Melayê Cizîrî gava halê xwe eşkere dikir, nivisîbû: Ez derketim rêwitiyekê, şev tarî ye û di nava behrê de bi keştiyeke şikestî tik û tenê me. Ên ku di ewlehiya sahilê de dest û pê lê didin dê çawa ji halê min ê nava deryaya tarî fehm bikin. Gelek nivîskarên Kurd jî di şevên zifirî tarî de derketin ser rêwitiya xwe. Keştiya wan a şikeştî jî, ji gelek behrên bi mewc û pêlan derbas bûne. Gelo ew li ser kîjan sahîlan derketin û wan li kîjan arşîvan nihêrt? Vegera wan vegereke çawa bû, ger bikarin vegerin?
***
Mirov çawa ji zimanê xwe dibe? Xatir jê dixwaze yan bi zorê jê vediqete? Ger rojekê, mirov hêz û arezûyê bibîne dikare careke din li zimanê xwe vegere? Zimanên em behs dikin yan li pişt ewrên zarokatiyê mane yan li keştiyên bav û kalan siwar bûne û ji me dûr ketine, yan jî bi agirî dorpeçkirî ne ku kî dixwaze xwe azad hîs bike, jê direve.
Bi her awayî daxwaza vegerê, rêwitiyekê di nav arşîvan de ferz dike, arşîva zimanên ku rastî zilmên mezin hatine û qeydên wan bi awayekî fermî nehatine girtin. Ji xeynî zimanzanan nivîskarên wan zimanan jî ketibûn pey arşîvên zimanên xwe, da ku delîlekî bibînin ji bo hebûnê û ji bo îmkanên axaftin û nivîsandinê. Lê ew rêwitî ne hêsan e. Çawa ku qutkirina ji zimên şîddetê dihewîne, vegera ser zimên jî, li ser rê, rastî şîddêtên mezin tê, şîddetên fizikî û yên sembolîk.
Ngugî wa Thiong’o yek ji wan nivîskaran e ku di qonaxa kolonîzekirina Kenyayê de ji zimanê xwe dibe û piştre wekî Ulysses dikeve rêwitiyeke dûrûdirêj heta ku vegere zimanê xwe ku Ithakaya wî bû. Rêwitiya Ngugî zor û zehmetiyên vegera ser zimên li ber çavan radixe.
Wargehên Şer û Zimanî
Ngugî, di sala 1938an de, wexta ku Kenya hêj di bin hukumraniya Britanyayê de bû, li Kenyayê hatiye dinyayê. Heta 11 saliya xwe diçe mektebên gundê xwe ku ji aliyê gel ve hatibûn avakirin [1]. Di sala 1952an de ji bo serxwebûna Kenyayê serhildana Mau Mau dest pê dike. Gundê ku Ngugî lê çêbûye ji aliyê artêşa Birîtanyayê ve hat şewitandin ji ber ku kesên ji malbata wî jî beşdarî serhildanê bûne. Ngugî pêşî ji warê xwe dibe. Gundê xwe bi hemû bîranên xwe li pey xwe dihêle. Dagirker mektebên ku ji aliyê gundiyan ve hatine avakirin, xerab dikin.
Malbata wî, ku di şerê serxwebûnê de derbeke mezin xwariye, Ngugî dide dibistana Alliance High School ku paşê dibe dibistana mîsyoneran. Mufredeta perwerdeyê, doktirînên Încîlê hînî wî dike [2] û ew bi strîna îlahiyan ku beşeke girîng a mufredatê ye, dibe “xiristiyanekî maqûl” [3]. Bi rêya tecrubeya dibistana kolonyalistan “nerîta mezin” a edebiyata ingîlizî nas kir, bi xwendina Dickens, Shakespeare, Wordsworth, Longfellow, Tennyson û Kipling [4].
Ngugî, di bîranînên xwe de dibêje wê dibistanê armanc dikir ku wan wekî rêvebirên paşerojê perwerde bikin. Dibistanê, ji wan hêvî dikir ku bi sedaqat xizmeta Împeratoriya Brîtanya û Majestayên Qralîçeyê bikin û bi her awayî ji neteweperweriya Afrîkayê û ajîtatoriya siyasî dûr bisekinin [5].
Piştî ku bi awayekî serkeftî lîse jî qedand, Thiong’o çû beşa Ziman û Edebiyata Îngilîzî a Zanîngeha Makarerey, ya li Ugandayê ku Brîtanyayê ji bo koloniyan vekiribû. Dema ew xwendekar bû lîstik, çîrok û romanên bi ingilîzî dinivîsandin. Listîkên wî elaqayên mezin dîtin.
Di 1962an de, dema ew xwendekarekî ciwan ê zanîngeha Makarereyê bû, tê vexwendin bo konferanseke nivîskarên afrîkî. Navê konferansê African Writers of English Expression [Nivîskarên Afrîkî yên Derbirîna Îngilîzî] bû. Di kitêba Rizgarkirina Hîş ji Mêtîngeriyê de: Siyaseta Zimên di Wêjeya Afrîkî de ku di 1986an de hat weşandin, behsa anormaliyên konferansê dike. Beriya her tiştî, serenavê konferansê, nivîskarên zimanên Afrîkayê bi xwe li derve dihiştin. Ew tenê ji ber du çîrokên xwe yên bi ingilîzî, wekî nivîskarekî Afrikî hatibû vexwendin, lê ne mezintirîn helbestvanê Afrîkaya Rojhilat ê niha jî sax e Shabaan Robert ku bi zimanê Kiswahili ji bo wî bi dehan helbest û pexşan hatibûn nivîsandin, ne nivîskarê mezin ê nîjeryayî Şef Fagunwa ku bi zimanê Yoruba gelek berhemên wî hebûn, heq nekiribûn bên vexwendin bo konferansê [6].
Li gor Thiong’o dramatîktirîn aliyê konferansê ew bû ku edebiyata Afrikî li gor edebiyata koka nijadî ya nivîskaran, mijarên ku ew li ser sekinîne an li gor lokasyona wan a cografî dihatin pênasekirin lê nivîskarên mîna Fagunwa û Shabaan ku bi zimanên afrîkî dinivîsandin li derveyî penaseyê dihiştin û qet pirsa esasî nedikirin: Gelo ev berhemên bi zimanê ewropî dihatin hilberandin layiq bûn ku mîna edebiyata afrîkî bên binavkirin?
Li gor Thiong’o pirsgirêka esasî nêrînên nivîskarên mezin ên edebiyata Afrîkayê ên mîna Chiuna Achebe, Ezekiel Mphhalele û Sédar Senghor bûn ku li ser girîngî û hewcedariya zimanên ewropî disekinîn [7]. Bi nezera Ngugî, wê helwestê, ku serdestiya zimanên Ewropî ji xwe re nekir derd, divê xala destpêkê nîqaşên li ser têkiliya kolonyalîzm, ziman û edebiyatê ya Afrîkayê bibûya.
Ngugî, agahiyên din ên derbarê Konferansê de eşkere dikir ku di navbera ziman û kolonyalîzmê de têkiliyeke çiqas xurt heye. Thiong’o diyar dike ku paşê derket holê konferans ji aliyê CIAyê ve hatiye fînansekirin [8].
Ziman, Dekolonyalîzm û Serxwebûn
Kenya di sala 1963yan de serbixwe dibe. Hêvî ew bû ku wê serxwebûnê dawiya kolonyalîzma 400 salan bianiya. Lê ew çirûska hêviyê zû vemirî. Li gor Thiong’o li Kenyaya serbixwe rewşa gundî, cotkar û karkeran û bi ser de ya nivîskar û rewşenbîran jî zêde neguherîbû. Yên kolonyalîzm herî zêde tehrîb kirine û di şerê serxwebûnê de girantirîn bedel dane, him rewşa wan a aborî baştir nedibû him di rêvebiriyê de jî nedibûn xwedî gotin.
Bi ser de, ingilîzî hêj him di birêvebirina dewletê de him jî di perwerdeyê de zimanê serdest bû. Ligel serxwebûna siyasî a fermî, kolonyalîzmê ewqas bandoreke xurt li ser aborî û çandê kiribû ku ev dibû sebeb Ngugî kûr bibe li ser xwezaya kolonyalîzmê û siyaseteke rasteqîn ji bo rizgarbûna ji kolonyalîzmê [9].
Cara ewil Sartre di sala 1956an de li kovara Les Temps Modernes têgeha Neo-kolonyalîzm bi kar anîbû û wekî mistifikasyon behs jê kiribû. Di eslê xwe de kolonyalîzm bi dawî nebûbû, tenê rê û rêbazên nû taqib dikirin. Piştî Sartre Kwame Nkrumah, serokê dewleta Ganayê neo-kolonyalîzm wekî sefheya dawî ya emperyalizme pênase kir [10].
