê pirsê bidin dê baştir bibe. 

Ez ne pisporê romana kurdî me, lê dikarim bibêjim ku romana min hîm xwe ji wêjeya kurdî hilnade. Ez bi kurdî dinivîsim, lê stîla min ji nivîskarên me cuda ye. Film Noir, polîsiye, jazz, muzîka elektronîk, kelehên qedîm, xweza, ajalên kovî û giyayên çolê û tiştên zindî bala min dikişînin.

Eger ez rojekê wek nivîskarê gejgerînkê bême nasîn helbet kurdî dê bibe zimanê vê gejgerînkê lê kurd tenê dê bibin karakterek di nav yên din de. Li gor min, li paş nasnameyê gelek hêzên ecêb veşartî ne. Nivîskar divê ne li ser nasnameyê, lê li ser van hêzên ecêb bisekinin.   

Ramazan Kaya: Di romanê de her kes li pey pirtûka bi navê “Mîfteya Mîtolojiya Kurdan” e, a ku ji hêla kurdekî ve hatiye nivîsîn. Ev kitêb hem tomarkirina rola kurdan ya di dîroka şaristaniyê de ye, hem jî di roja îroyîn de mifteya kurdan e ku dê di cîhana şaristanî de ji nû ve çawa cihê xwe bigirin. Ji ber vê yekê hinek dewlet û hêzên dagirker hewl didin ku vê pirtûkê ji holê rakin. Hemû bûyerên nepenî ji ber gihîştina vê pirtûkê diqewimin. Ew pirtûk ji bo te çi sembolîze dike?

Kamuran Çakır: Ji bo min sembol nîne. Dema em dixwazin hêza bûyerê bikujin, wê demê behsa sembolan dikin. Sedema ku em behsa hatina Mesîh dikin ew e ku olê hêza xwe ya zindî û vîtal winda kir. Bergson û Whitehead gelek tiştan li ser mentiqa tevger û pêvajoyê nivîsîn. Dema tevgerek hêza xwe ya zindî winda dike, sar dibe, wek zagona mirinê li ser jiyanê biryaran dide. Ji Kant heta William James, fîlozofan xwest nêrîneke nû ji bo vê meseleyê biafirînin. 

Mebesta min bi Mifteya Mîtolojiya Kurdan ew e ku çawa em dikarin bersiva pirsa kurd kî ne? bidin. Kurd, beriya olên biyaniyan û nirxên kolonyalîstan kî bûn? Me çi winda kir? Gelo em dikarin gerdûna vî tiştî bi alîkariya paşeroja wê ji nû ve ava bikin? Gerdûna erotîzma kurdan û nirxên wê yên vîtalîst wek tovekî krîstal ji bo zayînê li benda me ne.   

Ramazan Kaya: Dema ku karakterê sereke Mîr Thomas tê Hewlêrê, bûyera yekem a ku ew şahidî dike ev e: li otêla ku ew lê dimîne, jinek ji aliyê mêrê xwe ve tûşî lêdanê dibe. Ti kolan ne ewle ye û ji çar aliyên bajêr tundî û alozî diherikin. Ev çavdêriyên karakterê romanê ji gelek aliyan ve pir dişibin şayesandinên oryantalîstan. Helbet li Kurdistanê ev hemû tişt li ber çavan in, lê belê Kurdistan tenê ji van pêk nayê. Zewq û şahiyên li New Yorkê, li Kurdistanê ne mimkin e gelo? Li Kurdistanê tenê karesatên civakî rû didin? Tu dixwazî li ser vê yekê çi bibêjî? 

Kamuran Çakır: Beşa ku Mîr Thomas diçe Kurdistanê gor tevahiya romanê ne dirêj e. Ev beş bi alîkariya serpêhatiyên min ava bûye. Bûyera li otelê diqewime bûyereke rast e, lê wek tu dibêjî lêdan nîne. Jinik ji ber sedema nexweşiyeke cinsî naxwaze bikeve têkiliya cinsî, lê mêrê wê nasekine û di dawiyê de jî xwîn wek rûbarekî ji şeqa wê diherike. 

