Navenda raman û lêkolînan Spectrum House bi hevkariya Nordem û komeleya Beraberceyê, li 15 bajarên Bakurê Kurdistanê derbarê çareseriya kêşaya Kurdan de raporta Kürt Meselesi ve Barış, Beklenti, Tutum ve Algılar (Kêşeya Kurdan û Aştî, Hêvî, Helwest û Feraset) amade û belav kir.
Lêkolîna meydanî ya Spectrum Housê li bajarên Dêrsim, Diyarbekir, Wan, Mêrdîn, Erzirom, Batman, Hekkarî, Riha, Şirnex, Semsûr, Sêrt, Agirî, Bedlîs, Qers û Mûşê, li gel 1134 kesan û rûbirû pêk hatiye. Herwiha ji %48.3yê beşdarên vê rapirsiyê ji jinan pêk tê. Beşdariya ciwan û navsereyan jî ji %58.2 ye. Li gor asta perwerdehiyê beşdariya kesên lîsans û masterê ji %25.3 ye. Bi rêjeya ji %2.2 jî kesên nexwenda beşdarî li vê lêkolîna meydanî kirine.
Raporta berdest ya Spectrum Houseê, di çarçoveya kêşeya Kurdan de li ser têgeha “aştiyê” hûr dibe û bi armanca pîvana feraset, helwest û hêviyên civaka Kurdan ên derbarê tezahurên kêşeya Kurdan de ev lêkolîna meydanî hatiye kirin. Yek ji amadekarên desteya raportê lêkoler Zeki Gürür, derbarê daneyên destkeftî yên raportê, hizr û boçûnên civaka Kurdan ya derbarê aştiyê, helwest û boçûnên kurdan yên li ser partiyên siyasî û gelek babetên din yên daxilî raportê şirove kirin û bersiva pirsyarên Botan Timesê da.
‘REWŞA ABORÎ BANDOREKE MENFÎ LI SER GEL DIKE’
Li gor daxuyaniya TÜRK-İŞê ya Tîrmeha 2023Yan, sînorên birçîtiyê li Tirkiyeyê 37. 974 TL ye. Lê belê teqrîben ji %95ên beşdarên vê rapirsiyê di bin sînorên xizaniyê de dijîn. Diyar e ku li bajarên Kurdan welatî di bin zexteke aborî de ne, tu têkiliya vê babetê û kêşeya Kurdan çawa dinirxînî?
Babeta aboriyê ji bo fêhmkirina kêşeya Kurdan, babeteke gelek giring e. Ji ber ku hem rengvedanên wê yên aktûel hene hem bingeheke wê ya dîrokî hem jî bandoreke wê ya qewî li ser çêbûn, alozbûn, kûrbûn û giriftiya kêşeya Kurdan heye. Loma em dikarin bibêjin ku babeta ekonomî-polîtîkê diyardeyeke bingehîn û çarçoveyeke sereke ye ji bo fehmkirina kêşeya Kurdan û rehendên wê. Ev diyarde tenê ne babeteke îro ye; mirov dikare wê di nav geşedanên nêzî dused salên dawî de fehm bike ku ev yek jî wê diyardeyê dike mijareke dîrokî.
Hem li gorî daneyên lêkolîna me hem jî li gorî amar û zanyariyên sazî û dezgehên dîtir, em dikarin bibêjin ku li Bakurê Kurdistanê rewşa aboriyê, astengî û bariyerên aboriyê di asta herî bilind de bandoreke menfî li ser gel, jiyana rojane û refleks û helwestên civakî û siyasî dike. Ev helwest gelek caran di bin bandora vê faktorê de jî teşe digire, lê di halê heyî de xizanî, bêkarî û betalî her diçe kûrtir dibe û ev yek jî meylên siyasî yên curbicur bi xwe re tîne. Bi taybetî piştî sala 2015an anku bidawîkirina proseya aştiyê û karîgerkirina konsepta şer, dînamîkên nû derketin meydanê ku ew dînamîk îro vê giriftiyê berbelav û aloz dikin.
