Mirovên Jirêzê û Felaketên mezin

Nıvîskar:
11 months berê

Belko em texmîn dikin karesat û komkujiyên mezin hemî ji aliyê hukumet û artêş û grûbên çekdar ve tên kirin. Lê dîrok nîşanî me dide ku mirovên jirêzê rolên mezin di van karesatan de digêrin. Kesên wek min û te, mamosta, doktor, cotkar, gulfiroş, hunermend hwd. gelek caran xwe di nav refên tundrewan de, di tîmên kuştinê yên Nazîyan de, di îstîxbaratên Be’sîyan de dîtine. 

***

Gelek caran mirov dibêje qey tiştên nexweş tenê tên serê kesên dî. Erebe li kesên dî didin, erdhej li cihên dî diqewimin, şape bi serê kesên dî de tên, şer li cihên dî diqewimin, di şeran de kesên dî dimirin hwd. Ji vê rewşê re dibêjin meyla geşbînîyê. Yanî di hişê xwe de mirov xwe qane dike ku tiştên xirab ji mirovî dûr in.  

Gelek sedemên derûnî û civakî yên vê dikarin hebin. Bo mînak, gelek caran mirov zêdetir bala xwe dide ser aliyê xwe yê pozîtîf û bihêz. Mirov dibêje qey jiyana mirovî di bin kontrola wî de ye, dikare bûyerên nexweş pêşbînî bike û rê li ber wan bigire. Û carnan jî mirov hêviyên xwe wek rastiyê dibîne û dibêje qey tiştên hêvî dike wê pêk bên. Belko ev geşbînî ne her dem tişteke xirab be, lê carnan dikare mirovî ji rastiyê dûr bêxe. Mirov dikare ji nişka ve xwe di rewşeke xirab de bibîne û nekare biryarên rast bide.

Yek ji wan tiştan ku ez îro dixwazim balê bikêşim ser, şer û komkujî û karesatên mezin in. Helbet wek kurd em her dem di nêv alozî û şeran de ne, lê me digot ku şerên navdewletî qey ji me dûr in. Piştî şerê Îsraîl û Hamasê gelek kes pê hesan ku şerek herêmî heta ku cîhanî dikare ji nişka ve bê ber deriyê me. Van rojan piçekê agir vemirî be jî mirov nizane sibê çi dibe. Vî şerî di heyameke kurt de gelek tişt nîşanî me dan. Civaka kurd jî tê de hima bêje hemî civakên dinyayê ketin alîgirî û munaqeşeyên mezin. Rêjeya nefret û tundiyê zêde bû, rêjeya tolerans û fêmkirinê kêm bû.

Vê şikestina civakî, komkujiyên dîrokê anîn bîra min û bala min kêşa ser rola mirovên jirêzê di karesatên mezin de. Belko em texmîn dikin karesat û komkujiyên mezin hemî ji aliyê hukumet û artêş û grûbên çekdar ve tên kirin. Lê dîrok nîşanî me dide ku mirovên jirêzê rolên mezin di van karesatan de digêrin. Kesên wek min û te, mamosta, doktor, cotkar, gulfiroş, hunermend hwd. gelek caran xwe di nav refên tundrewan de, di tîmên kuştinê yên Nazîyan de, di îstîxbaratên Be’sîyan de dîtine. Niyeta min ji vê nivîsarê ew e li ser meseleya îsraîl û Filistînê balê bikêşim ser rola mirovên jirêzê di karesatên mezin de. Gelo sibê şerek bê ber deriyê me, wek mirovên jirêzê, em ê karin xwe ji kirêtiyên dinyayê xilas bikin û wek mirovên rûsipî bikevin nêv pelên dîrokê, an jî em ê bibin şirîkê gunehên mezin û bi rûreşiya xwe ve biçin gorê?

Mirovên jirêzê di karesatên mezin de rolên cuda digêrin. Gelek caran ev rol bi rêya propaganda û tirs û alîgiriya hişk pêk tê. Mirov dikevin ber pêlên popûler yên civakê û dibin parçeyek ji felaketê. Hin mirov bi awayekî aktîf tevlî hovîtiyan dibin, hinek dibin parçeyek ji belavkirina agahiyên nerast, hinek dibin piştgirê fikrên tunekirinê û gelek tiştên dî. Ev kes heta hetayê bi wê kirêtiya xwe ve dimînin. Hin kes jî dibin rizgarker û alîkarê mexdûran, kêmkirina tundiyê û bilindkirina têgehiştinê. Ev kes jî bi heta hetayê bi awayekî rûspî dijîn û welê dikevin nêv pelên dîrokê. Ez dixwazim bi vê nivîsarê balê bikêşim ser vê pêla civakî ya îro diqewime û rêyekê bibînim ka em çawa dikarin xwe ji rûreşiyên dinyayê biparêzin?

Li gor serokê Çavdêrîya komkujîyan (Genocide Watch) Dr. Gregory Stanton, komkujî û karesatên mezin di 10 qonaxan de pêk tên.[1] Di her yek ji van qonaxan de mirovên asayî rolên giring digêrin.

1) Tesnîfkirin: Komkujî bi tesnîfkirina koman dest pê dike. Ev tesnîfkirin dikare li ser esasê netewe, ol, nijad an taybetmendiyên dî be. Di vê qonaxê de mirov wek ‘em’ û ‘ew’ tên tesnîfkirin. Bo mînak, rejîma Nazî li Elmanyayê cihû weke komeke ji xwe cuda û kêm didît. Ev tişt helbet bi pêşkêşiya hukumetê dihat kirin, lê mirovên jirêzê jî ji ber propaganda û gotara civakî cihû wek ‘kesên dî’ û kêm didîtin. Herwiha li Ruandayê jî welatiyên jirêzê gotara ‘em’ û ‘ew’ li ser esasê Hutu û Tutsiyan bikar dianîn.

2) Sembolîzekirin: Di vê qonaxê de nav an jî sembolên dabeşkirinê li komên mirovan tên kirin. Bo mînak, Nazîyan stêrka zer a Dawidî bi cihûyan ve dikir da ku ji xelkên dî bên cudakirin. Heger ji ber tirsê be, heger ji ber berjewendiyên şexsî be an jî ji ber fikra berbelav be, mirovên jirêzê jî li dijî vê biryarê nedisekinîn û dixwestin cihû stêrka zer bi xwe ve bikin. Vê kiryarê cihû hê jî zêdetir îzole dikirin. Heman tişt me di bûyerên û nîşankirina elewiyan de jî dîtin. Xelkên sivîl diçûn li ser deriyên xelkê ‘elewî’ dinivîsîn da ku bên naskirin û hedefgirtin. Di komkujiya DAIŞê anî serê Êzidiyan de jî, tê gotin, cîranên wan malên êzidiyan bi awayekî nîşan dikirin da ku bibin hedef.

3) Nemirovkirin: Di vê qonaxê de mirovên komekê, wek heywan, heşere, kêzik anku tiştek ji mirovan kêmtir tên pênasekirin. Ev tişt bi propagandaya desthilatdaran dest pê bike jî mirovên jirêzê van nasnavan qebûl dikin û dest bi pejirandina vî zimanî dikin. Di dema komkujiya Ruandayê de weşanên radyoyê retorîkên nemirovane derheqê Tutsîyan de belav dikirin, û mirovên jirêzê hêdî hêdî qebûl dikirin ku Tutsî ne mirov in. Kurd jî gelek caran rastî van tiştan hatine. Mirina kurdan ti caran wek mirina mirovên normal nehatiye dîtin. Herwiha di komkujiya Êzidiyan de jî kujer û qatilan û kesên ku keçên wan direvandin muemeleya mirovan li wan nedikirin.

