Hacî Qadirê Koyî, li Stenbolê di bin bandora ceryanên sereke; Osmanîtî û Panîslamîzmê de namîne. Ji Koyê hatiye Stenbolê lê dîsa jî di nava zarokên cemiyetê de cilûbergên xeydok, gazinok û heyirok li xwe nake. Bereksê vê xwe bi vê avzêmê mijûl nake û herwiha ji bo berjewendiyên xwe nakeve qalikê pergalê. Di dewra xwe de xerîb e. Çimkî bi şi’ra xwe pêşdeçûn û moderniteyeke kûr diafirîne.
***
Di sala 1989an de ez li Uskudarê xwendekarê lîseyê bûm. Dibistana min lê dixwend li kolana Toptaşiyê ya kevn bû. Dawiya hefteyê gava ez û hevalên xwe li hucreyên dibistanê digeriyan gelek kevçî, çaydank û firaqên kevn hebûn li derûdorê. Ew amûrên kevn ji Bîmarxaneya Toptaşiyê yan jî, ji Nexweşxane û Zîndana Toptaşiyê mabûn. Çimkî vir berê şîfaxane û zindan bûye. Rêya gelek nivîskarên navdar jî bi vir ketiye. Wekî Saîdê Kurdî, Yilmaz Guney, Nazim Hikmet, Necip Fazil. Zîndana Toptaşiyê yan jî lîseya min lê dixwend, li seriya Khrysopolisê bû. Khrysopolis navekî kevn yê Uskudarê ye. Li gor agahiyên li ber dest muhafizên Romayê jî niştecihên vî bajarî bûne. Loma navekî din ê vir Scutari ye. Niha ne lîse ne nexweşxane ne jî zindan e. Çend sal e êdî fakulteya zanîngeheke taybet e. Di nivîsa ewil de min ji we re behsa Khalkedonê (Kadıköy) kiribû. Di vê nivîsarê de min xwest ez behsa Scutariyê û cîranê xwe yê navdar bikim. Cîranê min li goristana Qerece Ehmeda Uskudarê medfûn e. Bi destura we ez ê bi du sê fragmanan qala cîranê xwe Xaniyê Dudowan Hacî Qadirê Koyî bikim.
Fragmana Ewil: Tenyayê Di Nav Qerebalixiyê de
Ji navê wî jî diyar e ji Koyê ye. Li Gorqereca Koysenceqê hatiye dinê. Li cem alimê Soranê, yê herî navdar Mela Mihemedê Balekî dixwîne. Zarokatiya wî bi zor û zehmetî û feqîriyê derbas dibe. Piştî xwendina xwe ya li Koyê derbasî rojhilatê Kurdistanê dibe û xwendina xwe li wir didomîne. Li medreseyên Mehabad, Sine û Serdeştê dixwîne. Piştî îcazeta xwe distîne vedigere Koyê. Koyî bi tena serê xwe ye. Dê û bavê wî rehmet kirine. Di şi’reke xwe de wiha dibêje:
Her min im êsta warisî Îsa
Bê jin û mal û bê kar û me’wa
Koyî ji aliyê helwesta xwe ve jî tenya ye. Li Koyê di navbera wî û Şêx Nebiyê Mawêlî de problem derdikevin. Li gor dîtina Koyî, Şêx dînê Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Loma di aleyhê Şêx Mawêlî de şi’ran dibêje. Murîdên Şêxî êrîşê wî dikin û Hacî Qadir biryara hatina Stenbolê dide. Di hêna hatina wî de Stenbol paytexta Osmanîyan e û gelek edîb û rewşenbîr li vê derê dijîn. Çaxeke nû ye. Cerîde, rojname, roman… û fikrên nû li dar in. Koyî li Stenbolê sûka fikriyat û modernîteyê dibîne. Koyî, di dil û mêjiyê xwe de xwedî erkeke serhildêr e. Serîrakirin reseniya Koyî ye. Ji sekna wî û pişt re ji şi’ra wî jî diyar e ku Hacî Qadirê Koyî, ji siya xelkê hez nake. Bi sekna xwe dahêner û rêbir e.