Di vir de divê mirov diyar bike ku birçîbûn, xizanî an mehrûmiyet beriya her tiştî encam û rengvedaneke tundiyê ye. Ev babet wek tundiya aborî (economic violence) jî tê zanîn an gengeşekirin. Ji bo wê jî em li gorî encamên lêkolînê û zanyariyan dikarin bibêjin ku Kurd bi taybetî li bajarên Kurdan di gerînekeke tundiya aboriyê de dijîn. Hem faktorên dîrokî hem jî yên rojane vê tundiyê kûrtir dikin encamên neyînî bi xwe re tînin. Bo nimûne, ji sê beşdaran yek di sînorê birçîbûnê de, ji %90ê beşdaran jî di sînorê xizaniyê de dijîn. Bi taybetî li bajarên Bakurê Kurdistanê ev bandor li gorî rewşa aborî ya Tirkiyeyê û geşedanên herêmî û cîhanî her diçe kûrtir dibe.
Dema em sedemên vê tabloya civakî-aborî dinihêrin, em li dor bersivên beşdaran dikarin bibêjin ku rengvedanên kêşeya Kurd di çêbûna vê tabloyê de wek diyardeyeke sereke derdikeve pêş. Ji %70yê beşdaran di wê baweriyê de ne ku ji ber kêşeya Kurdan li Bakurê Kurdistanê veberhênana aborî nayê kirin, neyeksaniyên aborî hene û çavkaniyên aborî ji bo şer tên terxankirin. Ev rêje wek diyardeyekê bingeha kêşeya Kurdan û dînamîkên aborî nîşan dide. Di encama vê yekê de îro kêşeya Kurdan her wekî din wek kêşeyeke aborî jî geşe dide. Ev dînamîka ku wek “aboriya şer” jî tê pênasekirin di esasê de ji serê sedsalê ta îro di îdarekirina Bakurê Kurdistanê û avakirina desthilatdariyê de wek mekanîzmayeke birêvebirinê ye. Em dikarin vê tabloyê û rewşa heyî li ser vê esasê fehm bikin bi baweriya min. Anku kêşeya Kurdan bi gelek awayî xwe dispêre dînamîkên aborî jî û em vê yekê di jiyana rojane de bi awayekî aşkera dibînin.
‘ALÎGIRÊN AKPYÊ NE KOMEKE YEKPARE NE’
Ji %75ê beşdarên vê rapirsiyê dibêjin kêşeya Kurdan bandorê li me, li malbata me û li jiyana me ya rojana de dikin. Lê belê dema em li nêz ve lê dinêrin, em dibînin ku beşdarên alîgirên AKPyê di wê baweriyê de ne (ji %49.2) ku kêşeya Kurdan qet bandorê li wan nake. Bi nêrîna te alîgirên AKPyê çima di vê baweriyê de ne?
Belê, kêşeya Kurdan di warê “xwendewarî”, “temen”, “zayend” û “helwesta polîtîk” de bandorê li ser malbat û jiyana rojane ya Kurdan dike. Her kategoriyek li gorî dînamîkên xwe rengvedanên polîtîk yên curbicur bi xwe re tîne. Helwesta polîtîk, nêzikatiya partiyên siyasî, bandorê li ser têgehiştina kêşeya Kurdan jî dike.
Ji bo ku babeta alîgirên AKPyê û helwestên polîtîk yên cuda li Bakurê Kurdistanê baş bê femhkirin, divê karekterê AKPyê jî baş bê tehlîlkirin. Beriya her tiştî divê em ji bîr nekin ku AKP li Bakurê Kurdistanê tenê ne partiyeke siyasî ye. AKP ji partiyeke siyasî wêdetir nûnertiya hiş û nêzikatiyeke sazûmanî ya dewletê jî dike û ev faktor bandorê li ser çêbûna têkiliya wê alîgirên wê jî dike. Mekanîzmayên birêvebirinê, derfetên aborî û alavên desthilatdariyê di bin hikmê wê de ne û ev yek jî helwest û meylên siyasî ava dike an diguherîne. Ev diyarde di esasê de ji destpêka serê sedsalê ta îro jî her bi vî rengî bûye. Li Bakurê Kurdistanê partiyên serdest di esasê de dewletê, sazûmaniyê temsîl dikin û her wekî din ew partî nûnertiya polîtîkayên dewletê jî dikin.
Li aliyê din jî divê em ji bîr nekin ku alîgirên AKPyê ne komeke yekpare ne û helwestên wan ên polîtîk jî dikarin ji hev cuda bibin. Helwest û meylên wan ên polîtîk, li gorî faktora xwendewarî, temen û zayendê diguherin. Herçend ji %49.2yê AKPyiyan bibêjin bandora kêşeya Kurdan li ser jiyana me û malbata me tunebe jî, ji %50yê wê jî di dereceyên curbicur de kêm an zêde di bin bandora wê kêşeyê de dimînin. Yanî ji du AKPyiyan kesek, bi encamên neyînî yên kêşeya Kurdan re rûbirû ye. Bi taybetî bihêzkirina nijadperestiyê, êrişên li ser Kurdan, cudakariya sîstematîk û sazûmanî, zextên li ser ziman, çand û hişûbîra Kurdan û helbet faktorên polîsiyeyê bandorê li ser çêbûna fikr, raman û helwestên polîtîk ên alîgirên AKPyî jî dike.
Bi taybetî serê sedsalê piştî têkbirina serhildanên Kurdan, li Bakurê Kurdistanê karekterekî sosyolojîk jî hat avakirin. Înkarkirina Kurdan, qedexekirina mafên sereke yên Kurdan û bihêzkirina mekanîzmayên tundiyê bandora xwe li ser helwestên polîtîk ên Kurdan kir. Di encama wê de têkiliyên klîentalîst jî derketin meydanê û îro em gelek wecheyên wê û rengvedanên wê di nav civaka Kurdan de dibînin. Ev tiştê ku îro di karakterê Kurdên AKPyî de derdikeve pêş, di esasê de bingeha avakirina rizamendiyê û tekamula serdestiyê ya li Bakurê Kurdistanê jî nîşan dide.
‘ALÎGIRÊN HDPYÎ JÎ JI POLÎTÎKAYÊN ÇARESERKIRINA KÊŞEYA KURDAN ZÊDE NERAZÎ NE’
Li bajarên rapirsî hatiye kirin, herî zêde HDPyê deng ji Kurdan wergirtiye. Lê belê rapirsî raber dike ku tenê ji %36.7ê beşdaran polîtîkayên HDPyê yên derbarê çareserkirina kêşeya Kurdan de erênî nirxandine, berovajiyê vê ji %27.9 jî neyînî nirxandine. Dema ku em zêdetir ser vê babetê hûr dibin, em dibînin ku piraniya kesên neyînî nirxandine alîgirên AKPyê ne. Her wiha alîgirên CHPyê û yên neçûne ser sindoqê jî nêzî ji %33yê polîtîkayên HDPyê neyînî nirxandine. Tu vê encamê çawa dinirxînî?
Belê li bajarên ku me lêkolîna xwe lê kirî, Kurd herî zêde dengên xwe didin HDPyê. Ji ber wê jî di çareserkirina kêşeya Kurdan de hêvî û bendewariyeke mezin ji HDPyê jî heye. Hem HDPyî bi xwe hem AKPyî hem jî alîgirên partiyên din, erk û rola HDPyê di çareserkirina kêşeya Kurdan de diyar dikin lê ji polîtîkayên HDPyê zêde ne razî ne jî. Helbet gelek sedemên vê yekê hene, lê em dikarin encamên rapirsiyê jî di vê çarçoveyê de binirxînin. Li gorî dane û amarên lêkolînê, HDP aktoreke sereke ye di çareserkirina kêşeya Kurdan de, lê miqabilî vê mîsyonê polîtîkayan nameşîne.
Wek me li jor diyar kiribû, li Bakurê Kurdistanê AKP çawa ku dewletê temsîl dike, HDP an partiyên siyasî yên ji wê xeta siyasî tên jî xeteke polîtîk ên li dijî AKPyê temsîl dikin. Wek du subjeyên damezirîner ên siyasî. Ji bo wê jî di esasê de li Bakurê Kurdistanê du xetên polîtîk ên sereke hene: AKP (dewlet) û HDP (Kurd). Bi taybetî ji sala 90î û avakirina HEPê (Partiya Kedê ya Gel) heta HDPyê, dînamîkên sosyo-polîtîk ên Bakurê Kurdistanê li ser vî esasê ava bûne. Ji ber vê yekê jî mirov dikare hêvî, bendewarî, daxwaz, rexne û helwesta polîtîk a beşdaran a derbarê HDPyê de di vê çarçoveyê de fehm bike. Eger derbarê polîtîkayên HDPyê de rexne an aciziyeke Kurdan hebe, ew tê wê maneyê ku bendewariyek jî ji HDPyê heye.
HDP, partiyeke 11 salî ye. Wextê HDP di sala 2012an de hat avakirin, li Tirkiyeyê proseyeke aştiyê di rojevê de bû. Ji bo çareserkirina kêşeya Kurdan proseyeke danûstandinê, diyalogê hatibû destpêkirin û di vê proseyê de roleke mezin li HDPyê hatibû barkirin. Mirov dikare wê proseyê di dîroka têkiliyên Kurdan û dewleta tirk de wek “Meşrûtiyeta 3yemîn” jî pênase bike ku di encama wê de gelek geşedanên erênî yên civakî, aborî û çandî derketibûn meydanê. Mirov dikare bibêje ku di dîroka xwe ya modern û sedsala dawî de Kurd herî zêde di dema proseya aştiyê de (2013-2015) ji dînamîkên şer û pevçûnê dûr ketibûn û vê yekê jî bandora xwe li ser rol û mîsyona HDPyê kir.
Lê piştî ku di sala 2015an de ev prose hat bidawîkirin û careke din dînamîkên şer hatin zindîkirin, HDPyê zêde nekarî xwe adapteyî rewşa nû ya şer bike. Ji bo çareserkirina kêşeya Kurdan polîtîkayên bingehîn ku bikaribe rê li ber proseyeke aştiyane veke nehatin pêkanîn. Her wisa divê em ji bîr jî nekin ku piştî 2015an nêzî bîst hezar kesên HDPyî hatin destgîrkirin, nêzî 10 hezar kesan hatin girtin. Bi sedan rêvebir, siyasetmedarên HDPyî û hevserokên giştî yên HDPyê hatin girtin. Êrişeke sîstematîk li ser pergala rêxistinî ya HDPyê hat meşandin û gelek encamên wê jî çêbûn. Li ser HDPyê û siyaseta Kurd proseyeke reşkirin, krîmînalîzasyonê hat bipêşxistin û qada siyaseta demokratîk gelek hat tengkirin. Ji ber ku HDPyê ji bo berovajîkirina vê yekê polîtîkayên karîger nemeşand û nikaribû bibe bersiv, loma rol û mîsyona wê di çareserkirina kêşeya Kurdan de hate gengeşekirin. Mirov dikare van daneyan bi vî rengî jî rave bike.
Di lêkolîna me de ev rewş bi awayekî aşkera derket meydanê. Li gorî daneyên lêkolînê, ne tenê alîgirên partiyên din, her wekî din HDPyî bi xwe jî ji polîtîkayên HDPyê yên ji bo çareserkirina kêşeya Kurdan zêde ne razî ne û hêvî û bendewariyên wan hene. Ji beşdarên HDPyî tenê % 61.7ê HDPyiyan ji polîtîkayên HDPyê yên ji bo çareserkirina kêşeya Kurdan razî ne. Anku ji deh kesan 6 kes. Ev yek nîşan dide ku divê HDP, bi taybetî di mijara çareserkirina kêşeya Kurdan de polîtîkayên karîgertir bimeşîne.
‘CIWANÊN KURDAN DI HIŞMENDIYA POLÎTÎK DE SERWEXT IN, LÊ DI AKTÎVÎZMA POLÎTÎK DE QELS IN’
Rêjeya ciwanên ku di hilbijartina dawî (Gulan) de neçûne ser sindoqan ji %72.2 ye. Herwiha ji dengdêrên CHPyê ku deng dane ji %41.8ê wan ciwan in. Tê dîtin ku ciwanên Kurdan destên xwe ji siyasetê şûştine, lê belê ji aliyekê ve jî ber bi CHPyê ve meyleke wan heye. Hûn van helwestên ciwanan bi kîjan sedeman ve girê didin?