Hem wan analîzên teorîk û hem jî pratîkên “dewletên post-kolonyal” nîşan dida ku kolonyalîzmê hukmê xwe di dewletên serbixwe de jî îcra dikir. Gelên kolonîzekirî çawa dê bikarin serxwebûna heqiqî bi dest bixin? Ngugî jî li ser rê û rêbazên “serxwebûna dekolonyal” hûr bû. Bi nêrîna wî Kenyaya serbixwe girêdayî metropola Ewropayê bû. Çinên bala, bilind ên Kenyayê ji berjewendiyên gel behtir ên Brîtanyayê diparastin.
Li gor Ngugî problema herî mezin a serxwebûna Kenyayê ew bû ku ên ku şer kirine û di qonaxa aştiyê de îqtîdar bi dest xistine, ne heman kesan bûn. Jin û mêr, ên ku bi mal û milk bi zar û zeçên xwe li hember kolonyalîzmê şer kirine, di dewleta serbixwe de tu hêza siyasî, çandî û ekonomîk bi dest nexistibûn.
Gava hebûna gel û rola wan her diçe di hîşê Ngugî de zelal dibû, ew zimanê ingilizî ji xwe re kir problem, ku ew di berhemên edebî û îlmê de bi kar tîne. Ew di Kenyaya Serbixwe de, di navbera salên 1964-1977an de, wî romanên xwe bi ingilîzî nivîsandibûn. Romana wî ya bi navê Pelên Xwînê, di sala1977an de çap dibe. Wî ji xwe pirsî, gelo wî ji bo kê nivisî bû? Wî derbarê perîşanî û têkoşîna gundî û cotkaran da dinivîsî lê wan nekaribû wan berheman bixwînin.
Şoreşa Nairobiyê di Edebiyata Ingilîzî de
Ngugî piştî xwendina xwe temam kir, di sala 1964an de vegeriyabû Kenyayê û li Zanîngeha Nairobiyê dest bi mamostatiya edebiyatê kir. Di sala 1968an de li Zanîngeha Nairobê li hember pêşniyaza seroka beşa ingilîzî derket û tevî du hevalên xwe peşniyazeke din şandin bo betalkirina Beşa ingilîzî ku seroka beşê dixwest cihê ingilîzî li Fakûlteya Hûnerê berfirehtir bibe. Wê peşniyazê hem li Kenyayê hem jî li dervayê Kenyayê ewqas deng veda ku wekî manifesto hat qebûlkirin û wekî “Şoreşa Nairobîyê di Edebiyata Ingilîzî de” bi nav kirin [11]
Piştî bûyera Zanîngeha Nairobiyê, Ngugî terka zanîngehê dike û behtir bala xwe dide dîroka serxwebûna Kenyayê. Pirsa sereke ku Ngugî ji xwe pirsî ev bû: Gelo pêşêngên wê serxwebûnê kî bûn? Bi saya kê û di encama têkoşîneke çawa de ew serxwebûn bi dest xistibûn?
Ngugî, gava li pey bersiva van pirsan ket rola gel a di şerê serxwebûnê de behtir di hîşê wî de zelal bû. Lê ne tenê gel, gelek hûnermend, nivîskar û rewşenbîran jî di vî şerî de ked dabû. Laşên wan rewşenbîran li sêdaran hişk bibûn û li zindanan riziyabûn, lê ne gel ne jî wî di dîroka fermî a serxwebûnê de cih nedigirtin. Hemû serkeftin li ser heseba serokdewletê Jomo Kenyatta û çend hevalên wî hatibûn nivîsandin ku ew niha di rêvebiriyê de bûn. Bi wî awayî xwestin, şerê serxwebûnê ji bîra mirovan paqij bikin.
Rihê serxwebûnê di warê stran, dans, lîstikên şanoyê û peykerên afrîkî de şewq dida, ew rih ku hem di serdema kolonyalîzm de hem jî di serxwebûnê de qedexe bû. Ev fealiyetên ku di dema kolonyalîzmê de xelk ji bo wan diketin hepsê, seqet diman, li Kenyaya serbixwe jî qedexe bûn. Eynî wekî dema kolonyalîzmê, nivîskarên berbiçav ên welêt bêyî ku bên darizandin diketin hepsê an mecbûr diman terka welêt dikirin [12].
