Gava “fatih”ên Îspanyayê hemû kitêb û kitebxaneyên şaristaniyên Latîn Amerîkayê şewitandine êdî rê li ber ziman û edebiyata îspanyolî vekiribûn. Gava Casanova behsa berhevkirina “sermayeya edebî” dikir qet behsa wêrankirina sermayeya edebî ya gel û neteweyên din nake.
***
Komara Edebiyata Cîhanê ya Pascale Casanova derbarê pêkhatin û pêşketina edebiyata cîhanê de ye. Li gor Casanova “edebiyata neteweyî” cara ewil di serê sedsala 16emîn de li Fransayê ava bû. Zimanên gelêrî bi piştgiriya dewletên neteweyî bingeha edebiyatên nivîskî danîne. Ji ber vê têkiliya nêzîk a edebiyat û dewleta neteweyî, edebiyatên neteweyî di qadeke navneteweyî de derketin meydanê [1].
Gava Casanova edebiyatên neteweyî berawird dike, têgeha “sermayeya edebî” wekî pîvanekê bi kar anî. Li gor Casanova, her netew bi berhemên xwe yên edebî “sermaye”yê berhev dikin. Neteweyên ku pêşî edebiyatên xwe ji siyaset û dînî safî kirine, di warê edebiyatê de pêşengî li dinyayê kirin. Gelo edebiyat çawan xwe safî dike û wekî sermayeya berhevkirî dibe milkê neteweyan? Li gor modela Casanova, gava sîstema kevn a dinyayê -ku ji împeratoriyan pêk dihat û ji aliyê raman û hişmendiyê ve dîndarî û arîstokratî tê de hukumferma bû- di sedsala 16emîn de hêdî hêdî cih da sîstema bûrjûwaziyê ku tevî sazî û ramanên nû bingeha sîstemeke din danî. [2]
Mîrza û serwerên ewropayê bi şûr û mertalên xwe hêzên din bûn ku dixwestin xwe ji hakimiyeta dêra Latînî rizgar bikin û bi qesr û qonaxên xwe îqtidarên xwe saz bikin. Ol û ziman wekî du nîşaneyên serxwebûnê di bin sî û sitara şûrên mîrzayan de xwe ji dêra Latînî rizgar kirin. Wergerandina Încîlê bo zimanê almanî derbeyeke mezin li serwerî û hegemonyaya latînî xist û di hêzgirtina zimanên neteweyî de pêşengî kir.
Casanova beyan dike ku komara edebiyata cîhanê wextê ku zimanê latînî cihê xwe ji bo zimanên neteweyî hişt, derket meydanê. Ew bûyer jî cara ewil li Fransayê di sala 1549an de bi manîfestoya Joachim du Bellay ya bi navê La Deffence et Illustration de la langue françoyseyê (Parastin û Ilustrasyona Zimanê Fransî) pêk hat. Manîfestoya Joachim du Bellay bangek bû ji bo ehlê qelemên Fransayê da ku li şûna zimanê latînî bi zimanê fransî binivîsin û ji bo vê yekê jî hêz bidin zimanê fransî. Casanova destnîşan dike ku her çiqas manîfestoya Joachim du Bellay rê dabû nivîsîna bi frensî jî, eger qesr û qonaxên keyên Fransayê û salonên wan ji bo kubarên Fransî nebûna îtîbar û hêza hegemonîk a fransî, di demeke kurt de ewqas payebilind nedibû.
Casanova dema rewşa edebiyata neteweyî li Îtalya û Almanyayê analîz dike, careke din bal dikêşîne ser rol û giringiya erka siyasî:
Dante sêsed sal beriya Joachim du Bellay bi zimanê neteweyî nivîsîbû, lê ji ber tunebûna erkeke siyasî ya ku piştgiriyê bidetê, wî encax dema ku di sedsala 19emîn de yekitiya Îtalyayê pêk hat, karî nasnavê helbestvanê neteweyî bi dest bixe.
Bernameya sîyasî û çandî ya Qayserê elman Friedrich II ji bo telafîkirina paşdemana zimanê almanî jî nimûneyeke berbiçav e. Friedrich bi xwe metneke wekî manifestoyekê amade kiriye û li ser paşdemana zimanê almanî û rêyên çareseriyê nîşan daye.
Lê di vê analîz û nirxandinê de hem ji ber etnosentrîzmê hem jî ji ber kêmasiya zanîna derheqê “dinyayên din” de, ku pêkve girêdayî ne, Casanova di warê têkiliya geşedana sekûlarîzmê û ya edebiyata gel de tecrûbeya Ewropaya Rojava ji bo tevahiya dinyayê şamil dike. Wekî ku li jorê jî min behsê kirî, Casanova wergerandina Încîlê ji latînî bo almanî di sala 1534an de, di proseya avakirina zimanên neteweyî de wekî yek ji pêşketinên sereke dinirxîne:
Belavbûna tevgera Reformasyonê li Ewropaya Bakur yekdestiya zimanê latînî û serdestiya dêrê hejand. Norma nivîskî ya hevpar, ku ji hêla vê guhertoya nû ya Nivîsara Pîroz ve hatî danîn, di dawiyê de almaniya nûjen pêk anî. Lewra, miletên din li gor vê tecrûbeyê, li pey Ewropayê divê zimanên xwe yên neteweyî ji ya Metna Pîroz rizgar bikirina.
Ev her du analîz gava ku behsa avakirina cîhana modern dikin hem derbarê hin bûyeran de bêdeng dimînin hem jî di pênasekirina cîhanê de tenê tecrûbeyên Ewropaya Bakur wekî bingeh qebûl dikin. Bo nimûne, Casanova di pêkanîna cîhana modern de cih nade rol û bandora kolonyalîzmê. Li gor wê, zimanên Ewropî wekî “zimanên neteweyî” li pey latinî ava bûn. Lê hêj di sala 1492yan de, sala ku Christopher Colombus dest bi sefera xwe ya ber bi “dinyayên nû” ve kiribû, humanîstê spanyolî Antonio de Nebrija kitêba xwe ya li ser gramera zimanê kastîlyayê, Gramatica Castellana qedandibû û îthafî keybanûya Spanyayê Isabelleyê kiribû û di îthafê de wisa nivîsîbû: “Ez hêvî dikim ku ew kitêb bibe sembola împaratoriya cîhanê ku hûn dê ava bikin.” Piştre referans dide humanîstê Italî Lorenzo Valla: “Ziman her tim hevrêyê împaratoriyan bûne.” [3]
Her çiqas Casanova di pêkanîna zimanên neteweyî de cih neda peywenda kolonyal û emperyal jî, Peter Burke di kitêba xwe ya Di Ewropaya Serdema Nû de Ziman û Civak, rasterast behsa bandora emperyalîzma li ser zimanî dike. Burke diyar dike ku, di sedsala 15emîn de gava nîqaşên têkiliya ziman, hêza dewlet û neteweyê derketin, hin fîlozofên wekî humanîstê îtalî Lorenzo Valla bal kişand ser têkiliya hêza zimên û heza împeratoriyan. Li gor Burke, Nebrija ramanên Valla, ku têkîliya di navbera rabûn û hilweşîna împaratoriya Romayê û zimanê latînî de nîqaş kiribû, di peywenda zimanê kastîlyayê de li Îspanyayê tetbîq kiribû. Burke neqil dike ku Nebrija di kitêbê de behsa tecrûbeyên îbranî û yewnanî dike û piştre dibêje ku êdî dema zimanê spanyolî hatiye.
Burke têkiliya ziman û împaratoriyê bi têgeha “emperyalîzma lînguîstîk” pênase dike:
Meriv dikare li ser “emperyalîzma lînguîstîk” hem ji hêla metaforîk û hem jî ji hêla rasteqîn biaxive. Wekî me dît, metafora împaratoriyê ji bo serdema ku em li ser disekinin xitabî gelek nivîskaran kiriye. Di heman demê de, em dikarin behsa “kolonyalîzma/dagirkeriya lînguîstîk” jî bikin. Spanyolî, portekîzî, flemenkî, fransî û îngilîzî di vê serdemê de îmkan peyda kirine li “dinyayên nû” belav bibin. Bo nimûne, li Goa, Seylon, Makao, Mozambîk, Angola û Brezîlyayê portekîzî; li Meksîka, Perû û Filîpînan îspanyolî; li Cava, Sumatra, Cape û New Amsterdamê flemenkî; li Emerikaya Bakur û Hindistanê îngilîzî; li Puduçerî û Kanadayê fransî.
Burke dibêje, hikumdarên ewropî di hin rewşan de, hewl didan ku zimanên împaratoriyê li ser hemwelatiyên niştecih yên împeratoriyê, qet nebe li ser elîtên wan ferz bikin. Şirketa Hollandî ya Rojhilat zimanê flemenkî li ser Giravên Hindê yên Rojhilat ferz kiribû. Li gor fermaneke parêzger, tenê koleyên ku zimanê flemenkî dizanin xwedî destûr bûn ku şewqe û kumikan danin ser serê xwe. [4]
Li vir divê meriv bipirse, “Çima navê Nebrija û pirtûka wî, wekî navê Martin Luther û Încîla elmanî an Joachim du Bellay û manîfestoya wî ya fransî di warê avakirina zimanên neteweyî yên ewropî de cihekî sereke negirtine?” Bi min sedemek ev e ku pirtûka Nebrija û helwesta wî ya polîtîko-linguîstîk rasterast têkiliyên kolonyalîzmê, avabûn û belavbûna zimanên neteweyî yên ewropî li ber çavan radixe û rola ziman a wekî hevrê û sembola împeratoriyan eşkere dike.
Kitêba Nebrija hevrêya împaratoriya Îspanyayê bûye. Gava “fatih”ên Îspanyayê hemû kitêb û kitebxaneyên şaristaniyên Latîn Amerîkayê şewitandine êdî rê li ber ziman û edebiyata îspanyolî vekiribûn. Gava Casanova behsa berhevkirina “sermayeya edebî” dikir qet behsa wêrankirina sermayeya edebî ya gel û neteweyên din nake. Lê gelo mumkun e ku meriv bêyî ku behsa emperyalîzma lînguîstîk bike sirûda edebiyata neteweyî bixwîne?
Ngũgĩ wa Thiong’o qala feqîrkirina zimanî û qirkirina zimanan dike, ku ji serdema ticareta koleyan vir de afrîkî marûz mane. Koleyên Afrîkî ku ji kok ve ji civatên xwe yên çandî hatin qutkirin û li Amerîkaya Bakur li plantasyonên mezin, dewlet û eyaletan hatin belavkirin, piştî demekê qabiliyeta axaftina zimanê xwe ji dest dan:
Girantirîn û tundtirîn ceza dan wan kesan ku bi israr zimanê xwe dipeyivîn û ne bi navên ku ewropiyan dane wan, lê bi navên xwe gazî hev dikirin. Yên zimanên afrîkî bi awayekî fermî tesfiye kirin haya wan jê hebû ku ziman, li gel amraza ragihandinê, mekanên hêvîyên wan û bîranînên wan e derheqê welatê wan ê jê hatine qutkirin ku dê rojekê lê vegerin.
Ji ber vê yekê, emilandina zimanên ewropî ji dêvla zimanên afrîkî bûye arezûya xwediyên plantasyonan ên îspanî, holendî, fransî û îngilîz jî, ku dixwestin girêya zimanî ya navbera ewropayê û koleyên ticareta wan dikirin xurt bikin. [5]
Pirsgirêkeka din jî di fêhm û têgehiştina dîroka dinyayê de ewropa-navendiya Casanova ye. Sazkarê Dewleta Muvahhidan, Ibn Tûmert di sedsala 11emîn de, çar sed sal beriya ku Luther Încîlê wergerîne almanî, Qur‘an wergerandiye ser zimanê berberî û îbadeta erebî qedexe kiriye. Ebû Hanîfe, li dijî serdestiya erebî, di pirtûka xwe, Fikhû’l Ekber a sedsala 8an de diyar kiriye ku farisî jî dikare di zanistên olî de bê bikaranîn. “Şerên zimanan” di cîhana îslamê de wekî ku Cabirî di pirtûka xwe, Pêkanîna Eqlê Ereb de behs û diyar dike ku bi sazîkirina erebî wek zimanê yekane, ku tê de tecrûbeyên manewî û zanistên pîroz dikarin bêne vegotin, bû sedema pêşketina tevgerên dijî erebî ji hêla gelên cihêreng yên wekî tirk, faris, kurd, berber hwd. Tevgera şiûbiya [qewmiyet] di dewra emewiyan de ji aliyê helbestkarên faris ve dest pê kiribû û di serdema ebbasiyan de wek tevgereke mixalif a edebî hatibû sazîkirin [6].
Di nivîsa bê de ez ê berê xwe bidim “alema îslamî” û li ser sedsala 16emîn a Kurdistanê hûr bibim. Ez ê analîz bikim ka gelo edebiyata kurdiya kurmancî di keşmekeş û anoforên siyaset û nîqaşên dîn û neteweyî de xwe çawa saz kiriye.
Çavkanî
[1] Pascale Casanova, Dünya Edebiyat Cumhuriyeti, Varlık Yayınları, İstanbul, 2010.
[2] Ji bo agahiyên berfirehtir bnr. Serdar Şengül, “Di Cenga Mêtinger, Şoreşger, Dijraber û Stûxwaran de Avakirina Edebiyata Cîhanê”, Zarema, Hejmar 15, 2021.
[3] Ji bo agahiyên berfirehtir bnr. Serdar Şengül, “Agir û Gramer: Du Hevrêyên Împaratoriyên Mêtinger”, Zarema, Hejmar 16, 2022; https://botantimes.com/gramer-u-agir-du-amuren-emperyalizma-linguistik/
[4] Peter Burke, Yeniçağ Avrupası’nda Diller ve Topluluklar, Islık yayınları, İstanbul, 2016.
[5] Ji bo agahiya berfirehtir bnr. Serdar Şengül, “Rexne û Hîlberina Edebiyatê de Peywenda Kolonyal: Ngugi wa Thiong’o û Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê”, wer. Fexriya Adsay, Zarema, Hejmar 14, 2021.
[6] Ji bo agahiyê berfirehtir bnr. Serdar Şengül, “Melayê Cizîrî ve Medreselerde Dîwan Okuma Geleneği”, Kürd Araştırmaları, 2021, https://www.kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-104; Serdar Şengül, “Di Cenga Mêtînger…”, Zarema, 2021.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.