Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên ku bi şefaeta keya û siltanan bi hîmmeta mîsyoner, rahib, sûfî û aliman, bi piştevaniya şûr û tifengan belav bûbûn, gelo hikmê xwe çawa îcra kirin? Gelo destûr dane wan kesan, ew kesên ji bo dînekî nû vexwendibûn, bêyî ku ew kes bibin koleyê wan, ew rêbazên nû bi pêş bixin û xwemaliya netewe û çanda xwe li gorî wî dînê nû bipejirînin?
***
Gava min teza xwe ya doktorayê dinivîsand li ser medreseyan, min dixwest çend melayan bînim ba hev ku wan li medreseyên cuda û li cem seydayên cuda xwendine û min xwest nêrîn û bîranînên wan bidim ber hev û bi vî awayî ekolên medreseyan li ber çavên xwe zelal bikim. Şevekê li mala hevalekî em civiyan ku bavê wî bi xwe jî mela bû. Melayên li civatê hazir bûn, di serdemên xwe de hem ders dabûn hem jî fermî yan fexrî meletî kiribûn.
Çaya me amade bû. Hinek melayan tûtin dipêça û dixistin qelûnên xwe. Em sincirîn bi dûkêla çayê, dûxanê tûtinê û bi germa gotinê. Di nav melayan de yên ku şiîr ji xwe kiribûn meslek jî hebûn. Mele Seîdê Xelatê yek ji wan kesan bû. Ji çenteyê xwe du kitêb derxistin û nîşanî min dan. Yek şiîr bû û yek jî roman bû ku li ser bergan navê wî hebû [1]. Fêdî, bişirîn û bi-xwe-baweriyê li ser nexşeya rûyê wî hevaltiya hev dikir. Min bergê kitêba şiîrê vekir. Destpêka risteya ewil a şiira yekem hêj li bîra min e:
Ez bengiyê çavên reş im lew ketim dafa te da
Wekî masiyên deryayên kûr dîsa mame tora te da
Ez çûm cem wî û bi dilxweşî û minetdarî diyariyên wî qebûl kirin.
Her ku sohbet geş dibû hewesa wan zêde dibû ji bo ku tecrûbe û bîranînên xwe parve bikin. Dema min ji wan pirsî cih û warên ew çûbûnê û seydayên ji bo xwendinê li ber wan çok vedabûn, Mele Ehsan wiha bersiv da:
Em ji Botanê bûn. Mixabin di serdema me da li Botanê zêde medrese nemabûn. Gişt bûbûn kavil. Zextê dewletê jî pir bû. Dixwestin wizîna bayê, xûşîna pelan û firîna çûkê jî têxin bin radarên xwe. Me jî naçar berê xwe dida cihên din. Wê çaxê Tîllo têra xwe navdar bû. Em çûn lê em ber derî hiştin û cih nedan me. Em mat û metal wisa şerpeze li ber derî man. Seydayê medreseyê gotiye, feqiyên ji Botanê qebûl nekin, xisleta kurdperwerıyê li cem wan zêde ye. Dikarin tesîreke neyînî li feqiyên din jî bikin.
Hevalê wî Mele Mihemed temam kir û got: ‘Em bi hev re bûn. Em hêj zarok bûn, me zêde fehm nedikir lê baş tê bîra min zef li zora me çûbû. Me nizanibû Botanê çi li wan kiribû?’
Li ser wê yekê min ji wan pirsî:
Ma ji we re negot çima Botîbûna we li ber ilm û irfanê asteng bû? Ma Melayê Cizîrî bi xwe ne ji Botanê bû?
Mele Ehsan keniya û got:
Binêre kurê min. Di sala 1971an de piştî derbeyê ez hatim binçavkirin. Destên min li pişt min kelepçekirî û çavên min girtî, ez dame ber pirsan. Eskerekî ji min pirsî: ‘Tu Seyîd Qutb dixwînî’*. Min fehm kir qesta wî çi ye û got: ‘Na, naxwînim’. Vê gavê, pehînek li zîkê min xist û got: ‘Ger te xwendibûya tu li vir nedibûy kurê kerê’**. Helbet min Seyîd Qutb xwendîbû. Lê qesta wî cuda bû. Seyîd Qutb panzehîra ‘kurdçitiyê’ bû. Lewma ger min bixwenda dê min reya xwe şaş nekiriba.
Gelo, divê em çawa bibînin û şirove bikin deriyên li rûyên feqiyan hatine girtin û pehînên li zikê Mele Ehsan ketine? Gelo kurdbûn çawa di deriyan de bû qufle, çawa di destan de bû kelepçe û çawa di zik û piştan de bû pehîn?
Hêj di sedsala 16mîn de Melayê Cizîrî di Dîwana xwe de bi awayekî felsefî li ser têkiliya Xweda û hebûnê nivisîbû:
Ellah sehergeha ezel, yelmûmê ‘îşqê şu’le da
Nûra cemala lem yezel zatê tecelleya xwe da
Husn û cemalê xwast evîn vêkra di yek zatî cevîn
Nûra qedîm bû ‘îşq û vîn wan lêkî naz û ‘îşwe da
Husn û mehebbet her hebû Heq ‘aşiqê zatê xwe bû
Muhtacê husnek dî nebû neql û riwayet pê ve da
Di şiîra din de bi îlhama Tavasîn a Hellacê Mensûr medhê Hz. Mihemmed dike:
Îsmê te ye mektûbî di dîwanê qidem da
Herfek qelemê ‘îlmê bi teqwîmê reqem da
Erwahê muqeddes şebê qedran te dixwazin
Nûra te ya misbahê di qindilê Herem da
Mela piştî seyr û sulûkên li alemên uxrevî, berê xwe dide dinyayê, pesnê welatê xwe dide û hebûna xwe bi welatê xwe ve girê dide:
Gula baxê Îremê Bohtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im.
Li gor alimekî mutasavvifê, sedsala 16mîn, navbera baweriya bo Xwedê û ronîkirina Kurdistanê, tu tezat tunebû. Aniha divê pirs ev be, di nav sê sed salan de çi guheriye ku ji bo kurdan baweriya bo Xwedê, xebatên ji bo welat û milletî li dijî hev bûn? [2]
Gava li Cizîrê, li ser Melayê Cizirî û Medreseya Sor min xebat dikir, min ji şêxekî pirsî ku wî di heman demê de îcazeta ilmî wergitibû û ji şêxitiyê bêhtir bi ders û feqiyên xwe ve mijûl dibû: Gelo wateya Dîwana Mela ji bo we çi ye? Wiha bersiv dabû:
Kûrê min, Dîwana Mela rojên serweriya me temsîl dike. Em li ser çiya û newalan, li ser gund û bajaran hikum-ferma bûn. Botan Paytexta me bû. Hêj nebûbû warê kundan. Mela sînoran nas nake lewra evîndar e, bixwe-bawer e lewra dizane şaîrê paytextan e.
Şêxî çarçoveyeke baş danîbû ji bo fehmkirina Mela û xwendina Dîwanê. Gava mirov li Dîwana Mela dinêre, dibîne ku eşq û evîn li bircên şiîrên wî dibiriqin. Hêj huzn û elema bindestiyê şûna şahiyên serdestiyê negirtine. Arezûya mirinê cihê xwe nedaye şewqa jiyanê.
Sed sal şûnda gava her du împaratorî di nav xwe de li hev hatin û welatê kurdan kirin du perçe, jidestçûyina serdestiyê çawa rengê elemê danî ser şiîrên Ehmedê Xanî. Bi fereseata xwe çawa dîn û ilm û hîkmet û serxwebûn bi hev re girê didan:
Tekmîl me dikir dîn û dewlet
Tehsîl me dikir îlm û hikmet
Aniha diyar dibe ka çima ew feqiyên Botanê li ber derî mane û gava ew dibin mela têne ber deriyên giritîgehan û ew deriyên girtîgehan li ber wan vedibin.
Ji bo analîzên wan pirs û mijaran xebatên Postkolonyal Teolojî ku îlhama xwe ji rexneyên postkolonyal digire, dikare alîkariya me bike. Herçiqas pirsên xwe di serî de ji bo Xirîstiyanan kiribin jî, em dikarin ji bo dînên din jî wan pirsan caîz bibînin û bipirsin:
Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên ku bi şefaeta keya û siltanan bi hîmmeta mîsyoner, rahib, sûfî û aliman, bi piştevaniya şûr û tifengan belav bûbûn, gelo hikmê xwe çawa îcra kirin? Gelo destûr dane wan kesan, ew kesên ji bo dînekî nû vexwendibûn, bêyî ku ew kes bibin koleyê wan, ew rêbazên nû bi pêş bixin û xwemaliya netewe û çanda xwe li gorî wî dînê nû bipejirînin?
Gelo destûr dane wan kesan ji bo ku ew kes li gorî wijdana xwe, li pey Xwedê û kitêbê biçin, keşf bikin, fehm bikin û bi zimanê xwe îfade bikin?
Gava em li dîroka Kurdan dinêrin, ji xeynî wan serdeman ku kurd lê serdest bûn, ew tişt çênebûye?
Em bo xwe şîret û derseke çawa jê wergirin?
Jêrenot
* Seyid Kutub Okuyor musun?
** Okusaydın zaten burada olmazdın eşşoğlu eşşek.
[1] Navê kitêba şî’rê Xelat û yê romanê Evîna Bêtixûb bû. Her dû jî li Bedlîsê di çapxenaya heremî de çapbûbû.
[2] Ji bo nîqaşên berfirehtir bnr. Serdar Şengül, “ Di Şerê Manewiyat û Mîlliyetê de Seîdê Nûrsî û Rîsaleyên Wî, Nûbihar, 167, rr. 36-37.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.