Di Kenyaya serbixwe de, çalakiyên hunerî yên bi terza ewropî serbest bûn, lê ji bo çalakiyên hunerî yên xwemalî diviyabû ji hêzên ewlehiyê destûr bixwazin. Stranên gelêrî yên dema kolonyalîzmê dibûn sedema aciziyê, piştî serxwebûnê jî dibûn sedema aciziyê. Di girtîgehên Kenyayê de, muzîkjen hebûn, tenê ji ber ku stran bi zimanê xwe gotibûn [13]. Dema kolonyalîzmê hemû mihrîcan û rîtuelên Itulka hatibûn qedexekirin ku vê rîtuelê veguhastina hêzê ji nifşekî bo nifşekî din sembolîze dikir.
Qedexekirina van rîtuelan dihat wê maneyê ku veguhastina mîrata çandî ya bi rêya stran, helbest û dramayan dihat tepisandin. Dîsa dema kolonyalîzmê, çanda xwemalî di bin zextan de bû û bi rêya sîstema dibistanan nerîtên îthal dihatin teşwîqkirin. Ngugî diyar dike, li dibistana ew diçûyê ji dansên gelêrî yên îskoçî re destûr hebû lê ji “qaşo dansên qebîleyan” re destûr tunebû.
Hin nivîskar û rewşenbîran, wekî Ngugî û jar û belangazên Kenyayê bi xemgînî û xeyalşikestî şahîd bûn ku di dewleta serbixwe de jî ew çand û hûner ku rih dabû têkoşînên dij-kolonyal, yan hatibûn qedexekirin yan jî nehatibûn teşwiqkirin da ku pêşde biçin û belav bibin. Mîsal, edebiyat û hunera bi zimanê Gîkuyu li Kenyaya serbixwe tam azad nebû ku ew ziman hem nîşaneyên zilma wêranker ên kolonyalîzmê û hem jî têkoşîna dij-kolonyal di xwe de dihewîne. Zimanên afrîkî ku beriya serxwebûnê di dibistana seretayî de çar salan dihatin fêrkirin, piştî serxwebûnê ji mufredatê hatibûn derxistin.
Ligel vê mezintirîn zext li ser şanoyê bû. Di wê rewşê de ku partiyên siyasî û rêxistinên civakî hatibûn qedexekirin, şano bûbû platformeke wiha ku ji bilî dêr û mizgeftan du an zêdetir kes dikaribûn lê bên ba hev û qala pirsgirêkên xwe bikin. Piştî serxwebûnê şanoyên ingilizî di salonên herî mezin de dihatin lîstin lê şanoyên ku hovitiyên kolonyalîzmê û têkoşînên dij-kolonyalîzmê ji xwe dikir mijar di Kenyaya serbixwe de sehne peyda nedikir.
Bi nêrîna Thiong’o nivîskar û rewşenbîr, ji ber ku dibin xwedî xweşbîniyek ji bo perwerdeya xwe ya di hêmbeza saziyên Ewropî de û di heman demê da, dema li dijî mêtingeriyê derdikevin nikarin rastiya emperyalîzmê fam bikin. Nivîskarên bi wî rengî û edebiyata wan nikaribû wekî sîstemeke tevahî ya aborî, siyasî û çandî li ser împeryalîzmê û hêzên çînî bisekinin ku ew pêk dianîn [14]. Rêvebirên Kenyaya serbixwe, di rehma çandî ya kolonyalistan de hatibûn afirandin. Rengê wan reş bû lê bi ziman û çanda xwe girêdayî kolonyalîstan bûn [15]
Ji ber vê yekê, nivîskar û akademisyenên ku dixwazin ji kolonyalîzmê veqetin, dikevin hedefa vê pêşengtiya siyasî. Gelek mamosteyên zanîngehê bêyî ku bên darizandin hatine girtin an desteserkirin. Yek ji wan kesan, girîngtirîn dîroknasên Kenyayê Maina wa Kinyatti ye ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwendibû û vegeriyabû welatê xwe û ji ber xebata xwe ya derheqê Artêşa Ax û Azadî de û ji ber pêşengtiya serhildana Mau Mau, xistibûn hepsê. Di hepsê de dest bi xebata xwe ya derbarê têkoşînên dij-mêtinger ên li Kenyayê kir lê ji taqet ket û çavên wî kor bûn.