Ciwan û dînamîkên nifşên ciwanan ji bo fehmkirina îstiqameta siyasî û civakî babeteke gelek giring e. Bi taybetî îro li gelek welatên cîhanê, li ser rewşa nifşên nû, nêzikatiya wan a polîtîkayê û helwesta wan a derbarê babetên siyasî û civakî de gelek xebat, lêkolîn û nîqaş tên kirin. Ji ber ku civaka Kurdan civakeke ciwan e û rêjeya ciwanan gelek zêde ye, loma fehmkirina dînamîkên nifşên ciwanan jî gelek giring e.
Wek Spectrum House qadeke me ya xebat û lêkolînê ya tematîk jî fehmkirina dînamîkên ciwanan di nav Kurdan de ye. Ji bo wê jî me par li ser Nifşa Z ya Kurd lêkolîneke berfireh kiribû û me xwestibû em dînamîkên berbelav û karîger ên di nav ciwanên Kurdan û bi taybetî jî Nifşa Z de fehm bikin. Dane û encamên wê lêkolîna me ji bo fehmkirina hilbijartina dawî (14-28 Gulan) û rewşa îro jî gelek kêrhatî bûn.
Li gorî encamên lêkolîna me em dikarin bibêjin ku ciwanên Kurd di warê hişmendiya polîtîk de serwext in, lê di warê aktîvîzma polîtîk de qels in û mesafeyeke wan bo qada siyasî heye. Ji bo wê jî em dikarin ciwanên Kurd ne “apolîtîk” lê wek “depolîtîk” pênase bikin. Ew nifş xwedî hişmendiyeke polîtîk e, ji babetên polîtîk haydar e, lê xwe ji qada siyasî bi dûr dihêle. Di jiyana wan de kesayetên popûler ne siyasetmedar in. Ji bo guhertina rewşên polîtîk hewldaneke wan a rêxistinî aktîvîzmeke polîtîk nîne. Têgeha rêxistiniyê û polîtîzasyonê jî ji bo wan gelek guheriye. Gelek ji wan bêkar in û endîşe û fikarên wan ên aborî gelek in. Ji ber ku bi kêşeyên aborî re rûbirû ne, loma serxwebûneke wan a aborî nîne û gelek ji wan di bin bandora malbata xwe û hikmê wan de dimînin. Bi kurtasî em dikarin rewşa ciwanên Kurd di çarçoveyeke “habîtûsa dîjîtal” de diyar bikin ku bikaranîna amûrên teknolojiyê nêrîn û nêzikatiya wan a polîtîk, kesayetiya wan û helwesta wan a siyasî diyar dike. Di wê lêkolîna me de ji %38ê endamên Nifşa Z xwe nêzî tu partiyan nabîne. Ev diyardeyeke balkêş e, lê divê em ji bîr nekin ku ev dînamîzm ne tenê di nav ciwanên Kurd de her wekî din li seranserê cîhanê jî hema hema wiha ye.
Di lêkolîna me ya dawî de jî em vê çarçove û tabloyê ya ciwanên Kurdan gelek baş dibînin. Ji 18 salî heta 34 saliyan, di nav ciwanên Kurd de meyla dengnedanê anku neçûna ser sindoqan an nîşannedana helwesta polîtîk zêdetir e. Kod, term, têgeh û hesasiyetên ciwanan û ya siyasetmedarên Kurdan ji hev cuda dibin, hêvî û bendewariyên wan diguherin. Ji bo wê jî ew xwe ji qada siyasî dûr dihêlin.
Ku em behsê ji ciwanan bînin ser CHPyê, em dikarin bibêjin ku CHP ne tenê di nav ciwanên Kurd de, bi taybetî di nav civaka Kurdan de her ku diçe rêjeya dengên xwe zêdetir dike. Bi taybetî di hilbijartina dawî de rêjeya dengên xwe gelek zêde kir. Lê em nizanin gelo ev rêje rastiyeke siyasî ya nû nîşan dide yan li gorî balansên polîtîk yên demborî li Tirkiyeyê ev encam derketine meydanê. Ji ber ku HDPyê hemû hesabên xwe yên siyasî li ser têkbirina AKPyê û guherandina desthilatiyê kiribû, loma CHP jî bi awayekî asayî hat meşrûkirin û bandora xwe ya siyasî di nav Kurdan de zêde kir.
Dîsa divê em ji bîr nekin ku gava Kurd ji AKPyê anku partiyeke serdest bi dûr dikevin, bi taybetî xwe nêzikî partiyeke din a serdest dikin. CHP jî partiyeke sedsalî ye û li Bakurê Kurdistanê tenê ne partiyeke siyasî ye. Loma divê ev faktor jî di hêzbûna CHPyê de neyê jibîrkirin.
‘KURD LI BENDA PROSEYEKE AŞTIYÊ NE!’
Ji 10 beşdaran 7 jê dibêjin kêşeya Kurdan heye û ev mijar divê bê çareserkirin. Xuya ye welatiyên Kurd di wê baweriyê de ne ku kêşeya wan nehatiye safîkirin. Bi nêrîna te divê partiyên muxalefet û şirîkên hikumetê vê encamê çawa binirxînin?
Kêşeya Kurdan kêşeyeke dîrokî ye ku di dused salên dawî de bandora xwe li ser gelek geşedanên siyasî, civakî, aborî û çandî yên Rojhilata Navîn kiriye û îro jî dike. Loma çareserkirina wê kêşeyê hem gelek zehmet hem aloz hem jî gelek dînamîkên curbicur dihewîne. Ji sedsala 19emîn heta niha gelek rengvedanên kêşeya Kurdan hene. Beriya her tiştî divê em bînin ziman ku kêşeya Kurdan; ji mafê self-determînasyonê bigire heta xweseriyê, ji federalîzmê bigire heta bilindkirina pîvanên demokrasiyê, gelek rêbaz û modelên çareseriyê şamil dike. Bi şer, înkar, qedexe û zext û fişaran ev kêşe nehatiye çareserkirin û loma îro bingeha gelek kêşeyên civakî yên Tirkiyeyê jî di esasê de xwe dispêrin hebûna kêşeya Kurdan.
Belê li gorî daneyên lêkolîna me bi taybetî di warê çareserkirina kêşeya Kurdan de gelek hêvî û bendewariyên Kurdan hene. Bi kurtasî em behsa wan hêvî û daxwazan bikin em dikarin bibêjin ji %23.5ê beşdaran ji bo çareserkirina kêşeya Kurdan dixwazin destûra bingehîn bê guhertin, mafên sereke yên Kurdan bên misogerkirin. Ji %22.1ê beşdaran dixwazin mafê perwerdehiya zimanê dayikê bê dayîn, astengî û qedexeyên li ser ziman û çanda Kurdî bên rakirin. Ji %19ê beşdaran dixwazin konsepta şer bê rawestandin, proseya diyalog û danûstandinên siyasî bê destpêkirin. Ji %15.1ê beşdaran dixwazin siyasetmedarên Kurdan ên girtî bên berdan, temsîla siyasî ya Kurdan bê bihêzkirin. Ev daxwaz bi temamî daxwazên siyasî ne û muxatabê wê îro bi taybetî jî hikumet bi xwe ye.
Ev dane û ev encam nîşan didin ku Kurd di warê çareserkirina kêşeya Kurdan de li benda cîbicîkirina proseyeke diyalog û aştiyê ne. Ji %75ê beşdaran bi encamên kêşeya Kurdan re rûbirû ne. Bi taybetî partiya desthilatdar AKP dibêje “me kêşeya Kurdan çareser kir” û hebûna kêşeyê jî êdî qebûl nake, lê Kurd di wê baweriyê de ne ku ev kêşe nehatiye safîkirin. Encamên vê kêşeyê bi gelek awayan bandora xwe li ser jiyana rojane ya Kurdan dike. Li gorî daneyên heyî hem partiyên şirîkên hikumetê hem jî partiyên muxalefetê divê guh bidin daxwaz, hêvî û bendewariyên Kurdan.
*Ji bo xwendina/daxistina raporta Spectrum Housê: http://spectrumhouse.com.tr/kurt-meselesi-ve-baris/