Giraniya Edaletê

Dewleteke ku qanûn ava kirine, bi van qanûnan dikare bê darizandin an cezakirin? Maat, Themîs, xweda, dewlet an hêzeke din, wek avakar û temsîlkarên adaletê, wê li gor kîjan qanûnan bên darizandin? Di diyalogên Platon de em li ser vê meseleyê, pênaseyeke edaletê dibînin: Ew tiştê ku bi kêrî hêzdaran tê, edalet e. Yanî hêz di destê kî de be, edaletê jî li gor xwe bi kar tîne û bi hêza xwe ya mezin dikare bi eyarên teraziyê bilîze û carna jî teraziyê bi temamî ji holê rake. Di vê rewşê de gelo em dikarin qala başiya edaletê bikin? An jî gelo em dikarin li gor qanûnên wan, ceza bidin wan?

***

Edalet çi ye? Tiştekî çawa ye? Ew tiştê ku em bi salan e lê digerin, ji ber kêmasiya wê gilî û gazinan dikin, carna serî hildidin û carna jî tên kuştin…  Çima ewqas girîng e? Çima ewqas girîng e, ku bi hezaran salan e li ser tê nîqaşkirin, li ser tê xeberdan… Çima ewqas girîng e, ku di çîrokên berî hezar salan de, dî mîtolojiyên xweda û xwedawendan de, di pirtûkên pîroz de di û qanûnên dewletan de tim ew heye. An jî tuneye… Belkî ji ber ku edalet tuneye, ewqas li ser tê xeberdan! Gava em qala edaletê dikin tim tiştekî “baş û xweş” tê bîra me. An jî em wisa hêvî dikin. Tiştekî mezin, tiştekî biqîmet, tiştekî pîroz, tiştekî tirsnak û tiştekî giran! Ewqas giran e, ku tenê hêzdarên mezin dikarin textê wê yê zêrîn bihejînin an biqelibînin. Giraniya edaletê ji ku tê? Û çiqas giran e? Qasî welatekî? Qasî çiyayekî? An jî qasî perikekî? 

Temsîl û sembolên edaletê, li ser nêrînên edaletê, xwediyê agahiyên baş in. Her sembol çîrok û taybetmendiyên li ser edaletê hatine gotin, di nava xwe de dihewînin. Yek ji van sembolên herî girîng û balkêş, em li Misrê dibînin. Bi hezaran salan berê, di dema Misra Antîk de, edalet, bi perikekî hatiye temsîlkirin. Perikekî teyran. Tiştekî wek edaletê mezin û girîng, çima bi perikekî “sivik” û “bêhêz” hatiye temsîlkirin? Gelo em dikarin bêjin, ji ber vê temsîlîyetê, li Misrê edalet ne tiştekî giran û girîng bû? Di mîtolojiya Misrê de, Maat, wek xwedavenda edaletê tê qebûlkirin û li ser wê, bi perikeke teyran tê xêzkirin. Ew perik, di sîstema edaleta Misrê de, semboleke girîng e. Ji ber baweriya jiyana piştî mirinê, li Misrê, mirî dihatin mûmyekirin. Hemû organ, ji laşê mirovan bi awayekî tibbî dihatin derxistin. Tenê, qelbê mirovan di laş de dima û bi nivişteke pîroz dihat parastin. Piştî mirinê, li dinyaya din, mirov derdikevin hizûra Maatê û Maat bi teraziya xwe ya pîroz, guneh û başiyên mirovan diwezinand. Qelbê mirovan li aliyekî teraziyê, perikê edaletê jî li aliyê din. Eger mirov yekî gunehkar be, ji ber giraniya gunehan qelbê mirovan ji perikê girantir tê û li gor wî tê cezakirin. Lê eger mirov yekî baş be, giraniya qelbê wî û perikî wek hev tên wezinandin û tê xelatkirin. 

Sembolên edaletê, herçiqas di çand û baweriyên din de cuda bin jî, hinek taybetmendiyên wan ên hevpar jî hene. Di mîtolojiya Yûnanîstanê de jî, edalet bi jinekê, bi xwedawenda Themîsê tê temsîlkirin. Teraziya ku Maat pê qelbê mirovan diwezinand, em di destê Themîsê de jî dibînin. Lê di edaleta Yûnanan de tiştekî balkêş heye. Gava li Themîsê bêhurmetiyek bê kirin, Themîs bê deng dimîne û ceza nade. Ji dêvla Themîsê, xwedawendeke din, Nemesîs cezayî dide. Loma Nemesîs di destê wê de bi xençer û qamçiyekê tê temsîlkirin û bi vana tim dixwaze di jiyanê de wekheviyekê ava bike. Peyva “nemesîs” di diyalogên Platon de jî derdikeve pêşberî me û ji nav  pênaseyên edaletê, yekî temsîl dike. Nemesîs, wek wate, belavkirina heqan îşaret dike. Loma nêrîna nemesîs a li ser edaletê ev e, ku kî çi heq bike, divê ew bê dayîn. Ne kêm, ne zêde! 

