Ji %86,7ê xelkê perwerdeya bi zimanê kurdî dixwaze

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk di navbera 27ê Cotmehê û 3yê Mijdarê da lêkolîneka qadî kir. Lêkolîn li ser Bikaranîna Zimanê Zikmakî û Xwestek û Meylên li ser Zimanê Zikmakî ye.

Ev lêkolîna qadî li bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Qers, Dêrsim û Idirê hat kirin. Bi 2 hezar û 443 kesan re jî hevdîtin pêk hat û 5 pirs ji wan hatin kirin.

Rêvebirê giştî yê Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Sabri Kılıç derbarê armanc û mebesta xwe ya vê lêkolînê da axivî.

Sabri Kılıç dibêje ji bo zimanê kurdî yê zikmakî wan xwestîye lêkolîneka wiha bikin. Ew dîyar dike ku dane û encamên vê lêkolînê dê rêyê li ber çareserkirina pirsgirêkên zimanê zikmakî, muzakere û dîyalogan veke. Herwiha dê rêyê li ber sazîyên pêwendîdar jî veke ku ew li ser vê mijara zimanê kurdî hûr bibin û bixebitin.

Kılıç yek ji armancên lêkolîna xwe wiha dibîne ku wan xwestîye bi vê lêkolîna qadê taleb, xwestek û pêşnîyazên miletî derxin holê û bo raya giştî dîyar bikin. Ji ber ku ew di wê bawerîyê da ye heke taleb û xwestekên miletî li ber çavan neyên girtin, gavên têne avêtin dê bê encam bimînin.

Ew dibêje herçiqas anket û lêkolînên bi vî rengî sedî sed rast dernekevin jî çar salên dawîyê lêkolînên wan dîyar kirîye ku taleb û xwestekên xelkê heremê ti caran neguherîne.

Sabri beyan dike ku divê encamên vê lêkolînê ji alîyê sazî û şexsên pêwendîdar ve baş bêne nirxandin û divê gav ji bo çareserîya vê pirsgirêkê bêne avêtin.

Çend daneyên lêkolînê wiha ne:

Hûn xwe ji kîjan milet/nijadî dihesibînin?

Ji %85,6ê beşdaran xwe wekî kurd pênase dikin. Ji %9ê beşdaran jî xwe wekî Tirk pênase dikin.

Hûn li nava mala xwe bi kîjan zimanî diaxivin?

Ji %60,8ê beşdaran li mala xwe bi kurdî diaxivin. Li gorî bikaranîna zimanê li nava malê, kesên ku emrê wan di ser 54ê da ne zêdetir bi kurdî diaxivin. Kesên ku emrê wan di navbera 33 û 40an da ne zêdetir bi tirkî diaxivin. Li gorî rapora lêkolînê dahata malê çiqas zêde bibe bikaranîna zimanê kurdî kêm û ya tirkî jî zêde dibe.

Hûn dixwazin zarokên we bi zimanê zikmakî perwerde bibin?

Ji %86,7 beşdaran xwestîye ku zarokên wan bi zimanê kurdî perwerdeyê bibînin. Ji %4,2ê beşdaran nexwestîye û ji %9ê wan jî aniha perwerdeya kurdî dibînin. Rapor destnîşan dike ku ligel kêmbûna dahata malê xwesteka perwerdeya zimanê zikmakî jî zêde bûye.

Xetereya herî mezin ya li ber hebûna zimanê zikmakî çi ye?

Ji %55ê beşdaran beyan kirîye ji ber ku malbat li gel zarokên xwe bi tirkî diaxivin, %13,4ê beşdaran nebûna perwerdeya bi kurdî, ji %8,8ê beşdaran ji ber barkirina ji gundan bo bajaran û ji %7,2yê beşdaran jî wekî nebûna statuyeka fermî ya zimanê zikmakî wekî xetereyeka mezin dibînin. 

Pêşnîyaza we ya sereke çi ye ji bo parastin û pêşvebirina zimanê zikmakî?

Ji %21ê beşdaran destnîşan kirîye ku divê zimanê zikmakî wekî zimanê fermî bê qebûlkirin. Ji %28,4ê beşdaran destnîşan kirîye ku divê zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdeyê. 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir