Dr. Ahmed Abuelreesh, bijîşkê Filistînî, rewşa li Xezeyê û êş û azarên gelê Filistînê ji Evrim Kepenekê re ji bo bianetê gotiye. Wî gotiye ku piştî êrîşên 7ê Çirîya Pêşîyê ya sala 2023ê, Xeze bûye cihekê welê ku jiyan lê gelek zehmet e.
Rewşa xirab a Xezeyê
Dr. Abuelreesh rewşa Xezeyê bi awayekê berfireh diyar kiriye: Elektrîk rojê tenê 2-4 saetan heye. Gihîştina avê pirsgirêkeka mezin e. Masîgir tenê dikarin 2 kîlometre dûr biçin. 25 hezar kes li benda dermankirinê ne. 85 zarokên bi penceşêrê ji ber nebûna dermankirinê mirine.
Wî her wiha dîyar kiriye ku rewşa tenduristîyê pir xirab bûye. Li gorî gotinên wî, di nexweşxaneyan de cih namîne û gelek birîndar li ser erdan tên dermankirin. Ji ber dorpêça Îsraîlê, derman û amûrên tenduristîyê jî kêm in. Dr. Abuelreesh gotiye: “Min dît ku gelek mirov mirin ji ber ku li Xezeyê amûrên pêwîst tunebûn. Em her dem neçar dimînin ku li kêmasîya derman û amûran bifikirin.”
Bijîşk her wiha balê dikişîne ser êrîşên li ser avahîyên sivîl: “Di êrîşên Îsraîlê de nexweşxane, dibistan û sivîl hatin armanckirin. Ne tenê xanî, lê bela gelek avahî jî hatin hilweşandin. Her der hat armanckirin.”
Kêmasîya alîkarîya navneteweyî
Bijîşk balê dikişîne ser kêmasîya bertekên ji alîyê civaka navneteweyî û welatên Ereb ve. Wî gotiye ku li Ukraynayê dema zarokek dimire hemû cîhan radibe ser piyan, lê li Xezeyê 17 hezar zarok mirine û vê deng nevedaye.
Bangawazî ji bo alîkarîyê
Dr. Abuelreesh dîyar kiriye ku di nav birîndarên ku hatine Tirkîyeyê de merivên wî jî hene, lê li Xezeyê hê bi sed hezaran mirov hewcedarê alîkarîyê ne.
Çavkanî: bianet
Nivîskar: Evrim Kepenek