Dermanê sarêjkirina zimanê derbexwarî: Zargotin

Rizgariya ji vê birîndariyê, ji vê şikesteka hanê, edebiyata me ya gelêrî ye. Eger em hawara xwe bigihînê dê derdê me pê derman bibe. Em ê hişê xwe yê birîndar pê sarêj bikin. Bi xêra xwendina çîrok û çîrvanokan, mesel û xeberoşkan, destan, qewlêrk û mamikan, berhemên li ser biwêj û gotinên pêşiyan û guhdarîkirina li stranbêj û dengbêjên me yên berê rêyeke çareseriyê ya ji bo filitîna me ya ji vê rewşê heye.

***

Rê û dirbên vegêranê yên xweserî her zimanî hene û her zimanek xwedî mentiq û felsefeyekê ye. Qalib, biwêj û gotinên pêşiyan ên her zimanî û awayê şixulîna zimên a taybet bi wî zimanî hene. Ferd jî gava tên dinyayê di nav wî zimanî de radibin û mezin dibin. Van taybetmendiyên zimanî ji dê û bavê xwe, ji derdor û jîngeha xwe, bi kurtasî ji civaka xwe werdigirin.

Lê eger mirov ne bi zimanê xwe, bi yê serdestan perwerde bibe, xwendina xwe ya her pileyî pê bibe serî, bikeve bin hîkarî û kartêkirina wî zimanî gelo ziyan nagihîje zimanê mirov ê dayikê? Ew zimanê pêşî yê ku dinyaya me, fehm û feraseta me pê şêwiyaya, bi saya wî cîhanbîniya me kemiliye û me hem xwe hem jî derveyî xwe pê nas kiriye derbe naxe? Pirsa din jî ew e ku ew kes an bi temamî di nav zimanê xwe de bipêşketina xwe ya zimanî nebiriye serî yan jî qet bi zimanê xwe nizane lê dixwaze ku li xwe vegere û zimanê xwe hîn bibe û bikare bi zimanê xwe bifikire, divê serî li çi berheman bide? Mebesta min ne materyalên hînkirina zimanî ye. Xweazadkirina ji tesîra neyînî ya zimanê serdest e, ji wî zimanê perwerdeyê ye ku ji zimanê xwe bêhtir duçarî wî zimanî bûye û termînolojiya zanistên ji hev cuda bi wî zimanî hewisiye.

Helbet mirov dikare ji bo wan kesan gelek berhemên edebî û yên din jî salox bide da ku ew xwe bi wan bigihînin, bi saya wan zimanê xwe bi pêş bixin, kapasîteya xwe ya bikaranîna zimên û hêza xwe ya xeyalan pê xurt bikin, sînorên fikirîna bi zimanê xwe berfireh bikin û qet nebe tesîra neyînî ya zimanê perwerdeyê yê serdest kêmtir bikin.

Pirs pir ji min hatiye kirin ku ez çi berheman an jî nivîskaran li wan pêşniyaz bikim. Ji bo destpêkê min tim xwastiye berê wan bidim zargotina kurdî. Ez ji xwe behs bikim. Min zanebûn salên dûr û dirêj berhemên bi zimanê tirkî nexwendin. Mexseda min ji vê yekê ew bû ku ji aliyê zimên ve ez li xwe vegerim, bikarim di nav zimanê xwe de bihizirim loma min bi taybetî giranî da ser xwendina berhemên folklorîk da ku ez li xwe, li binyada xwe vegerim. Divê hîç ji bîra me neçe ku kesên xwenda, ewên bi zimanê serdest perwerde bûne, hema bibêje em gişt derbexwarî ne. Ziyaneke kambax gihîştiye mentiqa me ya zimanê kurdî. Zimanê me birîndar e, tehdelêbûyî ye. Heta hin kes me bi rewşa me nehisînin, balê nekêşin ser vê rewşa me ya ku zimanê me di nav lepên me de dike qareqar û em bêyî hemdê xwe kirasekî ne kurdî lê dikin, em jê agahdar nabin. Em lê hay nabin ku çendî hevokên me li gorî rêzikên rêzimana me bin jî, lê ruh ne bi kurdî ye. Em bûne wekî kesên tehmandî, dara patromekirî ku ji rastiya xwe ya zimanî, ji hestên xwe yên zimanî dûr ketine.

Felata ji vê mimkin e. Ew jî vegera li binyada xwe ye. Ew binyada sereke jî bi ya min zargotina me ye. Xweavêtina ber bextê dapîr û bapîran, pîrik û kalikên me ye. Ew bermayiyên ji wan e. Rizgariya ji vê birîndariyê, ji vê şikesteka hanê, edebiyata me ya gelêrî ye. Eger em hawara xwe bigihînê dê derdê me pê derman bibe. Em ê hişê xwe yê birîndar pê sarêj bikin. Bi xêra xwendina çîrok û çîrvanokan, mesel û xeberoşkan, destan, qewlêrk û mamikan, berhemên li ser biwêj û gotinên pêşiyan û guhdarîkirina li stranbêj û dengbêjên me yên berê rêyeke çareseriyê ya ji bo filitîna me ya ji vê rewşê heye.

Ev berhemên wêjeya devkî ji aliyê bikaranîna zimanekî rast û dirust, ji bo me hemûyan kan û çavkaniyên bêhempa ne. Ew ji mêjiyê pêşiyên me nizilîne, bi saya fikirîna di nav zimanê kurdî bi xwe de hatine afirandin. Loma ji hêla qalib, rêyên vegotinê, biwêj û gotinên pêşiyan ve malên me yên xwemalî ne. Qet nebe mirov bi dilekî rehet dişê bibêje ku ew ji kaniya zimanê kurdî ne. Ziman ji vî aliyî ve tam otantîk nemabe jî, ji gelek berhemên me yên nûjen zeximtir in.

Piştî zargotinê, bi ya min mirov îcar dikare berê wan kesan bide ser berhemên wêjeyî yên pêewle û pêbawer. Çawan axaftin dike ku ziman li me vebe, xwendina berheman, sûdwergirtina ji wan jî geşe bi zimanê mirov dide, gencîneya mirov a peyvan zengîn dike û dibe sedema çêbûna fikirîna bi zimanê xwe.

Li ser vê dabaşê wek gotina dawî, zargotin jixwe ji bo me hîm û bingeh e ku divê em xwe li serê ava bikin, hunerên xwe yên gotinkî pê bikemilînin û tekûz bikin, bi ya min çareyeke herî baş û rêbaza herî xurt a rizgarbûna ji vê derbexwarina zimanî û xwerehetkirina ji vê birîndariyê ye. Çi cara dikevim tengasiyeke eleqedarî zimên, ez xwe teslîmî wê dikim.