Di her zimanî de, ji bo ku fikir û hîs rast werin îfadekirin, qeydeyên sentaksê rêberîyê dikin ku divê peyv û komikên peyvan çawa çêbibin û çawa rêz bibin. Lewre sentaks wek qanûna zimên e.
***
Xebatên ku heta niha di warê zimannasîyê de li ser Kurdî çêbûne zêdetir di çarçoveya peyvan û îmlayê de ne. Li ser gramerê jî çêbûne lê ev tiştên îbtîdaî ne; kirde çi ye, bireser çi ye, lêker çi ye, hoker çi ye… Xebatên li ser sîstema Kurdî gelek kêm in. Mesela, li ser sentaksê, ku di her zimanî de muhîmtirîn mesele ye, xebat çênebûne. Ji ber ku qanûn û qeydeyên sentaksa Kurdî nehatine tesbîtkirin, ji alîyê din, pirranîya nivîskarên me yên van salên dawîn îmkan nedîtin ku di rewşeka tebiî de fêrî zimanê xwe bibin, ji alîyekî ve jî tesîra zimanê serdestan gelek zêde bûye, lewre niha di warê sentaksa zimanê me de gelemşeyeka mezin heye, ya rast, sentaksa Kurdî di xetereyê de ye!
Sentaks çi ye?
Sentaks, bi kurtî, cumlenasî ye. Yanî, ew şaxa zimannasîyê ye ku nîzama cumleyan vedikole û qeydeyan tesbît dike. Bi xebatên li ser sentaksê qeydeyên avanîya peyvê, di cumleyê de nîzama rêzbûna peyvan û têkilîya di navbera wan de tesbît dibin. Çimkî di her zimanî de, ji bo ku fikir û hîs rast werin îfadekirin, qeydeyên sentaksê rêberîyê dikin ku divê peyv û komikên peyvan (sözcük öbekleri) çawa çêbibin û çawa rêz bibin. Lewre sentaks wek qanûna zimên e.
Hinek ziman hene, qeydeyên sentaksa wan nerm in. Mesela, zimanê Tirkî, ji ber ku tenê paşbend digire (sondan eklemeli), lewre qeydeyên sentaksa wî nerm (esnek) in. Di gelek cumleyên Tirkî de elementên cumleyê cih biguherin jî mana dikare wek xwe bimîne. Lê Kurdîya me wisa nîne. Qanûnên sentaksa Kurdî qetî ne. Di cumleyeka basît de bi guherîna cihê lêkerê mana jî temamen diguhere. Mesela, cumleya me “Zelal çi dibe?” di Tirkî de tê manaya “Zelal ne götürüyor?” Lêbelê eger em cihê lêkerê biguherin û cumleyê mîna “Zelal dibe çi?” saz bikin, îcar dibe “Zelal ne oluyor?”a Tirkî. Çawa ku dixuye, bi guhertina cihê lêkerê mana temamen guherî. Xebata li ser sentaksê sedemên vê guherînê vedikole, qeydeyan tesbît dike û îzeh dike.
Sentaksa Kurdî
Di sentaksa Kurdî de cumleyeka sade bi awayê “kirde+lêker” saz dibe; wek “Zelalê xwend.” Eger bireser (nesne) veşartî nebe, hingê cumle wek “kirde+bireser + lêker” saz dibe; wek “Zelalê nivîs xwend.” Eger di cumleyê de hoker (zerf) hebe, hingê wek “kirde + hoker + bireser + lêker” saz dibe; wek “Zelalê li malperê nivîs xwend.” Di Kurdî de (li vir Zazakî û Kurmancî) nîzama cumleya basît ev e. Lêbelê eger kar, îş, şixul, fealîyet, bûyin ber bi hokerî ve bibe, hingê lêker ji dawîya cumleyê radibe, tê berîya hokerî. Di nîzama sentaksa Kurdî de ev qeydeyeka qetî ye.
Ji bo ku baştir îzeh bibe, em bi hev re li ser cumleyekê bişixulin. Cumle ev e: “Di hefteyên pêş de li pey wan pirsan bikevin!”
Peyvên ku di vê cumleyê de hatine bikaranîn hemî Kurdîya Kurmancî ne. Lê ji ber ku cumle li gorî sîstema Kurdî saz nebûye, elementên kêm û zêde jî hene, lewre fêm nabe ku çi dibêje. Eger em li gorî qeydeyên tercumeyê wergerînin ser Tirkî, cumleyeka wek “Ön haftalarda o soruların ardında düşün!” çêdibe. Bi Tirkî tam wisa dibe. Cumleyeka wisa di Tirkî de çawa disekine, di Kurmancîya me de jî wisa ye, ne zêde ne kêm.

Em bi alîkarîya paragrafa li binê vê cumleyê dikarin texmîn bikin ku xwestiye bibêje “Em ê di hefteyên pêşîya me de bikevin pey van pirsan.” (Önümüzdeki haftalarda bu soruların peşine düşeceğiz/bu soruları araştıracağız!)
Li gorî qeydeyên sentaksa Kurdî, di cumleya ku me neqil kiriye de, ji ber ku fealîyet ber bi hokerî ve dibe, divê cihê lêkerê li berîya wî bûya. Lê ji ber ku rîayetî qanûna sentaksa Kurdî nebûye, lewre cumleyeka seqet çêbûye.
Di vê cumleyê de xeletîya sereke ev bû ku rîayetî qeydeya sentaksê nebûye. Lê xeletîyên din jî hene. Mesela, ji ber ku di cumleyê de kirde nehatiye diyarkirin, lewre em nikarin fêm bikin ku kî dê bikevin; em yan hûn?
Kurmancî yan Zazakî ferq nake, di cumleyê de lêker ferz dike ku kirde diyar be. Di Kurmancî de, em bibêjin lêkera “ketin”ê eger wek “ketim” were kişandin, ji “-m”yê diyar dibe ku kirde “ez” e. Lêbelê ev tenê îstîsnayeka piçûk e. Wekî din, temamê lêkeran diyarkirina kirdeyê ferz dikin. Çimkî fiîlên Kurdî dixwazin failên xwe bizanin. Di sentaksa Kurdî de ev qeyde jî qetî ye.
Xeletîya sisêyan, kêmbûn û zêdebûna hin elementan e. Mesela, ji îbareya “hefteyên pêş” tê fêmkirin ku “hefte” yên “pêş” in. Lê diyar nîne ku ev “pêş”a kê ye. Lewre diviyabû îbare wekî “Di hefteyên pêşîya me de” (önümüzdeki haftalarda) bûya. Û eger lêker li cihê xwe bûya, yanî rîayetî qeydeyê sentaksê bibûya, hingê daçeka têdeyîyê (içindelik edatı) “li” hewce nedikir.
Xeletîya çaran jî, daçeka îşaretê ya dûrîyê “wan” hatiye bikaranîn. Lê pirsên ku di nav nenûgan de hatine dayin, hema li binê cumleyê ne. Lewre daçek ne ku “wan”, gereka daçeka îşaretê yê nêzîkîyê “van” bûya.
Em cumleyê û divê çawa bûya, li vir bi hev re bidin:
“Di hefteyên pêş de li pey wan pirsan bikevin!”
“Em ê di hefteyên pêşîya me de bikevin pey van pirsan.”
Di cumleyekê de ewqas xeletî zêde ne. Mixabin, di metnên ku li van salên dawîn tên nivîsîn de cumleyên wisa gelek in. Em ji bîr nekin, di cumleyê de ne ku her peyvek bi tena serê xwe, cumle bi tevayî wek kombînasyonek tê xwendin. Ji çêkirina îfadeyê re cumle esas e. Cumle jî, divê li gorî qanûn û qeydeyên sentaksa wî zimanî saz bibe ku mana rast çêbibe.
Ji vê nimûneya basît jî dixuye, sentaksa Kurdî rê nade ku em di cumleyê de li gorî sentaksa zimanekî din, em bibêjin, wek sentaksa zimanê Tirkî cumle saz bikin. Zimanê me li ser me ferz dike ku em qeydeyên sentaksa wî baş bizanin û rîayetî wan qeydeyan bikin. Heke na, tiştê ku em dixwazin îfade bikin dê çênebe. Em li gorî qeydeyên zimanê Tirkî difikirin, em dibêjin qey me tiştek gotiye, lê li gorî qeydeyên zimanê Kurdî ew tiştê ku em dixwazin bibêjin, ew îfade çênabe! Û divê ev jî neyê jibîrkirin, eger ziman rast were bikaranîn, li ser muxataban tesîreka pozîtîf dike; na, eger ziman xelet were bikaranîn, tesîra wî jî dê negatîf be; yanî bi Kurdî nivîsîn qîm nake, divê em hem bi Kurdî binivîsin, hem jî rast binivîsin. Çimkî dema ku xîtabetek tê guhdarîkirin yan jî metnek tê xwendin, berîya tiştê ku îfade dibe, esas ziman diherikê nav hişê muxatabî. Ji vê çendê, ji bo xetîbek, nivîskarek yan edîbek divê ziman bi xwe armanc be.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.