Fragmana Duduyan: Stenbol û Modernîzma Li Mala Mîrî
Sedsala 19mîn sedsala fikrên nû ye. Bandora Şoreşa Fransî û fikrên nû ji bo miletan derfeta derketina vîtrînê dide. Stenbol di vê rewşê de ji bo edîb û rewşenbîrên kurdan jî dibe navend. Mala Bedirxanî û Babanan li vê derê ye. Pîremêrd, Xelîl Xeyalî, Seîdê Kurdî û Seyîd Abdulqadir niştecihên vî bajarî ne. Helbet ew bi rizaya dilê xwe nehatine û li vir bi cî nebûne. Dewletê mîr û pêşîkêşên kurdan ji ber tirsê nêzî xwe kirine yan jî sirgûnê deverinên dûr kirine. Hacî Qadirê Koyî di dewreke wiha de digihê Stenbolê. Li mala Bedirxaniyan muderrisiyê dike. Stenbol îmkaneke nû dide Koyî. Bi xêra Stenbolê bi fikrên nû dihise û giringiyê dide vê pêşdeçûnê. Şi’ra wî di bin tesîra vê pêşdeçûnê de dimîne. Bi şi’rên xwe dixwaze kurdan bi vê pêşdeçûnê bihisîne û hişyar bike.
Navê Hacî Qadirê Koyî cara pêşî di rojnameya Kurdistanê de xuya dibe. Sal 1898 e. Mîqdad Bedirxan di rojnameyê de behsa mirina Hacî Qadirê Koyî dike û şi’ra wî ya bi navê Zemane diweşîne. Di rojnameyê de nûçe wiha ye: “Alimek ji Sora hebû. Sala dî wefat kir. Rehmeta Xwedê lê be, Xwedê gunehên wî bixefirîne. Navê wî hacî Ebdulqadir bî. Ev mirov saxiya xwe de gelek xebitî; derheqê elimandina ilm û marifetê de gelek beyt û eş’arên Kurmancî dinivîsî, rêdikir welatê xwe Sora. Ezmanê wî ezmanê Sora ye. Loma Kurd hemî vî ezmanî nizanin. Pişta kitêba Mem û Zînê de bi deste xwe hin beyt nivîsîne…”
Bi îşaret û detnîşankirina Celadet Alî Bedirxan em hîn dibin ku Hacî Qadirê Koyî Xaniyê Dudowan e. Celadet Alî di Kovara Hawarê de, derheqê wî de wiha dinivîse: “Hacî Qadirê Koyî Xaniyê didowan e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî.” û Celadet Alî jî herwekî Mîqdad Bedirxan behsa şi’ra Zemane û Mem û Zîna bavê xwe dike: “Ezê îro şihreke Hacî a neçapbûyî belav bikim. Hacî li ser Memozîna bavê min a destnivîs şihira jêrîn nivîsandiye.”
Zemane resmî caranî nemawe
Çiraxî nazim û munşî kujawe
Le dewrî ême roman û cerîde
Eger çi meqsed e zanînî bawe
Eman qedrî bizanin em kitêbe
Le dinya êstekî hemtay nemawe
Ji şi’ra wî jî diyar e, herwekî me li jorî destnîşan kir, Koyî di bin bandora fikra nû de maye û xwe û şi’ra xwe ji nû ve ava kiriye. Bi dîtin û xwendina Mem û Zînê û helbet bi pêşdeçûnên nû yên li Stenbolê şi’ra xwe nû dike û bi awayekî ji şi’ra klasîk vediqetîne. Teşe klasîk be jî, peyv, têgeh û hêma di şi’ra wî de diguherin û li gor şertên nû yên dinyayê dirûv digirin. Loma em dikarin bibêjin Koyî, ji ya heyî sûd werdigire lê jiber nagire. Yanî şi’ra wî ne kopya ye. Şi’ra xwe bi hêmanên nû ava dike. Herwekî Xanî, lê bi şêwaz û gotineke nû dixwaze ji miletê xwe “em”ekê biafirîne. Ji ber hindê daxwaz û şîreta wî li gor şert û mercên nû xwekarkirin e. Hacî Qadirê Koyî, li Stenbolê di bin bandora ceryanên sereke; Osmanîtî û Panîslamîzmê de namîne. Ji Koyê hatiye Stenbolê lê dîsa jî di nava zarokên cemiyetê de cilûbergên xeydok, gazinok û heyirok li xwe nake. Bereksê vê xwe bi vê avzêmê mijûl nake û herwiha ji bo berjewendiyên xwe nakeve qalikê pergalê. Di dewra xwe de xerîb e. Çimkî bi şi’ra xwe pêşdeçûn û moderniteyeke kûr diafirîne. Behsa dîwaneke wî ya 800 rûpelî bê kirinê jî mixabin li ber destê me ew dîwan tune ye. Prof. Dr. Kadri Yildirim di Xaniyê Duyem Hacî Qadirê Koyî de radigihîne ku di rojname û kovarên di navbera salên 1898-1925an de bi tevayî 19 şi’rên Koyî hatine weşandinê.
Fragmana Sisêyan:Avadaniya Hêviyê
Hacî Qadirê Koyî bi şi’ra xwe modernîst e. Li mala Bedirxaniyan xwendina Mem û Zînê û dîtina pêşdeçûnên li Stenbolê kapasîteya ramyariya wî firehtir dike. Feraseta wî ya têgihîştinê jê re dibe pêşnûmayeke nûjen:
Bulgar û Sirp û Yunan, hem Ermen û Qeretax
Her pêncyan bi te’dad, nabin bi qeddi Baban
Her êke musteqîl în kullekî dewletêk în
Sahibî ceyş û rayet, erkanî herb û meydan
Ya Koyî behs dike netewebûn û serxwebûn e çimkî navê miletên di şi’ra wî de derbas dibin yanî Bulgar, Sirp, Yunan, Ermen û Qeretaxî li gor şertên nû yên dinyayê li hember Dewleta Osmaniyan serî rakirine û dewletên xwe yên serbixwe ava kirine. Di risteyên wî de reşbîniyeke sar heye helbet lê ev reşbînî ji hizirînê tê. Loma em dikarin bibêjin di vê reşbîniyê de vîneke xas heye û di vê vînê de hêvî heye. Ew feraset û ew vîn di ser re sed sal derbas bûbe jî nûjen û modern e. Şitlê wê hêviyê hê jî hêşîn dibe û şax vedide.
Hacî Qadirê Koyî 33 salan li Stenbolê dijî û li wir koça dawî dike. Di kovara Hawarê de Celadet Alî Bedirxan wiha dinivîse: “Hacî di sala 1912ê hicrî de li Stenbolê çûye rehmetê. Bi eqlê min li Skûdarê di gor nistana Reqece-Ehmed de veşartî ye. Ez dikarim bibêjim min Hacî dîtiye, lê nikarim bibêjim ez Hacî nas dikim. Ji ber ko sala ko Hacî çû rehmetê ez hêj nû keti bûm ser lingan”. Mamoste Kadri Yildirim ji bo vê nûçeyê şerhekê datîne û wiha dibêje: “Di nivîsa Celadet de du pirsgirêk hene, dibe ku ji şaşîtiya çapê qewimîbin. Yek “sala 1912ê hicrî” ye, ya din jî “gor nistana Reqece-Ehmed”e. Mirov dikare navê goristanê wekî “Qerece Ehmed”, sala 1912an jî wekî 1232 sererast bike.”
Ezê gotina Mîrê xwe Celadet Alî Bedirxan nû bikim û wiha bibêjim. Ez nikarim bibêjim min Hacî Qadirê Koyî dîtiye lê bi xêra feraset û şi’ra wî ez dikarim bibêjim min ew nas kiriye.
Çavkanî
Yildirim, Kadri, Xaniyê Duyem Hacî Qadirê Koyî, Stenbol, Avesta, 2016
Arslan, Mesut. Hacî Qadirê Koyî: Serencama Dîwana Lİ Stembolê û Hevaltiya Wî Bi keyfî Re. http://jms.artuklu.edu.tr/tr/download/article-file/218882 (11.03.2024)
Ergün, Zülküf. Hacî Qadirê Koyî: Damezrîner û Kesê Duyem ê Konana Edebiyata Neteweyî Ya Kurdî https://dergipark.org.tr/en/download/article-file/2171355 (11.03.2024)