Rast e di vê beşê de zewq û şahiyeke aktîf nîne, lê axaftinên Zînê yên li ser erotîzma kurdan dixwaze gerdûneke wisa ava bike. Jixwe hunera Zînê wisa ye, lê ev tişt bala Mîr Thomas nakişîne. Tiştên ew li Kurdistanê û li bajarên emerîkî digere ne zewq û şahî ye. Ew dixwaze romana xwe biqedîne, lê roman jixwe gêjgerînk e ku ji aliyê mamikan ve hatiye avakirin. 

Ramazan Kaya: Lêkolîna girîng a Barbara Harlow “Edebiyata Berxwedanê”, dê di demeke nêzîk de ji hêla Pall Weşanê ve were çapkirin. Ew yek ji metnên bingehîn e di warê edebiyata postkolonyal de, di xebatên edebiyata rojavayî de rêyeke nû jî vekiriye. Barbara Harlow edebiyata berxwedanê wek wê edebiyata ku yekser ji tevgerên azadiya neteweyî derdikeve pênase dike. Metnên vê edebiyatê, dibêje Harlow, ne bi şikl an forma xwe, belku tenê bi erk û armancên xwe bi piştgiriya li tevgerên azadiya neteweyî xwe ji metnên din cuda dikin. Edebiyata kurdî jî ji aliyê hin rexnegir û edebiyatnasan ve wek “edebiyata berxwedanê” tê pênasekirin. Tu li ser vê yekê çi difikirî? Taybetmendiyên sereke yên edebiyata kurdî çi ne û kesekî wek te ku edebiyata cîhanê ji nêz ve dişopîne, rewşa edebiyata kurdî çawa dibîne?

Kamuran Çakır: Bi rastî têkiliya min bi edebiyata kurdî re gelek kêm e. Duwanzdeh salan min qet kurdî nexwend û nenivîsî. Ez jî hê sedema vî tiştî nizanim. Ev du sal in berhemên nû dixwînim û dikarim bi hêsanî bibêjim ku nivîskarên me nikarin bûyer û karakteran ava bikin. Li ser sedema vê difikirim. Dibe ku nivîskarên me dixwazin tenê berhemên nîqaşî binivîsin. Dîsa dibe ku piraniya nivîskarên me dixwazin tenê çîrokan binivîsin. Tiştê min aciz dike ew e ku hêza qelema wan li dora nîqaşê, heta ku ev hêz xwe difetisîne, wek mêşekê bê sedem difire. Helbet Beckett û Joyce baş in, lê sînorên wêjeyê fireh in. Em dikarin piçekî li ser nivîskarên mîna D. H. Lawrence û Louis-Ferdinand Celine hûr bibin. Beriya ku em bûyer û karakteran manîpule bikin, divê em bikaribin baş wan biafirînin. 

Li gor nêrîna min heta ku nivîskarek nikaribe bersiva “nivîskar kî ye?” û “nivîs çi ye?” bide, dê nikaribe wêjeyê baş pênase bike. Helbet mamosteyên akademiyê dê li ser berhemên me serê xwe biêşînin û gelek kategoriyan jî biafirînin, lê pirsa sereke hê dê di valahiyê de bêbersiv bimîne. Dibe ku ji bilî nivîsînê tu bersivek tune be. Belkî sedema sohbetê jî ev e. 

Nivîskar/rojnameger

Ramazan Kaya
Muxalifekî ji Kurdistanê ye, li Milazgira Mûşê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Yüzüncü Yılê, beşa cografyayê temam kiriye. Yek ji danerên kovara anarşîst ya Qijika Reş e û yek ji edîtorên kovara Kürd Araştırmalarıyê ye. Derbarê meydanên edebiyat, sînema û bîra civakî da nivîsaran dinivîse. Niha li sektora taybet wekî mamostayê cografyayê dixebite.