Mielima Îngilîzî Nuray ku di fîlmê de li ser îdeolojîya çep e û bi teqîna bombeyekê re nigê wê yê rastê qut bûye, bi gotineka xwe, mîna behsa birîneka dermannebûyî bike, zorbûna rewşa zimanî raber dike. Nuraya ku li gundekî din mielim e ji hevalên xwe yên mielim re dibêje ew nizane ka ew zarokan dielimîne Îngilîzî yan zarok wî dielîminin Kurdî.
***
Derhênerê Tirk Nuri Bilge Ceylan di Kuru Otlar Üstüne (2023) de, ku bi Kurmancî navê wê dibe Li Ser Gîyayên Hişk, bi stîla xwe ya klasîk berê kameraya xwe hinekî daye Kurdan.
Fîlma ku li dora mekteba gundekî li hêla Erziromê çerx dibe, bêyî ku bikeve endîşeya raberkirina rastîyeka req û rût, bi ziman, zeman û zemînê, nermenerm behsa Kurdî jî dike.
Di fîlmê de, zimanê zarokên wê mekteba orte ekserî bi şekl û şêweya şorkirina Kurdan, Tirkîyeka şikestî ye. Ji zarokan bi tenê Sevim (Ece Bağcı) kane bi Tirkiyeka ‘dûzgin’ bi Mamoste Sametê Tirk (Deniz Celiloğlu) re şorê bike, bi wî re bide û bistîne.
Li wî gundê ku Tirkîya zarokan şikestî ye, Sevim wê Tirkîya xwe ya ‘dûzgin’ ji kû, çito elimîye, fîlm vê eşkere nake; lê ya eşkere dibe eşq e ku wê dil daye Mamoste Samet, mektûbek e ku wê ji wî re nivîsîye. Dilê Sevimê bi zimanê ‘dûzgin’ cesaretê dibîne ku xwe bi mektûbekê îfade bike. Zarokên din yên sinifê ancax kanin dersê binivîsin, bes Sevim kane bi Tirkîya ‘dûzgin’ hez û hewesa xwe jî binivîse.
Tirkîya şikestî di dersên Mamoste Samet de ji dengê keçika ku nav Delila ye jî tê bihistin. Ev nav di ferhengên navan de xisûsî navekî Kurdan e, bi gerîlayeka PKKê tê zanîn. Gorey qeydên nifûsên Tirkîyê, Delila piştî sala 2007an li Diyarbekir, Şirnex û Wanê populer bûye ku gerîlaya PKKê Şenay Güçera bi wî navî, wê salê hatiye kuştin. Delilayeka din ya wan salan hatiye dinê tam di wexta fîlma Nuri Bilge Ceylan de tê salên mekteba orteyê ku pê zeman di fîlmê de li zemîna rast dimîne: Zati di rastîyê de jî navê keçika di fîlmê de Delila ye, Delila Kandemir.
Karektereka din ya fîlmê, mielima Îngilîzî Nuray (Merve Dizdar) jî, ku di fîlmê de li ser îdeolojîya çep e û bi teqîna bombeyekê re nigê wê yê rastê qut bûye, bi gotineka xwe, mîna behsa birîneka dermannebûyî bike, zorbûna rewşa zimanî raber dike. Nuraya ku li gundekî din mielim e ji hevalên xwe yên mielim re dibêje ew nizane ka ew zarokan dielimîne Îngilîzî yan zarok wî dielîminin Kurdî.
Xêncî zimanê Kurdî gelek detayên din yên Kurdbûnê hene di fîlmê de ku gorey hinek sînefîlan Li Ser Gîyayên Hişk di fîlmografîya Nuri Bilge Ceylan de nisbet bi fîlmên din fîlmeka parîyekî polîtîk e. Polîtîk dibe, ne polîtîk dibe, tê xanê ku Nuri Bilge Ceylan kameraya xwe ya kamil ji rastîya tarî, tiptarî danagerîne û Kurdan jî bi Tirkîya wan ya şikestî dibîne.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.