Gakara wa Wanjau nivîskarekî din e ku di dema kolonyalîzmê de hat girtin û bêyî darizandin neh salan di hepsê de ma. Ew girîngtirîn nivîskarê zimanê Gîkuyu ye, di dema serxwebûnê de jî zext lê hatine kirin, mehekê di hepsê de maye, işkenceyên giran lê hatine kirin, piştî ku serbest hatiye berdan qezayeke trafîkê ya nepenî derbas kiriye lê sax jê filitiye. Yek ji pêştirîn helbestvanê Kenyayê Abdullatif Abdalla di sala 1969an de ji ber broşureke bi sernavê “Kenya, Em Bi Ku Ve Diçin?” sê sal cezayê hepsê stendiye.
Thiong’o dibêje di navbera salên 1952-1956an de, di maweya têkoşîna dij-mêtinger de ronesanseke çandî peyda bûye, gelek weşanxaneyên piçûk vebûne, bi zimanê Gîkuyu kitêb hatine çapkirin lê piştî têkbirina serhildanê ev pêvajo qut bûye. Hemû weşanxaneyên ku bi zimanên Afrîkî kitêb çap dikirin hatine girtin û kitêbên helbest û stranan jî hatine windakirin.
Ji ber vê, çanda devkî dibe girîngtirîn amraz ku bi wî ziman û edebiyata Gîkuyu tê parastin. Thiong’o her ku bêtir li ser çanda devkî hûr dibe him zimanê Gîkuyu him bîra çandî û siyasî ya di vî zimanî de hatiye parastin, çêtir nas dike. Çend mînakên ku Ngugî jê haydar bûn ew in:
Me Katilili, pêşenga jin a berxwedana Griamayê ya di salên 1913-1914an de; pêşengtiya Koitalel a di berxwedana Nandy ya di navbera salên 1895-1905an de; tevgera Gîkuyu ya bi pêşengtiya Waiyaki li dijî Şîrketa Afrîkaya Rojhilat a Împeratoriya Brîtanyayê; Markan Singh Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Afrîkaya Rojhilat; berxwedana nû ya serokê Sendîkaya Kenya Afrîkayê Pio Gama di salên 1950an de girîngtirîn parçeyên vê paşxaneyê ne. Zimanê kesên pêşengtiya berxwedanê dikirin û stranên di maweya berxwedanê de dihatin gotin jî, pêşî zimanê Gîkuyu, bi zimanên Afrîkayê bûn.
Pişti Rêwitiyekê Vegera Mal
Ngugî deh salan di arşîvên zimanê Gîkuyu de rêwitiyek kir. Rêya wî carna ket taritiyên zindanan carna kolan û qadan, carna zevî û rezan yanî cihên ku rihê zimanê Gîkuyu lê hatibû parastin. Ngugî behtir fehm kir ku ziman cewhereke zindî ye. Xwendin û nivîsandin jî wisa ye û rasterast bi jiyanê re têkîldar e.
Di serê sibeheke sala 1976an de jineke gundî tê li deriyê wî dide û dibêje:
Me bihîst, tu têra xwe xwedî perwerde yî û kitêbên te hene… Çima tu û yên mîna te bi piçek ji vê perwerdeya xwe gundê me ronî nekin? Em gişî naxwazin; tenê hinekî, hinek jî dema we… Li gund navendeke ciwanan heye… û dike ji hev belav bibe… [16]
Ngugî ku di halweta xwe de li benda ayeteka esmanî bû, bi dengê jineke ji erdê hîşyar bû, fehm kir ku bîseta wî qediya divê ji çiyayên bîrên xwe dakeve erdê û bikeve nav xelqê.
Ew teklîfa jina gundî dipejirîne. Bi hev re çûn gundî. Ne tene ji bo wan lê bi wan re berhemên hûnerî afirandin. Çend şano bi hev re nivîsandin û sehne kirin. Şanoyên wan li seranserê Kenyayê deng vedan. Dewletê pêşî sehne neda wan pişt re lîstîkên wan qedexe kirin ku xwesteka serxwebûneke rasteqîn nîşan didin. Salek şûn de Ngugî hat girtin û di zindanê de romana xwe ya ewil bi zimanê Gîkuyu nivîsand. Roman bi dizî ji zindanê hat derxistin û çap dibe. Ji bo wan, yên ku nikarin zimanê Gîkuyu bixwînin li zeviyan, li kargehan, li restorantan û aşxaneyan bi dengekî bilind hat xwendin. Roman di wextekî kin de 3 caran çap bû.