4) Organîzekirin: Komkujî gelek caran ji aliyê hikûmet, milîs an jî komên çekdar ve tê organîzekirin. Bo mînak li Kamboçyayê qirkirina rewşenbîr, kêmnetew û kesên dî di bin serokatiya Pol Pot de dihat organîzekirin. Lê di hin rewşan de, welatiyên asayî dikarin bibin şirîkên van rêxistinan, an jî ji aliyê lojîstîkê ve bibin alîkarê wan. Bo mînak li Bosnayê, mirovên jirêzê tevlî milîsan bûn an jî piştgirî didan partiyên siyasî ku komkujiyê dikin.

5) Polarîzekirin: Komên tundrew bi propagandayê, nefret û dijminatiyê di nêva komên cuda de belav dikin. Bo mînak, li Bosnayê kampanyayên siyasî û medyayê dijminahiya di navbera komên etnîkî de zêde kir û rê li ber komkujiyê vedikir. Mirovên asayî jî dikarin bi awayekî pasîf an jî çalak beşdarî vê polarîzasyonê bibin. Bo mînak têkiliyên xwe li gel mirovên ji ‘aliyê dî’ vediqetînin û polarîzasyonê zêdetir dikin.

6) Amadekarî: Kesên plana qirkirinê dikin, hêdî hêdî bi bikaranîna lîsteyên kuştinê û diyarkirina cih û awayê qirkirinê plana xwe saz dikin. Mirovên jirêzê bi alîkariya pênasekirin û amadekirina lîsteyan, komkirina agahiyan beşdarî vê qonaxê dibin. Bo mînak li Holokostê xelkên sivîl tevlî diyarkirin û nasandina cihûyan dibûn ji bo veguhestina wan bo kampên konsantrasyonê.

7) Jiholêrakirin: Di vê qonaxê de êdî kuştinên komî dest pê dikin. Mirovên jirêzê dikarin rasterat beşdariyê li qirkirinê bikin, an jî xwe kerr bikin wexta derdor û cîranên wan tên qirkirin. Di komkujiya êzidîyan de mînakên cîran li cîranan bixin an jî wan teslîmî DAIŞê bikin derketin. Di Holokostê de mirovên ji rêzê tevlî tîmên kuştinê yên Nazîyan dibûn. Gelek ji van kesan piştî wextekê ev kuştin normal didîtin û êdî nedihat bîra wan çi dikirin jî (ji bo agahiyên zêdetir dikarin belgefîlma Ordinary Men (Mirovên Jirêzê) temaşe bikin).

8) Înkarkirin: Piştî komkujiyan, ev kiryar tên înkarkirin, delîl tên windakirin û rê li ber mehkeme û tespîtkirinan tê girtin. Kesên jirêzê di vê qonaxê de dikarin înkarên fermî bi awayekî pasîf qebûl bikin, bibin şirîkên înkarkirina qirkirinê an jî bi awayekî aktîf çîrokên înkarkirinê belav bikin. Ev yek jî astengiyan ji bo edalet, efûkirin û lihevkirinê çêdike. Piraniya komkujiyên cîhanê bi heyama wextekê tên înkarkirin, an jî mezinahiya komkujiyê tê biçûkkirin. Hindek piştî dehan salan tên qebûlkirin, hindek piştî sed salan jî wek xwe dimînin.

9) Heqdîtin: Sûcê komkujî û qirkirinê dihê avêtin li ser koma hatî qurbanîkirin. Yanî wek tiştek heqkirî tê nîşandan. Bo mînak li Bosnayê misilman bi xwe wek berpirsê komkujiya xwe dihatin nîşandan. Mirovên jirêzê jî dikarin van çîrokên musteheqdîtinê belav bikin û bibin şirîkên vî gunehî.

10) Piştî karesatê: Di vê qonaxê de hewl tê dayîn ji bo bicihanîna edalet, veavakirin û lihevhatina civakan; û herwiha bergiriya komkujiyên nû. Mirovên jirêzê, ji bo bicihanîna edaletê, veavakirina civakan û lihevkirinê dikarin roleke giring bigêrin. Pêşxistina diyaloga di navbera koman û belavkirina hezkirin û hevqebûlkirinê dikare bandorên van karesatan zûtir kêm bikin. 

Îro di meseleya Îsraîl û Fîlîstînê de jî em dibînin gelek ji van qonaxan pêk hatine û mirovên asayî di vî babetê de roleke mezin digêrin. Berî her tiştî qonaxa tesnîfkirinê gelek eşkere ye. Meseleya ‘em û ew’ê gelek dijwar bûye. Li ser torên civakî her kes ji aliyê xwe ve diyar dike û êrişê dibe ser aliyê dî. Ev êriş gihane asteke welê êdî aliyek aliyê dî wek dijmin dibîne û jê nefret dike.

Ji ber ku di meseleya ‘em û ew’ê de îhtîmala em zererê bidin aliyê xwe kêm e, divê em li ser aliyê dî bisekinin. Ev giring e, çimkî heger em rê li ber tunekirina aliyê ne-ji-xwe bigirin, em dikarin bi rûyekî sipî xwe ji bûyereke nexweş xilas bikin. Ji ber vê, wek kesên misilman, divê em xwe berpirsyar bibînin ku hizra cihûyan bikin. Gelo em wan çawa dibînin? Em hebûna wan qebûl dikin û hurmetê didinê yan em bi tenê xwe û rastiya xwe dibînin. Ne giring e îro kî çiqas xwedî hêz e. Ji ber ku yê îro bihêz dikare sibê lawaz bibe. Pirs ew e, heger hêz bikeve destê me em ê çi bikin?    

Qonaxeke dî ku bi awayekî berçav tê kirin sembolîzekirin e. Li gelek bajaran afîşên hedefgirtina cihûyan tên belavkirin. Sembolên Nazîyan an jî sembolên grûbên tundrew tên bikaranîn. Li hin bajarên kurdan jî ji aliyê hin kesan ve tiştên wek vê tên kirin. Ev ne tiştên biçûk in. Gelo di bin van şertan de cihûyek dikare bi dilekî rihet li wan kolanan bigere. Heger li wan kolanan belayek bê serê kesekî bêguneh kî dikare vî hesabî bide? Divê em hesabên van tiştan bikin. Heger îro em li dijî van tiştan dernekevin wexta ev fikir berbelav dibin êdî em nikarin bisekinînin. Em berpirs in kesên ne-ji-xwe biparêzin.

Îro dîsa bi propagandayên kirêt xelk li ser tunekirina cihûyan li Rojhilata Navîn tên organîzekirin. Dîsa bibêjim, mesele ne ew e hêza wan heye an na. Belko îro ew hêza wan nîne, lê tê wê wateyê heger hêz bikeve destê wan, potansîyela kirina wê heye. Divê em nehêlin ev tovê nefretê li nêv me şîn bibe. Tunekirina civakekê li gor ti exlaqan ne rast e. Ma ne xwestin me jî tune bikin? Tişta em ji xwe re nexwazin em ê çawa ji komeke dî re bixwazin?

Herwiha polarîzekirin jî îro gelek berbiçav e. Ne tenê herdu grûbên di şerî de ketine rikeberiyê, civakên derveyê wan jî bûne du alî û her roja diçe ev alî ji hevdû dûrtir dikevin. Di nêv kurdan de jî ev tişt heye. Li ser torên civakî munaqeşeyên gelek dijwar derketin. Mixabin ji ber bandora medyaya serdestên me, dengên muxalif têra xwe kêm bûne û kêm kes dikarin tiştên derveyî fikrên berbelav bêjin. Lê ev dengên cuda nebin, hemî civak dikarin tiştên kirêt bînin serê xwe.

Xala dawî înkarkirin û musteheqdîtin e. Ew tiştên di 7ê Oktoberê de hatî serê cihûyên sivîl tên înkarkirin. Bi hebûna çendîn vîdeoyan tiştên hatine kirin berbiçav bin jî gelek kes dixwazin wan tiştan nebînin, an jî kêm bikin. Heta ku li nêva Ewropa û Emerîkayê wêneyên zarokên hatin revandin tên qetandin. Ma ev tişteke normal e? Yên van tiştan dibînin jî, gelek kes van tiştan wek tiştên heqkirî dibînin. Ma ne gelek kesan Holokost jî înkar dikir. Gelek kesan Dêrsim û Enfal û Helebce jî înkar dikir. Yan jî digotin hejmara qurbaniyan ne hinde zêde ye. Yên ev tişt qebûl jî dikirin digotin ev heqê wan e. Digotin dijî ‘me’ ne. Gelo ji bo jana kesên dî em ê li hêcetan bigerin ku înkar bikin an jî em ê piçekê empatiyê bikin?

Axirî, mebesta min ew bû balê bikêşim ser rola mirovên jirêzê di karesatên mezin de. Divê em hişyar bin û hesabê kiryar û gotinên xwe bikin. Her gotineke me dikare bibe benzîn û agirê nefret û tundûtîjîyê geş bike, û herwiha dikare bibe dilopek av jî û agirî vemirîne. Em dixwazin bibin parçeyek ji avê, ne ji agirî.

Çavkanî:

[1] Binêrin: https://www.hmd.org.uk/learn-about-the-holocaust-and-genocides/what-is-genocide/the-ten-stages-of-genocide/ 


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Tevfik Bayram

Dr. Tevfik Bayram, li Zanîngeha Montrealê (Kanada) li ser saxlemiya civakî doktorayê dike. Li Şirnexê hatiye dinê û xwendina xwe ya seretayî û nêvê li Şirnexê qedandiye. Paşê beşa bijîşkiyê û pisporiya saxlemiya civakî li Stembolê li zanîngeha Marmarayê qedandiye. Mastera xwe li ser saxlemiya civakî li Îsraîlê li zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê kiriye. Teza xwe ya masterê li ser newekheviyên tenduristiyê di nêvbera cihûyên ortodoks, cihûyên sekûler û Ereban de nivîsiye, û teza xwe ya pisporiyê jî li ser xizmetên saxlemiyê yên jibo koçberan li Swîsreyê nivîsiye. Wî herwiha lêkolîn li ser Kurdên Tirkî nezanin jî kiriye ka çawa xwe digihînin xizmetên saxlemiyê. Lêkolînên wî li gelek kovarên zanistî yên sereke li cîhanê hatîne weşandin û li gelek kongreyan hatîne pêşkêşkirin. Wî di asta nêvneteweyî de gelek bûrs û xelat wergirtîne. Yek ji xebatên wî ko li ser zarokên xwîn dirije ser mejiyê wan bû 2019ê ji aliyê komeleya neştergerên mejî ve xelata lêkolîna salê ya herî baş li Tirkiyê standiye. Sala 2023yê jî li Kanadayê xelata Vanierê standiye ku bilindtirîn bûrsa hikûmeta Kanadayê ye. Ew bi gelemperî li ser saxlemiya civakên bindest dixebite û 5 zimanan dizane (Kurdî, Ingilîzî, Fransî, Tirkî, Farsî).

Te ev dîtıne?

Erdal Kaya li Berlînê bû

Duh di dema bernameyê de jî ev mijar hebûn. Geh behsa bikaranîna

Mektûba Guhdar Î. berî ew bigirî

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran

Tarîxçeyek ji şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê û rola ciwanan di vê hunerê da

Bi raya rewşenbîrên kurd şanoya kurdî ji du hêlan ve ji bo