Leşkeran, li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di operasyoneka leşkerî da 8 gundî desteser kiribûn.
Gundîyekî bi navê Kerem Arvanas (65) jî rastî îşkenceya leşkeran hatibû.
Parêzera Kerem Arvanas dibêje, “Leşkeran parsûyê muwekîlê min şikandine, lê diktoran rapora derpkirinê nedanê”
Bûyer 10ê tebaxê li Çoltarê gundê Peyindasa Tetwana Bedlîsê qewimîye.
Leşkerên ku li Çoltarê gundî derketibûn operasyonê û ji gundê Peyindasê 8 kesan desteser kiribûn ku di nav wan da Kerem Arvanas jî hebû.
Seroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskînê li ser hesaba xwe ya Twitterê wêneyê Arvanasê yê rûyê wî yê hatî birrîn belavkiribû û bûyera li Bedlîsê qewimî ragihandibû.
Parêzara wan gundîyên ku hatine desteserkirin û hê jî nehatine berdan Berfîn Ozan, ji Botan Timesê ra axivî.
8 kes bi îddîaya ‘alîkarîya rêxistinê kirine’ hatine desteserkirin û aqûbeta du gundîyan hêj ne diyar e. Muwekîlê min Arvanas jî dema li mala xwe ye, tê desteserkirin û rastî îşkenceya leşkeran tê. Leşkeran parsûyê muwekîlê min şikandine. Lê dema wî dibin nexweşxaneyê diktor dibêje ‘çi nexweşîyên wî nînin’ û rapora derpkirinê nadeyê. Tundîya li wî hatiye kirin di wêneyan da jî xûya dike, lê tevî vê yekê jî diktor dibêje, ‘îşkence tune ye.’
Parêzer Berfin Ozan
Parêzer Ozan diyar dike ku piştî ew ji bûyerê haydar bûne, Arvanasî birine nexweşxaneyê û tomografîya wî hatiye kişandin. Di encama tomografîyê tê hatiye da dîtin ku parsûyê wî şikestîye.
Ew dibêje, “Em ê di derheqê dixtorî da ku raporê derpkirinê nedaye gilîyê bikin.”
“Bi îdîayên derewîn hewl didin delîlan peyda bikin”
Serdozgeriyê ji bo dosyaya gundîyan ê biryara nepenîtiyê daye û destûr nayê dayîn ku parêzer dosyayê binerin.
Parêzer Berfin Ozan ji bo biryarê dozgerîyê wiha dibêje;
Di bûyerên bi vî rengî da dozgerî di heman demê da biryara nepenîtiyê digre. Bi zanebûn ji bo dosyayê biryarên wiha digrin, ji ber ku ew niha bi îdîayên derewîn hewl didin delîlan peyda bikin. Her wiha 8 gungîyên hatibûn desteserkirin hê jî nehatina berdan, em li hêvîyêne ku sibê ew bibin edlîyeyê.
Parêzer Berfin Ozan
Di operasyona leşkeran da, Kerem Arvas, Mustafa Tedbirli, Necip Tedbirli, Heybet Çelik, Serkan İpek, Garip İpek, Ekrem Avras û Ahmet Çelik hatibûn desteserkirin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.