Rêvebirên dewletê, da ku ew romaneke din nenivîse ew ji zindanê derxist û bi kuştinê tehdit kir. Ngugî di sala 1980yan de çar caran diçe sirgûniyê. Encax di sala 2004an de karibû ji sirgûnê vegere. Piştî vegeriya êrîşî mala wî û malbata wî dikin.
Sirgûnkirina Nugugi tedbîreke mezin bu da ku vegera wî ya li ser zimanê xwe nebe mînaka serkeftinê. Siyaseta zimên û edebiyata Ngugî di jiyana wî de, bi dile wî neçû serî jî lê ji bo nifşên nû yên Kenyayê û ji bo gelên din îlhambexş e.
Vegera ser zimanê xwe ne tercihek bû ji bo Ngugî, piştî ku siyasetên kolonyal li ser zimên dîtin û rola zimên ya di têkoşînên li hember kolonyalîzmê fehm kir, êdî baş dizanî veger ji tercihê behtir zarûretek bû, pêşî ji bo wî.
Melayê Cizîrî gava halê xwe eşkere dikir, nivisîbû: Ez derketim rêwitiyekê, şev tarî ye û di nava behrê de bi keştiyeke şkestî tik û tenê me. Ên ku di ewlehiya sahilê de dest û pê lê didin dê çawa ji halê min ê nava deryaya tarî fehm bikin. Gelek nivîskarên Kurd jî di şevên zifirî tarî de derketin ser rêwitiya xwe. Keştiya wan a şkeştî jî, ji gelek behrên bi mewc û pêlan derbas bûne. Gelo ew li ser kîjan sahîlan derketin û wan li kîjan arşîvan nihêrt? Vegera wan vegereke çawa bû, ger bikarin vegerin?
Jêrenot
[1] Ji bo malumatê berfirehtir bnr. Serdar Şengül, “Peywenda Mêtingeriyê di Hilberîn û Rexneya Edebî de: Ngũgĩ wa Thiong’o û Azadkirina Hiş ji Mêtingeriyê”, Wer. Fexriya Adsay, Zarema, Hejmar 14, 2021. Robson, James Stephen. “Ngũgĩ wa Thiong’o’s Fight Against Colonialism and Neocolonialism: An Exploration of the Theme of Betrayal”. Teza masterê ya neçapkirî. Simon Fraser University Department of English. Canada, 1987, r. 3.
[2] Robson, hbr., r. 4.
[3] Wright, Daniel. “Ngugi’s Nationalist Shift”. Teza lîsansê. Georgia University, Atîna, 2010, r. 8.
[4] hbr., r. 8
[5] Robson, hbr., r. 4
[6] Rizgarkirina Hîş ji Mêtîngeriyê: Di Wêjeya Afrîkî De Sîyaseta Zimên. wer. Fexrîya Adsay, Diyarbakır: Lîs Yayınları, 2018, r. 5-6
[7] hbr. r. 6-7.
[8] hbr.
[9] Bîlhesa di beşa “The Cultural Factor in the Neo-Colonial Era” [Kartêkera Çandî di Dewra Nû-Mêtinger de] û di meqaleya “The Writer in a Neo-Colonial State” [Nivîskarî li Dewleteke Nû-Mêtingeh] a beşa duyem “Freeing Cultural Form From Colonial Legacies” [Parastina Şêwaza Çandî ji Mîrata Mêtingeriyê] de Thiong’o nêrînên xwe yên di vî warî de bi berfirehî vedibêje (Ngugi, Moving The Center, 65-75; 78-93).
[10] Kwamw Nkrumah, Neo-Kolonyalîzm: The Last Stage of Imperialism, 1965, https://www.marxists.org/ebooks/nkrumah/nkrumah-neocolonialism.pdf
[11] Serdar Şengül, “Guherandina Navendê: Şoreşa Nairobiyê di Edebiyata Ingilîzî de”, https://botantimes.com/guherandina-navende-soresa-nairobiye-di-edebiyata-ingilizi-de/
[12] Thiong’o, Moving The Center, The Struggle for Cultural Freedoms. London: East African Educational Publishers, 1993, r. 63.
[13] hbr., r. 109.
[14] hbr., 81-82.
[15] hbr., 102.[16] Thiong’o, Azadkirina Hîş…, r.34.