Maat û Themîs, wek du xwedawendên mezin, bi hezar salan, edalet sembol kirin. Hîn jî di hiqûqa modern de Themîs, wek sembolekê tê bikaranîn. Di edaletê de, temsiliyeta jinan a li ser edalatê, dû re hêdî hêdî hat guherandin. Di hinek baweriyan de karên edaletê (wek haqimtî) li jinan hatin qedexekirin, di hinekan de jî edalet, bo qetla jinan hat bikaranîn. Di Serdema Navîn de, bi hezaran jin, ji aliyê Dêra Katolîk ve hatin şewitandin û kuştin. Ev ne kuştinên ji rêzê bûn. Biryarên îdamkirina jinan, li gor qanûnan bû. Yanî li gor pergaleke hiqûqî bû û adilane(!) bû. Di Serdema Navîn de, temsîlîyeta edaletê di destê Dêra Katolîk de bû. Dêra Katolîk, temsiliyeta xweda bû û bi armanca belavkirina adaleta pîroz tevdigeriya. Çand û bawerî û wext çiqas hatibe guhertin jî, em dibinîn ku di Serdema Navîn de jî edalet wek tiştekî pîroz hatiye temsîlkirin. Wek Maat û Themîsê. Ev pîrozbahiya edaletê ji ku tê? Gelo birastî jî ji ber ku bi temamî rast e pîroz e? An jî ji ber ku tu kes li ber edaletê ranebe ev pîrozkirin lê hatiye barkirin? Gava edalet tiştekî pîroz û xwedayî be, kî dikare lêpirsîna rastî û xeletiya wê bike? Gelo em dikarin li ber wan tiştan li edaletê bigerin û serî hildin, yên bi destên hebûneke pîroz hatine kirin? Li gor kîjan qanûnan û li gor kîjan kirîteran? Bifikirin ku çend hezar sal berê yek radibe, Xwedawenda Edaletê Maatê gilî dike û dide mehkemeyê? Mehkemeya ku Maatê temsîl dike, li gor qanûnên Maatê biryaran dide, gelo dikare ceza bide Maatê? An jî em viya bi têgehên modern û ji bo dema modern bipirsin: Dewleteke ku qanûn ava kirine, bi van qanûnan dikare bê darizandin an cezakirin? Maat, Themîs, xweda, dewlet an hêzeke din, wek avakar û temsîlkarên adaletê, wê li gor kîjan qanûnan bên darizandin? Di diyalogên Platon de em li ser vê meseleyê, pênaseyeke edaletê dibînin: Ew tiştê ku bi kêrî hêzdaran tê, edalet e. Yanî hêz di destê kî de be, edaletê jî li gor xwe bi kar tîne û bi hêza xwe ya mezin dikare bi eyarên teraziyê bilîze û carna jî teraziyê bi temamî ji holê rake. Di vê rewşê de gelo em dikarin qala başiya edaletê bikin? An jî gelo em dikarin li gor qanûnên wan, ceza bidin wan?

Di fîlmê “The Man Who Sued God” de, em mehkemeyeke balkêş dibînin. Di firtoneyekê de, birûsk li keştiya serlehengê fîlmê dixe û keştiya wî noqê bin avê dibe. Serleheng serî li saziya sîgortayê dide lê sîgorta dibêje “ev karê xwedê ye” loma em nikarin zirara te bidin. Serleheng jî, ji bo zirara xwe li xwedê dewa vedike û saziyên dînî yên ku xwedê temsîl dikin, dide mehkemeyê. Dîsa di fîlmê “God on Trial” de, em vê mijarê dibînin. Sê Cihûyên li qampa Naziyan mane xwedê didin mehkemê û wî bi destûrdayîna genosîda Cihuyan sûcdar dikin. Her du fîlm jî li ser heman mijarê disekinin? Li hemberî hêzeke ku edalet afirandiye, meriv dikare li edaletê bigere? Gelo heta ku perika serê Maatê, teraziya destê Themîsê û qanûnên dewletê pîroz bên dîtin, meriv dikare li edaletê bigere? Bêyî ku di bin giraniya perikê edaletê de bieciqe!

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir