Li ser sînorê Colemêrgê bi lerza 4.6an erdhejek çêbû

26/06/2023

Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku li bajarê Amêdiyê erdhejek çêbûye.

Li gorî daneyên AFADê li Amêdiyaya Başûrê Kurdistanê bi mezinahiya 4.6an erdhejek pêk hat. Erdheja li Amêdiyê tesîr li Colemêrgê jî kiriye.

Li gorî daneyên AFADê erdhej saet 09.41an û 12,12 kîlometreya di bin erdê da pêk hatiye.

Bajarê Amêdîyaya Başûrê Kurdistanê û navçeya Çelê ya Colemêrgê nêzî sînor in û cîranê hev in.

6ê Sibatê da li navçeya Bazarcixa Mereşê du erdhêjên bi pîleya 7.7 û 7.6 çêbibûn û bandorê li 11 bajaran kiribû.

Di encamê da 50 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest dabû. Bi mîlyonan kes jî derbeder bibûn.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Li Sûriyeyê malbat li kesên wendabûyî digerin – NYT/Al Jazeera

Piştî hilweşîna rejîma Esad, bi hezaran malbat li Şamê li girtîgeha Sednaya

Artêşa Tirkiyeyê êrîşî hêzên Kurdan ên li Sûriyeyê kiriye – New York Times

Li Sûriyeya Bakur, hêzên çekdar ên Tirkiye piştevana wan e bi balafirên

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi